1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Îslamîst, Kemalîst û Derewkarî
Îslamîst, Kemalîst û Derewkarî,îslamîst,kemalîst,û,derewkarî

Îslamîst, Kemalîst û Derewkarî

Lobiyên îslamîst ên li dijî hebûna gelê kurd, di bin navê dostaniya gelê kurd de, dîsa bi destê hin kurdên xwenenas li Ewropayê xebatên mezin dikin!

A+ A-

Îslamîstên bi xeta Fetullah Gulen ve girêdayî bi taybet li Ewropayê xebatên xwe yên lobiyê û yên di nav bi taybet civaka kurd, ciwanên kurd de bê navber û bi rêxistiniyeke profesyonelî didomînin. Bi taybet di têkiliyên xwe yên bi kurdan re, bi devê qaşo profesorekî tirk ku li zanîngeheka Amerîkayê kar dike, ji bo îslamîstên li Tirkiyeyê yên niha desthilatdar in, wiha dibêjin:

”Mirov hinekî qaşilê îslamîstan ji ser rake, dê tevgereke kemalîst derkeve holê. Ev tevgera kemalîst bi kodên genetîk ên îttîhatê hatiye programkirin û dijayetiya kurd û nîjadperestiya tirk pifî giyana wê kirine. Ev tevger girseyeka nezan a serpêl e ku wekî tevgereke sosyopolîtîk hatiye ambalajkirin. ”

 

Şevê din dostekî hêja ji welatekî Ewropayê vê propogandaya ku ji aliyê hin akademisyenên kurd ên girêdayî tevgera Gulen in ve tê kirin ji min re şand û xwest bizane ka vê nêrîna dibêjin ya profesorekî tirk ê li Amerîkayê dijî ye, ez çewa dinirxînim. Min jî jê re ev nivîsîn:

Ev dewleta bêteşe ya navê ”komar”ê lê hatiye kirin, bi hevkariya îslamîst û kemalîstan hat avakirin. Di şevekê de ji aliyê kemalîstan ve biryar hat dayîn ku dê navê vê dewletê ”Komara Tirkiyeyê” be. Ji ber her du alî jî ne xwedî wê hêzê û wê amadekariyê bûn bikaribin dewleteka nû ava bikin û bi rê ve bibin, hevkariya navbera îslamîst û kemalîstan pêk hat lê her du aliyan jî ji serî ve dizanî dê nikaribin bi hev re bimeşin û her du aliyan jî desthilatdariyê ji bo xwe dixwestin, hev û du bikar dianîn. Ango kurt û kurmancî ”kalo ji bêkesî, pîrê ji bênefsî herduyan li halê hev pirsî.”

 

Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê ve ev her du alî di nav hewldanên daxistin û bidestxistina desthilatdariya vê dewleta bêteşe de bûne. Kemalîst ji îslamîstan ”jîrtir” bûn û vê dewletê 85 sal bi rê ve birin lê daxwaz, xiyal û hewldanên îslamîstan di van 85 salan de qet ranewestiyan. Xiyala wan a 85 salan bi AKPê re bi ser ket. Sedema bingehîn a bêexlaqî, bêpîvanî, zilm û barbariya vê desthilatdariyê jî tirsa wendakirina desthilatdariyê ye. Loma jî, bedêl çi dibe bila bibe, ew ê hewl bidin vê desthilatdariyê di destê xwe de bigirin.  Lewre dizanin ev derfet careka din dê bi destê wan nekeve û eger ev desthilatdarî ji destê wan derkeve jî dê çi bi serê wan ve bê. Loma ku bi ”doz”a xwe re evçendî girêdayî ne.

 

Li gel van hemuyan jî eger patronên pergala cîhanê pêdivî bi wan nedîtibûna, ew dê nikaribûna bibine desthilatdar. Fersendek ket destê wan û wan jî bi kar anî û heya dawî jî dê bi rêyên demokratîk û meşrû û bi daxwaza xwe dev û dest jê bernedin. Patronên ew kirin destilatdar, xwestin bi rêya Gulenê şagirdê xwe benên vê destilatdariyê di destê xwe de bigirin, lê xiyala 85 salan kir ku bi hev bikevin. Encamên vê bihevketinê jixwe tê zanîn.

 

Heya vê derê temam, lê di nirandina vî profesorî de çend tiştên balkêş hene: Di nirxandinn wî de hin rastî hebin jî, hewldana vî profesorî ya veşartin û manîpulekirina rastiyan yekser xwe diyar dike. Lewre ev profesor hewl dide ku bêje ev pêşkeftinên dîktatorî û faşîzan ên li Tirkiyeyê, li gel hemû encamên xwe ve ku êdî ne dikarin bêne veşartin û ne jî înkarkirin, dîsa ev dijayetiya kûr û barbar a li dijî gelê kurd, ne tewana ola îslamê û îslamîstên rasteqîn e, lê ya kemalîzmê bixwe ye û ew kesên niha desthilatdar in, di rastiya xwe de ne îslamîst lê kemalîst in. Aha tişta rêxistina Gulen li Ewropayê dixwaze di mêjiyê Ewropiyan û ya bi taybet kurdan de bi cî bike û bi wan bide bawerkirin, ev derew in.  

 

85 salan mîna kûçikan dev avêtin goştên hev, lê di mijara bişaftin, înkarî û tunekirina gelê kurd de, dîsa di paymalkirin, eger ew nebû tunekirina hemû dewlemendî û nirxên gelê kurd de, her carê gihîştin hev û hevkariya hev û du kirin. Lewre her du alî jî, hebûna kurd a bi nav û nirxên xwe ve sedema tunebûna xwe didîtin. Îroj jî tiştek neguheriye û wisa dibînin, wisa dinirxînin û hemû polîtîka, tevger, têkilî û hevkariyên xwe li ser vê tirs û nêrînê ava dikin. 

 

Îslamîst û kemalîst, li gel hemû nakokî, têkoşîn û nefreta li hemberî hev jî, di du mijaran de bûne yek: Li ser kavilên dewleta Osmanî, avakirina dewleteka nû û dijayetiya hebûna kurd. Îroj bi tenê cî û pêre jî rol guherandin. Heya kemalîst desthilatdar bûn, dema pêdivî pê dîtin serî li îslamîstan dan û desteka wan girtin. Îroj heman tiştî desthilatdariya îslamîst dike. Ango li dijî kurdan her desteka pêdivî pê dibîne ji kemalîstan digire. Sedema hebûna CHPê jixwe ev bixwe ye. Tişta ew profesor dibêje ku ”wê ji binî Kemalîzm derkeve”, ev îtifaq bixwe ye. Tu kaşil tune li holê û di bin de jî tiştekî din tuneye, bi tenê ev hevkariya li dijî kurd heye û ev dijayetî û hevkarî jixwe her tim hebû. Îcar dijayetiya îslamîstan a li dijî demokrasiyê û li dijî gelê kurd, beriya kemalîzmê jî hebû. Ne bi tenê dijayetiya îslamîstên tirk, bi gelemperî dijayetiya îslamê ya li dijî gelê kurd, ji destpêka ola îslamê ve heye û sedemên kûr ên vê dijayetiyê jî hene, lê ew ne mijara vê nivîsê ne.

 

Kurt û kurmancî, profesor xwe ji îmanê dike û derewan dike, manîpulasyonan dike. Her tiştî dike stuyê kemalîzmê û hewl dide nêrîna îslamî pak û bêtewan nîşan bide. Dixwaze hemû pîsîtiyên îslamîstên îroj desthilatdar in di kemalîzmê bide, lê ev hemû pîsîtiyên du aliyên dîktator û faşîst in.

 

Mahabad Felat
2019-05-02