1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Mordem Zel
  4. Çîroka Asê û Heso
Çîroka Asê û Heso,çîroka,asê,û,heso

Çîroka Asê û Heso

A+ A-

Mordem Zel

 

Heso, li gundekî Mûşê li ber axayekî şivanî û gavaniyê dike. Bi demê re ew û Asê ya qîza axa aşiqê hevdû dibin.

 

Bi derbasbûna dem û çaxê re, evîndariya wan deng dide û herkes pê dihese. Her çendî Heso, Asê ji bavê wê dixwaze jî, axa bi zewaca wan qayîl nabe û Asê nade Heso.

 

Li ser ne qayîlbûna bavê Asê, Heso dixwaze wê birevîne. Lê, Asê ji tirsa ew ê Axa Heso bikuje paşve gav pê dide avêtin.

 

Piştî evîndariya wan dikeve devê herkesê axa bi teqasa buhayîya 100 karik û mîya Asê dide Heskê Xelo yê ji gundekî din.

 

Piştî Asê didin Heskê Xelo, Heso vedigere gundê xwe. Her çiqas bê raziya Asê be jî, axa, wê bi Heskê Xelo re dizewicîne. 

 

Êdî her roja Asê bi mirina ye û ji aliyê Heskê Xelo ve bi tehda û heqaretan tê ecilandin. 

 

Heroj bi heqaretên cûrbecûr re rûbirû dimîne.

 

Li ser şîdeta Heskê Xelo, Asê gelek caran direve diçe mala bavê xwe. Lê, bavê wê her carî wê dibe radestî mêrê wê dike.

 

Rojekê Asê tevî mêrê xwe li zozanan in;

 

Asê stranek hewariyê dilorîne. Ji bo di stranê de navê Heso derbas dibe, mêrê wê bi zimanekî tûj ji Asê daxwaz dike stranê ji nû ve bistre.

 

Asê, ewilî ditirise û bersiv nade. Lê, mêrê wê bi sonda qesemê sond dixwe dibêje; "ez ê destê xwe bi te nedim."

 

Asê li ser sondxwarina mêrê xwe, behsa heskirina xwe û Heso dike...

 

Asê dibêje; "bavê min, bi darê zorê min bi te re zewicandî ye."

 

Her çiqas bitirse jî axaftina xwe didomîne û dibêje; "Bê Heso mirin çêtir e." 

 

Piştî van gotinan, Asê, deng li stranê dike.

 

Ewqas ji dil û can distre, hêstirê çavên wê wek barana biharê têne xwarê. Pirrî bi zora mêrê wê diçe, sondê filan binpê dike û guleyekî berdide serê Asê û wê dikuje.

 

Xwîna Asê tevî çemê Mûradê dibe.

 

 

Salekî şûnda Heso, li ber xwe nade û ji bo dîtina Asê berê xwe dide Mûşê..

 

Heso, dema agahiya kuştina Asê digire, serê xwe hiltîne hey diçe û hey diçe. Êdî tu agahiyeke jê nayê girtin.

 

Tenê li dû xwe gotinên vê stranê dihêle..

 

 

Çûme Mûşê, Mûşa şewitî

Lê Asê Asê Asê

 

Hewşa mixtêr, oda keşîş

Baxçê têr tirî û dar e

 

Sed qatir deve tênê lê

Ser bar bin bar hinar e

 

Qelendê yarê, qelendê rindê

Qelendê Asê sed kar e

 

Çûme Mûşê, Mûşa şewitî

Lê Asê Asê Asê

 

Hewşa mixtêr, oda keşîş

Baxçê têr tirî û bî ye

 

Sed qatir deve tênê lê

Ser bar bin bar hirmî ye

 

Qelendê yarê, qelendê rindê

Qelendê Asê sed mî ye

 

Çûme Mûşê, Mûşa şewitî

Lê Asê Asê Asê

 

05.05.2019 Licê

 

Gotinên miftehî :