1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. ÇÎROK Û KLAMA KEWA GOZEL
ÇÎROK Û KLAMA KEWA GOZEL,çîrok,û,klama,kewa,gozel

ÇÎROK Û KLAMA KEWA GOZEL

A+ A-

Li zozanê jêrîn xortekî şimşad ê bi navê Osman hebûye, ew û keçikeke bedew a bi navê Kewê, dildarê hevdû dibin.

 

Osman, xortekî sêwî, lawê axa bûye, Kewê jî cîrana wan a miqîmî, keçikeke têr xweşik û delal bûye.

 

Ji bo Osman sêwî bûye, bavê Kewê bi zewaca wan qayîl nebûye û wê nedaye Osmanê axê. 

 

Ji ber nerazîbîna bavê Kewê, Osmanê axê û Kewê şêwra xwe dikin ku bi hevdû re birevin.

 

Osmanê axê, di şevekî tarî û pijêle de diçe ber deriyê mala Kewê û bi klam û qayde bang lê dike;

 

- Kewa min, gozela min, fadila min

Rabe ji nava cih û bargê binexşîne

Ez ê bi çepilê te bigrim bavêjim

Welatê serhedê zozanê şerefdînê

Belkî xêrxwazî hebe mara min û te bibirîne

Hele de yar yar de yar yar de yar yar

Kewa min de yar yar..

 

Bi deng û awaza Osman, Kewê, bi lez û bez boxçeya xwe digire û bi dizîka ji malê derdikeve.

 

Bi derketina Kewê re, Osmanê Axê, bi çepilê wê digire û li ser pişta hespê Sorboz li dû xwe siwar dike û ji ber çavan dûr dikevin..

 

Osmanê axê, ji Kewê re dibêje;

 

- Birayê min heye birayê heqîqî ye

Li welatê serhedê li zozanê jorîn e

Em ê biçin xwe lê bigirin belkî mara min û te bibirîne

De yar yar de yar yar de yar yar

Tu sebebê min yar..

 

Di demên borî de, bavê Osman û axayekî li zozanê jorîn bûne destbirakê hevdû.

 

 

Osmanê axê û Kewê ya dilgozel diçine zozanê jorîn nav eşîra Ehmed axa mala destbirakê bavê xwe.

 

Ehmed axa, kesekî bi nav û deng bûye û destê wî dirêj bûye.

 

Osman û Kewê bi roj û şevan li ser pişta hespê Sorboz di newal û mesîlan de diçin xwe digînin nav konê Ehmed Axa.

 

Ehmed Axa, bi kêfxweşî û dilşadî wan pêşwazî dike û ji qerwaşan re dibêje, Kewê bibin konê jêrîn nava jinan.

 

Ehmed axa, bi qayde û meqam ji Kewê re dibêje;

 

- Kewa min, gozela min, fadila min

Here konê jêrîn nava jinan rûnîke

Osmanê Axê bila biçe kona jêrîn e

Fîncanê qehwê bi ser simêlê xwe de biqulpîn e.

 

Qerwaş, Kewê derbasî konê jêrîn dikin, Ehmed axa û Osman jî derbasî konê jorîn nava cemaetê dibin.

 

Gava diçin binê konê, mêze dikin peya û siwarê Ehmed Axa geremoriya wan e, xweşbêj dikin, henekan dikin, di nava kêfû eşqê de ne.

 

 

Ehmed axa, Osman derbasî binê konê dike û vedigere konê jêrîn nava jinan bo dîtina Kewê.

 

Gava çav bi Kewê dixe çavên wî di serî de dileyîzin û sermest dibe.

 

Ji Kewê re dibêje;

 

- Kewa min, gozela min, fadila min

Osmanê Axê lawê jinebîyekî pênc peran e

Qîmeta wî qe tinîne

Pênsed peya li dora min sekinandî ne

Wê Osmanê Axê îşev bê kuştinê

Çavên te yê reş û belek ji min re bimîne

 

Û didomîne..

- Wê seetekî şûnda serê axayê te jê dibe, çavên te yê reş û belek ji min re bîminin û vedigere konê jorîn nav cemaetê..

 

Kewê dibêje;

 

- Gelî qerwaş û xulaman lezkin bilezînin

Xwe bi konê jorîn bigînin

Bêjin Osmanê axê kî ye

Bils xwe bi konê jêrîn de bigîne

Ji êvara xwedê de Kewê daniye şîn û girîn e

 

Qerwaş, daxwaziya Kewê bi cîh tînin û radibin xebera nexêrê digînin Osmanê axê.

 

Li ser agahiya qerwaşê, Osmanê axê radibe dîsa berê xwe dide binê konê jêrîn.

 

Kewê, dema çav bi Osman dixe bi qêrîn û hewarî bang dike;

 

- Ka te digot birayê min birayê heqî ne

Ji êvara xwedê de birayê te 

Ji min re dehfik û dûzikan vediqetîne

Çavê wî lê ye te bikuje

Çavên min ê reş û belek jê re bimîne

 

 

Û Kewê, ji Osmanê axê re dibêje; 

 

- Min bigir ji vir bibe.

 

Gotinê Kewê, kêf û kelecana dilê Osmanê axê xira dike û radibe vedigere berê xwe dide konê jorîn cem Ehmed axa.

 

Osman, ji Ehmed axa re dibêje; 

 

- Axa malneket! 

Ka em birayê hevdû bûn, bi roj û şevan e ez û Kewa gozel li ser rê û dirban in.

Em hatin me xwe li te girt

Çawa bira çav li namûsa birayê xwe dike?

Çawa bira ji birayê xwe re dehfik û dûzikan datîne?

Heger tu bi min re bikî vê bêbextiyê heta hetayê wê navê vê bêbextiyê ji ser te neyê hilanîn.

 

Osman didomîne û dibêje;

- Tu axayê xwedî eşîr, destbirakê bavê min î, li hemberî te bêhurmetî nakim, bi destûra te be ez ê Kewa xwe bigirim û ji van deran biçim.

 

Ehmed axa, ji Osman re bi qayde û meqam dibêje; 

 

- Derewan li min dikin, tiştek wisa tinîne

Tu rabe here pênsed siwar li dora min sekinandîne

Qîmeta vê daw û doza te li ber min tinîne.

Xeman neke, ez ê dawa te biqedînim

 

Osmanê Axê ji gotinên wî bawer nake û jê re dibêje;

 

- Bi bêbextî nabe axaya min, heger tu mêr û camêr bî, piştî ez ê biçim, pênsed siwar û peyayê xwe li dû min bişîne binê dirbê, bila bêne temaşa mêr û mêrxasiyê bikin. Heger dikaribin min bikujin bila çav û biriyên Kewa gozel bi qurbana te bin!.

 

Ehmed Axa, vê pêşniyara wî qebûl dike lê dibêje şertekî min heye; 

- Piştî ku tu diçî, di şûna Kewê de tu yê Sorbozê bidî min.

(Sorboz navê hespê Osmanê Axê ye)

 

Osmanê axê, mêze dike xelasî ji destê Ehmed axa tune, radibe ji mecbûrî Sorbozê bi mihîniyekî lexer re teqas dike.

 

Ji bo ku Sorboz kihêlekî jîr û jêhatî bûye, Ehmed axa di ser wê de pîlanê dike.

 

Osmanê Axê, Kewê digre li mihîna lexer û lawaz dike û dikevin ser rê û dirban diçin..

 

Osman û Kewê, xwe digînin binê dirbê, mêze dikin bi dehan siwarê Ehmed Axa berî wextan amadekariya xwe kirine û li benda wan in.

 

Gava çav bi siwarên Ehmed Axa dixin Kewê digrî hêstiran bi ser sûreta gulîsor de dibarîne..

 

Osmanê Axê, ji Kewê redibêje;

 

- Kewa min, gozela min, fadila min

Megrî melorîn e 

Hêstirê gilor bi ser sûreta sor de nebarîn e

Di qedera min û te de çi nivîsiye emê bibînin îmkan û çare tinîne.

 

Osmanê Axê, dikeve nava peya û siwarên Ehmed Axê û her yekî bi aliyekî ve diqelibîne, yê ku saxe ji mala xwe nehatiye. 

Hinek jê dikuje hinek jî bi ser Ehmed Axa ve diqewirîne.

 

Osmanê axê, Kewê li mihîna lexer dike û dîsa dikevin ser rêya xwe diçin..

 

Xebera ne xêrê ji Ehmed Axa re diçe binê konan û siwarê mihîna Sorboz dibe di nav toz û dûxanê de bi dû wan dikeve..

 

Sorboz, pirî kihêlekî jîr e, wek şervanekî leheng kuştin ji bo siwarê wê tinîne.

 

Kewê li pişt xwe dizivire mêze dike, siwarekî bi tenê bi çargavê hespê xwe dibezînê û ber bi wan ve tê..

 

Ji Osmanê Axê re dibêje; 

 

- Ka vegere Osmano, rewşê bi çavê xwe bidîne, siwarekî tê ji wê de, îro yan dawiya te ye yan a wî ye!

 

Osmanê Axê, ji Kewê re dîsa dibêje;

 

- Kewa min, gozela min, fadila min

Megrî melorîne 

Hêstirê gilor bi ser sûreta sor de nebarîne

Di qedera min û te de çi nivîsiye emê bibînin îmkan û çare tinîne.

 

Ehmed Axa li ser pişta Sorbozê xwe digîne Osman û Kewê û bi seetan di newal û mesîlan de hevdû digerînin difitilînin lê kes zora kesî nabe..

 

Osmanê Axê aciz dibe, mêze dike rewşa wî nebaşe wê Ehmed Axa wî bikuje bang li Sorbozê dike;

 

- Mîrata Sorbozê

Min ewqas ka û ceh da te

Li çavê te bikevê

Tu min di van newal û mesîlan de digerînî

Qey çavê te li kuştina min e!

 

Bi gotinên Osmanê Axê re, Sorboz çong dide erdê û ranabe.

 

Bi çong dayîna Sorbozê, Osmanê Axê, bi ser Ehmed Axa de digire û dibêje;

 

- Êdî xilasiya te ji destê min tinîne.

 

Ehmed Axa, lava û rica dike dibêje;

 

- Min nekuje, çifta jinan di qesra belek de wê bêxwedî bimînin.

 

Osmanê Axê dibêje;

 

-Bênamûsê ku ji te bikevin jî wê di rêya te bajonin.

 

Davêje serê wî ji gewdê wî diqetîne û Kewê digre û diçin..

 

Mordem Zel

03/02/2019 Licê


Gotinên miftehî :