1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Êrîş û bêpîvaniyên netêgihiştî û hinekî Beşîkçî
Êrîş û bêpîvaniyên netêgihiştî û hinekî Beşîkçî,êrîş,û,bêpîvaniyên,netêgihiştî,û,hinekî,beşîkçî

Êrîş û bêpîvaniyên netêgihiştî û hinekî Beşîkçî

“Mirovên têkçûyî bêexlaq in”

A+ A-

 

Mahabad Felat 

 

1- Îsmaîl Beşîkçî çi jî kiribe, îroj bi hêsanî tê dîtin ku bû sedema kûrkirina nakokiyan di nav civaka kurd de ku ev bi serê xwe roleka kambax e. Lewra wekî gel û civak îroj tişta herî zêde divê em ji xwe bi dûr bigirin, kûrkirina nakokiyên navxweyî ne. 

 

2- Îsmaîl Beşîkçî berê proje bû an na nizanim, lewre di destê min de argumantên vê yekê piştrast bikin tunene. Lê bi kirin, rawestan û helwestên xwe yên van çend salên dawîn in, vê şikê di serê mirov de mezin dike. Lewre demeke dirêj e li gor wê exlaqê zanistê ku ji devê xwe nedixist tevnagere. Min berê jî du gotar li ser nivîsîbûn, di malperê de hene.

 

3- Exlaqê zanistê bi şik nêzî hemû tişt û aliyan dibe. Li pirsan digere, dibîne û bi wêrekî wan pirsan ji hemû aliyan dike. Ew bi dû hemû kitekitan dikeve, dide ber hev, ji hev dixe, li hev dixe, bi hev dixe û bi van hemuyan û gelek tiştên din xwe digihêjîne hin encaman. Piştre, heya bixwe ji wan encaman bawer nebe jî, zimanekî bi guman û ji lêpirsîn û lêkolanan re vekirî bikar tîne, lê teqez rastiya nepiştrastkirî destnîşan nake. Bi taybet jî tu carî bixwe nabe sedema tevlîhevî û nakokiyan, lewre sedema hebûna exlaqê zanistê ji hev veçirandina tevlîhevî û nakokiyan û zelalkirina alternatîfên pêşkeftinê ye. 

 

Pir tişt di vî warî de dikare bê gotin bê guman. Tenê tişta niha divê bê zanîn, ev pîvan ji bo kesên bi rola rewşenbîriyê derketine pêş jî derbas dibe. Lewre ne bi tenê zanyar, lê rewşenbîr jî li gor pîvanên exlaqê zanistê tevdigerin ku loma dikarin bibine rewşenbîr. Tenê, di rewşenbîriyê de pîvan bêtir bel in û rewşenbîr nikarin bêalî bin. Lewre dizanin bêalîbûnî ne pêkan e û di rastiya xwe de alîbûna tewre xirab e. 

 

Çendek e li ser gotara dawî ya Beşîkçî gotûbêj û gengeşî dibin ji ser medyaya civakî. Ne pir ecêb e û pir normal e ku nêrîn û nêzîkayiyên ji hev û du cuda derkevine holê jî. Tişta ne normal ew e ku dema ava mirov di cihekê de neherike, mirov hewl bide bi ser ciha din de bimîze, vê jî weke mafekî di xwe de bibîne û hewl bide, bide pejirandin jî. 

 

Mixabin ev bûye pîvanek di nav nivîskarî, wêje û rewşebîriya kurd de. Zimanê gemar, êrîşkarî, hevûdu tewanbarkirin, “tu pesnê min bide, ez jî yê te bidim”, dijminahiya tund a aliyekê civakê, ranegirtina rexneyeka herî piçûk, binêhevkolandin, bêrêzî û xwe di neynika dêwan de dîtin wekî şêwaz û pîvana jiyanê û ya rewşenbîriyê rûniştiye di nav me de ku malxirabiya herî mezin yek jî ev e. Lewre civak bi rewşenbîrên xwe ve bi pêş dikevin. Ev bêpîvaniyên wekî pîvan di nav rewşenbîriya kurd(!) de rûniştine bi tenê dikarin nakokiyan zêde bikin û civakê ji hev de bixînin ku ev jî yekser di xizmeta dagirkeran de ye. Lê mixabin ev di bin navê kurdayetiya resen(!) de têne kirin.

 

Ji bo van derdorên bi van bêpîvaniyan hewl didin bandorê li ser civakê bikin û ji xwe re ciyekê çê bikin, dijminahiya Tevgera Azadiyê bûye wekî pîvaneka “welatparêziya resen”. Ew çendî bi van hestan kor bûne ku nabînin, naxwazin bibînin, ev dijminahî bi xwe jî di xizmeta dagirkeiyê de ye. Nabînin û naxwazin bibînin ku daxwaz û pêşniyazên Beşîkçî yên di gotara dawî de û yên AKP û MHPê yek in. Dema Beşîkçî diparêzin jî bêyî argumant in. Bi hestyarî, ji pîvan û exlaqên zanist û rewşenbîriyê bi dûr, bêyî bikaribin bersiveke rasteqîn ên argumantên li dijî Beşîkçî hatine pêşxistin bidin, an ji wan re tehamul bikin, tenê bi hestên nepijiyayî û tazî êrîş dikin, tewanbar dikin.

 

Ya rastî, netutiştbûna xwe, lawaziyên xwe û belku hin tiştên din jî, di bin van êrîş û helwestên hişk ên ji hemû pîvanên exlaq û pêşkeftinê bi dûr de vedişêrin. Îcar eger ne proje bin jî ku ji bo îdîayeke wisa divê di destê mirov de argumantên xurt hebin, lê bi vê helwest, êrîşkarî û bêedebiya xwe ve, bi nezanî be jî di xizmeta vê projeyê de ne ku bi raya min êdî îroj her kes dizane çi dike, ji bo çi dike, çima dike. 

 

Beriya vê gotarê binivîsim, ez û mamoste Fêrgîn dirêj axivîn. Di nav axaftina xwe de mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç wiha got; “Mirovên têkçûyî bêexlaq in”.

 

 Belê, gotin li ser zêde ye; mirovên têkçûyî bêexlaq in!

 

 2020-12-27