Çand - II,çand,ii

Çand - II

A+ A-

Kesên hunerê diafirandin, hevparên nav ûdengên bazirganan bûn. Piştî demekê bi giranî ji ber sedemên aborî ji gundan ber bi bajaran ve koçberiyek destpêkir û dev ji çanda xwe berdan û bûne muşteriyên çanda populer a bazirganî.

 

Di nav demê de çanda populer ji aliyê hilberîn û afirîneriyê ve jî, bi ser çanda bilind a bajêr dikeve. Di dawiyê de tê radeyeke wisa ku xwediyên çanda bilind xwe bi yên çanda populer re di nav hemberiyekê de dibînin. Ji bo kesên ku ji gundan hatine û li bajaran bi cî bûne, çanda populer amûreke ku wan ji mirovên ji rêzê derdixe û ferdiyetiyek dide wan. Ji aliyekê ve nasname û ferdiyetiya xwe bi pêş ve dibin, ji aliyê din ve jî hildiberînin, xwe îfade dikin û ev ji bo wan pir grîng e. Li gor Herbert J. Gans, mafê her kesî heye ku li gor dilê xwe çandek hilbijêre û bijî. Gans di pirtûka xwe de li ser "xêvkirin" ango "xêvokîkirin"ê û rexneyên li ser çanda girseyî jî radiweste.

 

"Ji bo meriv bizanibe kî ji bo xwe çi çand hilbijartiye, meriv dikare binêre ka ew kes çi dixwîne. Ev dikare bibe alîkar ji bo fikrek ji meriv re çêbibe". Herbert J. Gans.

 

Çanda bilind û çanda populer li dijî hev in. Çanda bilind bêtir bi nirxên estetîkî ve girêdayî ye, lê çanda populer li ser sedemên ne estetîkî hebûna xwe didomîne. Ji ber hebûna çandê ne fikreke nû ye, loma jî mîna bilind, navîn û nizim tê binavkirin. Ev jî ji pluralizma estetîkî re mînakek e. Nivîskar beşa dawî jî ji çandên ecibandinî re veqetandiye. Tercîh ango çandên ecibandinî bi asta perwerdehiya mirov û pîvanên ferdî ve girêdayî ne. Herbert J. Gans dibêje: "Ji ber vê yekê jî ez wisa bawer im, eger mirov li têrbûneke estetîkî digerin û eger hilbijartinên wan ên çandî di rengê nirx û pîvanên ecibandinî yên wan de ne, çanda ku hilbijartine dixwazî bila çanda bilind be, dixwazî jî bila ya nizim be, hemû jî ji bo min mîna hev xweş û bi wate ne".

 

Danûstendin, cudahî û şerê navbera çandên cuda:

 

Di nav herikîna dîrokê de bûyer û qewmînên ku bi serê gelekî ve hatine, cografya û avhewaya wî gelî, dîroka şaristaniya wî gelî û hilberînên ku bi wê şaristaniyê re hatine avakirin, ji kedîkirina sewalan bigire heya xwarin û vexwarin û kincên wan, baweriya olî ya wî gelî, rewşa aborî û bazarî, danûstendinên li ser vê bingehê û cîranên wî gelî, têkiliyên bi cîranan re, çi baş çi xerab û hîn gelek sedemên din bandorên mezin li ser refleks û hînbûyînên civakan dikin û ev jî dibine çanda wî gelî. Loma jî gelek çandên ji hev cuda û carnan dijberî hev hene. Mînak: Bi giranî li Rojhilata Navîn, nêrîneke "şaş" a li jinan, an keçan, an şaştêgihiştinek, pir bi hêsanî dikare bibe sedema şer û pevçûn û kuştinan, lê li Qutban, ango Cemseran, li nav hin eşîr an qewmên eskîmoyan, ji bo şevekê mîna qedirgirtina mêvan, dikarin keçekî an jinekî malê diyarî mêvanê xwe bikin. An jî; li nav xrîstiyanan, di dawetan de noşkirin û vexwarina şerabê mîna çandek e, lê ev li nav musulmanan heram e. Li şûna şerabê, şerbetê vedixwin û noşandin, her çiqas şerbet be jî, heram e.

 

Cudabûna navbera çandan, bi jihevdûrbûna cografîk a civakan ve jî girêdayî ye. Li gel hin cudahiyan jî, çanda civak û gelên cîranên hev in, bêtir nêzîkî hev in. Navbera cografîk çiqas dirêj dibe, pêre cudahiyên navbera çandan jî zêde dibin. Civakên cuda çiqasî têkilî hev dibin, hewqas jî ji çandên hev sûd werdigirin û di bin bandora hev de dimînin. Piştî demekê, êdî ev dibe çanda wan jî û piştî demeketir jî, êdî tê jibîrkirin ku ew çand ji kur hatiye girtin. Ji bo bê zanîn, divê lêkolînên zanyarî li ser bêne kirin. Têkilayî, danûstendin û şerê navbera çandên ji hev cuda, bi têkilayiya civakên cuda ve raste rast girêdayî ye. Eger du civakên ji hev dûr bin û bi sedemek têkilî hev, an nêzî hev bibin, di destpêkê de cudahiyên wan dibine sedemên şer û pevçûnan, lê di dawî de civaka serdest, bi çanda xwe jî bi ser dikeve. Lê li gel vê yekê, aliyê serkeftî jî, di bin bandora çanda aliyê din de dimîne û tiştên li gor xwe baş, dike malê xwe, li wan xwedî derdikeve û ji bo tunekirina yên din jî têdikoşe.

 

Bi taybet bi pêşketina teknolojiyê û amûrên ragihandiniyê, yên mîna radyo, televizyon, telefon û herî zêde jî di van demên dawî de înternetê re dinya bûye mîna gundek. Êdî her kes dizane di mala kê de çi xwarin dipije. Lewra bêhna xwarinên li malan dipijin, li nav gund digere. Loma jî çandên ji hev cuda her ku diçe, hev bêtir nas dikin, bi naskirinê re tehammul, xweşbînî û pejirandinek jî çêdibe û ne tenê ew, cî bi cî têkilî û danûstendin jî çêdibin û di gelek aliyên jîyanê de, êdî çand dişibine hev ango dibene yek. Pêre jî nêrînên ji hev cuda nêzî hev dibin, daxwazên ji jîyanê (xerab an baş) nêzî hev dibin. Bi kurtayî, diruvê mirovan her ku diçe bêtir dide hev.

 

Ev nêzîkayî bi giranî bi bandora pêşketina teknolojiyê çê bibe jî, ne tenê bi teknolojiyê ve girêdayî ye. Di van salên dawî de, bi taybet koçberiya gelên welatên rojhilat ber bi welatên rojava ve jî, di vê danûstendin û têkiliya navbera çandên cuda de roleke grîng dilîze. Rojhilatiyên ku her yek ji ber sedemekê têne welatên rojava, bê guman ku bi çand, bawerî û nêrînên xwe yên jîyanê ve tên û heya demekê jî dixwazin di şertên nû de jî wan bijînin, lê herî dereng heya nifşeke nû, zêde tişt namîne ji barên ku bi xwe re ji welatê xwe anîne. Bê guman ku tiştên dimînin û bandorê li ser çanda welatên rojava dikin jî hene. Bi taybet mîna xwarin, vexwarin û hin lîstik, têkiliyên rojane (mîna hev maçî kirin, çûnehata malbatan û germahiya sosyal û hwd.) Lê bêtir koçber û penaber diguherin. Kesên ku hatine ji gelek aliyan ve li ber xwe didin, lê bi zarokên xwe nikarin û piştî demekê, bi giranî ew vê guherandinê dipejirînin. Yên ku nikarin bipejirînin jî jîyanê li xwe û malbat û zarokên xwe re jî dikine dojeh. Mînak ji hin guherandinan: Li gel ku yên ji rojhilat tên ji sedî 90 musulman in jî, hin pîrozbahî û kevneşopiyên gelên rojava ku temamî bi xirîstiyaniyê ve girêdayî ne, bi wan re pîroz dikin, bi wan re dijîn. Mîna Noelê, sersalê, Paskalyayê û hwd. Malên xwe dixemilînin bi darên çam û ronahiyan û diçin serdana hev, ji hev re telefonan dikin, hev pîroz dikin û hwd.

 

Di vê tabloyê de mirov dibîne ku cudahî çi dibin bila bibin, di destpêkê de mirov nikaribe bi xwe bike jî, xweşbînî û paşê jî, eger bibe lihevkirin, hev pejirandin, germahî û danûstendina navbera çandên cuda, mirovahiyê ber bi hev ve dibe. Mirov çiqas nêzî hev dibin, nakokiyên navbera xwe bêtir û aştiyanetir çareser dikin. Hev nepejirandin, xweşnebînî, şer û pevçûn hinek jî ji ber nenasiyê û pêve girêdayî, pêşderazîbûnê û çîrokên ne xweş ên berê tên. Û ev jî, dibine sedema kaos û tevlîheviyan.

 

Çanda me: Bi rastî ev bi serê xwe mijarek e pir berfireh e, lê ez ê bi qasî ku bikaribim bi vê mijara giştî ve girêbidim, li ser hin tişt binivîsim.

 

Kurd ji destpêka şaristaniyê ve xwedî çandeke dewlemend in. Lewra yek ji wan gelan in ku yekem car derbasî jîyana dêmanî bûne û ajel kedî kirine erd ajotine, çandiniyê kirine. Her weha yek ji xwediyên çand û mîtolojî û mîratên şaristaniya Sumeriyan in ku ev şaristanî, ji mîtolojî, felsefe, civaknasî, şaristanî û gelek aliyan ve bûye ronahî ji tevayê mirovahiyê re. Mirovahî li ser mîrata wê şaristaniyê geş bûye û hatiye van rojan. Mirovahî, hîn jî rengên sumeran li ser rûçik û şanikên xwe xwedî dike. Lê di nav herikîna dîrokê de kurd bûne xwedî gelek çandên paşverû û neyînî jî. Bê guman sedemên dîrokî hene. Sedema herî mezin jî şer û êrîşên li dijî kurdan in. Çi ji ber ola wan, çi ji ber dewlemendiya çand û axa wan. Lê ev êrîş, bûne sedema ku kurd xwe li çiyan bigirin. "Pişta xwe ya bide mêrekî çê, ya çîyayekî asê". Çîyayên Kurdistanê, bûne parastgehên herî mezin ên kurdan, lê kurd ji ber heman sedemê jî, bi paş ve man. Her êrîşek, her dagirkeriyek, her talan û wêrankirinek, bi xwe re gelek tiştên neyînî anî. Kurd bi giranî ji ola xwe bûn, ji axa xwe bûn, ji çanda xwe, xweza xwe bûn, ji koka xwe, ji mîrata sumeran bûn. Û di nav wan de çandên din şîn bûn. Ji derûniya xwe bi dûr ketin. Eşîrî, birakujî û xiyanet, di nav demê de bû çandek ji bo me. Karkeriya xelkê û dijminayetiya birayê xwe, pejirandin û mêvanperweriya li hember biyaniyan û bi tu awayî nekişandin û nepejirandina birayê xwe, serî lê tewandina ji mezinatiya biyaniyan û dijminan re û serîhildana li hember mezinatiya birayê xwe, bûne çand û kesayetiyeke civakî ya pir xerab di nav me kurdan de. "Karkiro kedkiro ji xelkê re".

 

Dema em li vê tabloya xwe bi xwe jî dinihêrin, tê dîtin ku em çendî bi mîratên xwe û nirx û rûmetênşdi derûniya me de ve?arî ne ve girîdayî bin, em dê ew qas bi ser bikevin. Ji xwe, li hember ew qas ba û bahoz û tofanî eger em hîn jî li ser pîyan in, sedem ji sedî sed dewlemendiya nirx û rûmetên me ye ku di derûniya me de veşarî ne. Û her tiştên ku me ji dagirkerên xwe girtine jî, tevr û bêr in di destê me de ku em bi wan mezelê xwe bi xwe dikolin. Îcar ku em dixwazin dijminên xwe û her xerabiyên wanî ku bi xwe re anîne û di nav me de bi cî kirine di wî mezelî kin, em divê vegerine ser koka xwe û li nirx û rûmetên xwe yên di derûniya me de veşarî ne bigerin, derxine holê, li gor demê şirove bikin, pêş bixin û li dor wan kom bibin. Bê guman ku van hemuyan jî car din bi mirovahiyê re parve bikin. Bêyî ku ji bîr bikin, EW ÊN ME NE!...

 

Mahabad Felat Arda


Gotinên miftehî :