1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Êzdiyekî mêrxas bi sedan Ermenî ji komkujiyê xelas kirin
Êzdiyekî mêrxas bi sedan Ermenî ji komkujiyê xelas kirin,êzdiyekî,mêrxas,bi,sedan,ermenî,ji,komkujiyê,xelas,kirin

Êzdiyekî mêrxas bi sedan Ermenî ji komkujiyê xelas kirin

A+ A-

Belê, du miletên ferman lê rabûyi, xwedî dîrok û çîrokên reşqeder Ermenî û Êzîdî!

 

Osmanî, bermayên wan û îslamîstên tundrew û fûndamentalîst, her wext bûne qesasê serê her dû miletan, nehîştine ku ev miletên belengaz tu caran ber xwe bibînin. Do jî û îro jî hê vê berberiya xwe dajon. Ol û netewên wan bûn belayên serê wan!

 

Lê belê, dibe ku ji sedema êşên hevpar bê, ev her dû cimat, gelek caran li gel berdêlên giran jî, li hev xwedî derketine û di ber barên hev rabûne. Ji hev re bûne balpişt. Mînakek ji vê xezîneya civakî a ku îro mijara vê nivîsê ye, li jêr e.

 

Di dema komkojiya Ermeniyan (1915) de, Êzdiyê ku bi sedan Ermenî ji komkujiyê rizgar kirin kî ye?

 

Ev mêrxasê ku îro mijara vê gotarê ye, ji Cemîlê Konê (Bahrî) pê ve ne kesekî din e.

 

Cemîlê Konê kîye?

 

Cemîlê Konê, lawê dê û bavekî kurdên Êzdî ye, bi eslê xwe ji herêma Efrînê ye. Cemîlê Konê li sala 1892 li Helebê ji dayik bûye. Bavê wî ji herêma Efrînê, navçeya jindirêsê gundê Kurda hatiye li Helebê bi cî bûye. Dayika Cemîlê Konê, Emîna Elî ji herêma Reco, gundê Hopka ye.

 

Cemîlê Konê, dema hê çarsalî ye, bavê wî dimre. Dayika wî, wî bi destê xwe mezin dike. Cemîlê Konê, li destpêka sala 1900 li Stenbolê dihere dibistana "Deniz Harp Okulu. (Dibistana Herbê a Deryayê).

 

Di sala 1910 de wekî Mekanîk Mulazim-î Ewel (üsteğmen) akademiya deryayê diqedîne. Ji xwe wî wextî navê wî dikin "Bahrí."

Di heman salê de, li Darülfünunê xwe li Fakulteya Hiqûqê qeyd dike. Salekê li vir perwerda hiqûqê dibîne. Pişt re bi mebesta bibe pisporê mekanîk ê fabrîkeyên Thorncroft ê, ku berê di vê mijarê de pewerdê dîtibû, ji bo perwerdeya xwe bi pêş bixîne û bibe pîsporê pîşeya xwe, perwerdeya xwe a hiqûqê di nîvî de dihêle û dihere Birîtanya yê.

 

Cemîlê Konê, di sala 1912 de tevlî şerê li Balkanan dibe. Di van şeran de ji ber werekîya xwe, xelat wêrekiyê werdigire.

 

Cemîlê Konê, di destpêka şerê cîhanê ê yekê de û di pêvajoya jenosîda Ermenyan 1915 de, li navçeya Bîracûka Ruhayê tê erkdar kirin.

Li Bîrecûkê dibe rêvebirê atolyaya deryayê ya çêkirina kelek û belemeyan ji bo artêşê. Ev atolya ji bo xizmeta artêşê bike û di ser ava Ferêt re wezîfeya derbaskirinê bi cî bîne, ji bo çêkirina belemeyên ser avê, hatiye damezirandin.

 

Cemîlê Konê, wezîfeya xwe di bin banê artêşa Osmanî a pêncemîn de bi cî tîne. Ew alîkariyeke bê hemta dide qefleyên sirgûnên Ermeniyan ên ku tên Bîrecûkê ji bo di ser ferêt re derbas bibin û koçberî Sûryê bibin. Li sûryê jî dê çi were pêşiya wan diyar e.

Kuştin!

 

Cemîlê Konê wî wextî hê di bihara temenê xwe de ye. Lê li gel vê jî, ew metirsiya li ser cimata Ermeniyan dibîne, pê hest dike û dilê wî li ser wan pirr dişewite. Ji ber ku, ew ji jenosîd û fermanên ku di dema Împaratoriya Osmanî de li Êzdiyan rabûne agahdar e. Lema ew, heta ku derfeta wî heye, bi sedan sirgûnên Ermen ên ji herêma Dilûkê ku ji bo sorgûnê hatine, wan li atolyeya ku ew bi rê ve dibe, navên wan wekî hosteyan û karkeran dinivisîne, qeyd dike. Bi vê yekê wan ji bela û bobelatê diparêze, li wan xwedî derdikeve. Ew Ermeniyên ji bo sirgûnê hatine ku di ser Ferêt re derbas bibin, bi saya serê Cemîlê konê, li wir dimînin. Li derdorê ferêt konên xwe vedigirin û malbat giş li ba hev dimînin. Cemîlê Konê hejmareke mezin ji Ermeniyên ku wekî qurbanî hatine neqandin, ji mirineke misoger a kambax diparêze. Ew bi vê yekê tenê jî namîne, bi xaça sor re pêwendiyan çêdike, alîkariya cil xurek werdigre û pê wan malbatan xwedî dike. Bi taybetî ew alîkariya kalmêr û pîrejinan dike û qaşqûn û firarên eskeryê di bin siya xwe de diparêze. Biryara İttihad û Traki aşkere bû. Kî yekî/e Ermenî biparasta û di mala xwe de xwedî bikra dê aqûbeta wan jî wekî a Ermeniyan bû ya. Cemîlê Konê ev berdêl dizanî bû, bi rixma wê jî a ji destê wî dihat texsîr nedikir.

 

Li gorî nivîsa Bogharyan a di Ayntabagank ê de li sala 1974 an hatiye weşandin, malbatê ku Cemîlê Konê ew rizgar kirine, hinek ji wana ev in:

M. Sinanian • H. Sinanian • Levon Sinanian • S. K. Çokluyan • K. K. Çokluyan • Harout Körükçüyan an jî Kürkçüyan • Levon Sinanian • Hagop Levonian • Yegia Dağıcıkluyan • Hagop Miralyan • H. Sinanian • M. Çancıyan • Mihran Khaçeryan • M. Taşçıyan • Arto Körükçüyan • Sarkis Kıbçıyan • Hovahannes Poladyan • M. Avakian • Hovhannes û Kevork Şnorhokyan.

 

Cemîlê Konê, di sala 1921 de li Helebê di nava cîgirên damezrêner ên "Komeleya Qubaniyên şer, Gazî û Mexdûran de cî digre û heta mirina xwe li wir xizmetê dike.

 

Di sala 1923 an de dibe dîrektorê herêma Bilbilê. Di sala 1929 de jî dibe dîrektorê herêma Cizîrê. Li ji bo perwerdeya maşîne û adewatên çandiniyê, li Edenê dibistanekê dadimezirîne. Ji bilî we, di derbarê maşîne û amrazên çandiniyê de gotaran dinivisîne û gotarên wî di rojnameyên herêmî de tên weşandin. Dibistaneke dudiyan jî bi heman armancê li Helebê ava dike.

 

Cemîlê Konê, wekî mirovekî wêrek, dilsoz, dilpak, jîr, rêzdar, çalak, mirovhez û hûmanîst alîkarê jar û bêkesan tê naskirin. Di hêla ilm, zanîn, helbes û nivisandinê de jî têra xwe jîr û têgihîştî ye. Ji bilî zimanê zikmakî ê kurdî, bi zimanê tirkî, erebî, îngilîzî û hinekî jî bi almanî zane.

 

Cemîlê Konê di 25 Gulana 1967 an, di 75 saliya xwe de li Helbê li pey xwe du keç û du kuran dihêle û diçe ber dilovaniya Xwedê. Wî ji zaroyên xwe re mîrateyeke mirovhezî, civakî û çandî hîşt.

 

Bila Ezdanê dilivan, wî giyan buhiştî bi bi rehma xwe birahimîne.

Îbrahîm Osman [email protected]