1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Çapemeniya kurd a bi kurdî
Çapemeniya kurd a bi kurdî,çapemeniya,kurd,a,bi,kurdî

Çapemeniya kurd a bi kurdî

A+ A-

Ji destpêka salên 1990’î bi vir de bi zimanê kurdî bi awayekî bêwestan û rawestan karê rojnamegeriyê bi kurdî tê kirin. Di 22’yê reşemiya 1992’yan de rojnameya Welat bi dirûşma “Welat geş dibe!” dest bi weşanê kir. Vê xebatê li bajarê Stenbolê dest pê kir. Hingî derftên xebatê tune bûn, kesên ku bi kurdiya nivîskî dizanîn pir kêm bûn. Rêz û rêzikên zimanê kurdî ji hev nehatibûn pişkaftin, xebat pir kêm bûn. Li gel vê yekê jî agirê şoreşa ku li çiyayê Kurdistanê vêketibû, li gund û bajaran belav bûbû. Vê yekê bandora xwe li xwende û rewşenbîrên kurd jî kiribû. Bi tîna vî agirî, xwende û rewşenbîrên kurd ketin nava liv û tevgerê, piştre jî sazî û dezgehên rewşenbîrî li pey hev hatin avakirin.

Belê, derfet gelekî kêm bûn, merc giran bûn. Hêzên dagirker ên ku li hemberî şervanên gelê kurd tengav bûbûn, dest bi şerekî qirêj kiribû, bi hêzên xwe yên kontrayî û bi destik û nokerên xwe li gund û bajaran dest bi kuştina mirovên sivîl kiribûn. Di nava çend salan de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên kurd hatin kuştin.

Hingî li dadgehan zimanê kurdî wekî “zimanê ku nayê fehmkirin” dihat pênasekirin. Li ber xebatên kurdî qeyd û bendên giran hebûn. Pirî caran rojnameya ku me bi xwe derdixist, dema ku bi me re bihata dîtin, wekî hêmana sûc dihate qebûlkirin û em dihatin binçavkirin. Heçî kesên din bûn, belkî ji ber rojnameyekê ji hêla endamên JÎTEM’ê ve dihatin îşkencekirin û kuştin.

Tevî hemû kend û kospan, hemû êrîş û berbendkirinan çapemeniya kurd berdewam kir, rojnamegerên kurd mirin da ber çavên xwe wan xebata xwe domand. Pêşî rojname, piştre ajans, piştre televîzyon hatin vekirin. Rojnameya heftane berê xwe da Kurdistanê, navenda xwe bir paytexta dilê kurdan, piştî demeke kurt jî rojnameya heftane dageriya rojnameya rojane.

Çapemeniya kurd bi derfetên kêm, di bin mercên giran de xebata xwe domand. Hê berî du salan bi dehan rojnamegerên kurd hatin girtin, piştî du salan hatin berdan. Lê îro dezgehên ragihandinê li bakurê Kurdistanê zêde bûne. Li gel sazî û dezgehên ji bakurê Kurdistanê, sazî û dezgehên ji başûrê Kurdistanê jî nûnergehên xwe li Kurdistan û Tirkiyeyê vekirine.

Dewleta ku bi salan di nav keft û left astengkirina xebatên kurdî û kurdan de bû, dît ku bi vî qûşî nagihêje Mûşê, rabû hinek dezgehên bi kurdî vekirin. Pêşî kanaleke televîzyonê hate vekirin, piştre ajansa fermî ya dewletê AA’yê dest bi nûçegihaniya kurdî kir.

Îro ew li ser nûçegihaniya bi zimanê kurdî konferansan li dar dixe. Li gorî xwe nûçegihaniya bi zimanê kurdî dinirxîne. Rayedarên dewletê li wir dev davêjin dezgehên ragihandinê yên kurdan, wan dezgehên ku bi xwîn û keda bi hezaran mirovan hatine avakirin. Hin kesên ku li gorî cihê ku lê ne xeber didin, li gorî muxatabê xwe şêwaz û zimanekî cuda bi kar tînin jî pesna xebatên ajansa dewletê didin. Xwedêgiravî xebatên dezgehên dewletê serkeftî dibînin.

Wekî rojnamegerekî ku bi salan di nav kar û barên rojnamegeriyê de ye, ez dikarim qala bi dehan nûçeyên girîng ên rojname û ajansên kurdî bikim. Nimûneya herî berbiçav qirkirina li Roboskê ye, heke çapemeniya kurd ev qirkirin ranegihanda, belkî piştî bi dehan rojan haya me jê çêbûya. Lê min bi xwe heta niha tu nebihîstiye ku beşa kurdî ya AA’yê nûçeyeke girîng der barê kurdan de ragihandiye. Ew beş bi tenê propaganda (ne ya dewletê jî) ya hikumetê dike.

Li vir ez mecbûr im, balê bikêşim ser aliyekî din jî,, li gorî bîr û baweriya min ev rewş şermeke giran e ji bo sazî û dezgehên kurdan ji ber ku wan heta niha der barê nûçegihanî û rojnamegeriya kurdî de tu konferanseke berfireh li bajarekî Kurdistanê pêk neaniye. Divê êdî çapemeniya kurdî xwe ji vê rewşê rizgar bike û li keda xwe xwedî derkeve, nehêlê ku tu kes li ser keda wan rûne.

Ji bo kesên ku li ser navê kurdayetiyê beşdarî wê konferansê bûne jî çend gotinên min hene; ji bo wan jî şermeke giran e ku li hemberî vê êrîşê bêdeng mane, jixwe amadebûna wan di konferanseke wiha de bi serê xwe cihê şerm û mixabiniyê ye. Wan bi vê helwesta xwe rûmeta kurdiniyê xistiye bin lingan.


Gotinên miftehî :