1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Çarenûs û çareserî
Çarenûs û çareserî,çarenûs,û,çareserî

Çarenûs û çareserî

A+ A-


Çiqas bextê me reş û kirêt e di nava cîhan!

Nemane bindest pepûk û reben Ji xeynî

Kurdan!...

(Osman Sebrî)       

Apê Osman Sebrî di pirtûka xwe ya bi navê “Bahoz” de di helbesta bi navê “Ji dest bextê reş û hevalên şaş” de bi van gotinan dest bi gotina xwe kiriye.  Ev rêzik berî 58 salan hatine nivîsandin. Îro her çiqas li gorî berê stêrka me geş be jî, hê jî bextê me reş e. Niha gelek kes dibêjin, “Di vê heyamê de dê ku ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi qezenc û destkeftin derkevin kurd in.”


Gelo bi rastî wisa ye? Tiştekî ji sedî sed mîsoger û dabînkirî nîn e. Her wekî çawa mirov tevî kend û kospên hêzên cur bi cur, dawiya dawîn çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dikin, gel jî heke jîr û jêhatî bin, ji bo doza xwe yekdil û yeksoz bin, ji hev re xêrxwaz û dilovan bin dikarin doza xwe bi ser bixin û bigihêjin miraz û meqseda xwe.


Îro ji bo kurdan ev derfet heye. Lê encam dimîne li ser dilsozî û berhemendiya wan.  Van rojên han, hevalekî got, “Niha li Rojhilata Navîn her kes destkeftinên xwe ji dest dide, kurd qezencê dikin, çima?” Min jî got, “Gava ku her kesî qezenc dikir, kurdan winda kir lewma.” Bi rastî jî di destpêka sedsala bîstan de kurd, digel ku hinek rewşenbîrên wan hişyar bûbûn jî, bi piranî di xeweke giran de bûn, li ser bingeha êl û êşîran, li ser bingeha ol û mezheban jihevketî û parçekirî bûn. Dema ku Qoçgirî xwîn digirî, deng ji Amedê nedihat. Dema ku ala azadiyê li ser çiyayê Agirî pêl dida, haya Dêrsimê ji hayê felekê nebû. Haya Şêx Seîd ji Şêx Mehmûdê Berzencî tune bû. Lewma jî hêzên emperyal her parçeyekî xaka Kurdistanê bi ser welatekî ve berda, aliyek da tirkan, aliyek da ereban, aliyek jî ma di bin destên eceman de.


Kurd dikarin deriyê xêrê li ber xwe jî û li ber gelên din jî vekin. Statûya ku di destpêka sedsala bîstan de ji hêla hêzên emperyal ve hatibû diyarkirin êdî têk diçe, dê sînor û tixûb biguherin. Li herêmê şerekî gur tê meşandin. Ji bilî kurdan hemû gel û komik ji bo doza olî û mezhebî têdikoşin. Sunne û şîa şerê xwe yê bi sedan salan dubare dikin. Li holê bi tenê kurd mane yên doza mafên neteweyî, doza azadî û yeksaniyê dikin. Şerê mezheban ne şerê vê sedsalê ye, şerê raboriyeke pir kevn e. Liv û tevgera nûnerên vî şerî jî li gorî bîr û baweriya wan e. Helwesteke req û hişk, kirinên li dijî  sinc û rewişta mirovahiyê. Binêrin li ser navê mezheban radibin mizgeftên hev bombe dikin, serê mirovan jêdikin û wekî goga pêyan pê dilîzin.  Mixabin em jî ketine tora van mirovxurên hov û reştov.


Di vê rewşê de kurd dê çi bikin? Helbet divê serê pêşîn dubendiyên hizbî bidin aliyekî, yekîtiya xwe pêk bînin. Piştî ku wan kongreya xwe ya neteweyî pêk anî, bi awayekî demokratîk li ser statûya xwe nîqaş û gotûbêjan bikin. Divê helwesta kurdan li gorî rastî û pêdiviyên sedsala 21’ê be. Her wiha kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengiya doza azadî û yekî dikin, ala vê dozê di destê xwe de hildigirin, divê helwesta wan jî li gorî vî peywir û mîsyonê be. Lewma pêwîst e ku ew hêvî û daxwazên gelên din jî li ber çavan bigirin.


Belê rast e, di dilê hemû kurdên azadîxwaz de xewn û xeyala welatekî serbixwe heye, lê divê kurd hişyar bin, tovên dijminatiyê li ser axa Rojhilata Navîn nereşînin. Her wiha tu forma statûyê jî divê wekî tekane çareserî neyê dîtin. Ew jî nebe sedema şer û pevçûnên navxweyî.  Hemû formên çareseriyê aliyên wê yên erênî hene, aliyên neyînî hene, bi gotûbêjeke demokratîk û bi bêhneke fireh divê kurd gotina xwe bikin yek û xebata li gorî wê bimeşînin. Tiştê ku divê kurd xwe jê dûr bigirin şerê ol û mezheban e. Divê bi tu awayî xwe nêzî aliyek ji van aliyên kevneperest û paşverû nekin. 


Gotinên miftehî :