1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Çavsorî ji çavkorî ye!.
Çavsorî ji çavkorî ye!.,çavsorî,ji,çavkorî,ye

Çavsorî ji çavkorî ye!.

A+ A-

Ji destpêka bi taybet polîtîkaya ”Vebûnê” ya AKPê ve, hema bêje hemû derdorên tirk û ji bilî Tevgera Azadiyê pê ve jî hemû derdorên kurd, hêviyeke mezin ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û partiya wî AKPê kirin. Bê guman ku ev hêvî ne ji sedî sed bê bingeh bû. Hin tiştên ku dihatine kirin, di dîroka Komara Tirk de yekem car bûn û heya wê demê jî tu hukûmetî newêrîbû bîne ser ziman jî. Mîna biserdeçûna hin endamên şerê taybet yên demên beriya AKPê, çi di nav artêşê de û çi jî di nav polîsan de. Her wiha bahsa pirsa kurd bi ”dilêrî” dihate kirin. Dîsa pirsgirêka elewiyan û yê romanan û gelek pirsgirêkên civakî yên din, bi ”dilêrî” dihatine ziman.

Belê ev yek hêviyek dida, lê ev ji bo hin derdorên niyet baş, hêviyeke bê hesab û apolîtîk bû. Ji bo hin derdoran jî ku bi tu rengî nekarîn li dijî Tevgera Azadiyê bibine alternatîf, ev yek bû fersendek û partiyek dewleta tirk mîna alternatîf û çareserî dane pêş. Ew qasî bi pêşve çûn ku ev derdor, pîvana welatparêziyê, bi parastin û destekkirina AKPê ve girêdan.

Tevgera Azadiyê bi pîvan û şik nêzî vê pêvajoyê bû, lê di cî de red jî nekir. Tenê bi tedbîr tevgeriya û fersendê jî da yê hemberî xwe. Bi vî rengî hin gav jî hatine avêtin, lê bi ser neketin. Gelek kesî, gelek tişt gotin û bi giranî jî AKP û parastvanên wê yên kurd jî di nav de, sedema têkçûna vê pêvajoyê bi Tevgera Azadiyê ve girêdan.

Ya rastî ne ev bû bê guman. Rastî ew bû ku belê sîstema cîhanê biryara ”çareserî”ya pirsgirêka kurd dabû û ji bo vê destek û derfetên mezin jî didane hukûmeta AKPê. Lê him sîstem û him jî dewleta tirk û hukûmeta wê AKP, dixwestin li gor xwe bilîzin. Sîstemê xwest bi rêya Hukûmeta Başûr li bakur bandorek bike, PKKê bêhêz bike û bi hin mafên piçûk xwe ji vê pirsgirêkê rizgar bike û AKPê jî xwest Tevgera Azadiyê û gelê kurd bi her rengî bixapîne. Mîna ku hin gavan davêje û hîn jî dê bavêje kir. Lê bi tenê ji bo dem kar bike û zemînên li gor xwe amade bike, tevgerê û gelê kurd bêzar bike da êdî qîma xwe bi çareseriyên piçûk jî bînin. Bi vî rengî dê R:T: Erdogan jî bibûna lehengê sedsala 21î. Ev dê deriyê Rojhilata Navîn jî bêtir ji wan re vekirana û dê rola xwe ya dema Osmaniyan car din bilîstana.

Rastî ev e ku, Komara Tirkiyeyê ku li ser kavilên Osmaniyan, bi destê dewşormeyan, li ser îdeolojiya tirkîtiyê û kemalîzmê hate avakirin, ji rastiya xwe ya bingehîn tu tiştekî wenda nekiriye. Lewra ew rastî, sedema hebûn û jiyîna wan e. Heştê sal berê digotin ”Ji vî welatî re komunîzm jî bivê, em dê vê bikin.” Îroj jî heman mentalîte, nêrîn û mantiq derbas dibe, tiştek neguheriye. Dîsa di polîtîkayên asîmîlasyonê de tu tiştek neguheriye. Vekirina kanaleka bi kurdî û piştî dibistana sereta dersên kurdî yên bijarî, nikarin bibin îsbata destjêberdana dewletê ya polîtîkayên asîmîlasyonê. Ev tişt di bin kontrola dewletê de ne û di encama şerê 30 salî û xwîna bi dehhezaran şehîdî ve ev gav ji neçarî hatine avêtin. Ne tiştek in ev jî, bi tenê xapandin in. Lewra dewlet nahêle tu gavekî ji derveyê biryar û kontrola wê bê avêtin û bi hemû tundiya xwe ve bi ser ve diçe.

Rastî ev e ku du tu demên Komara Tirkiyeyê de, civaka tirk ev qasî dejenere nebûye, ev qasî, kor nebûye, ev qasî nijadperest nebûye, evqasî bi psîkolojiya dewariyê tevnegeriyaye. Di tu demên Komara Tirkiyeyê de, gel û dewlet ev qasî nehatiye şêlandin û xapandin. Di tu demên Komara Tirkiyeyê de jin, evqasî mîna kesayet nehatine xistin û nehatine kuştin. Yên meraq dikin bila biçin li îstatîstîkan binihêrin. Di tu demî de ev qasî siyasetmedarên kurd bê bingeh û sedem nehatine girtin. Di tu demî de ev qasî zarokên kurd nehatine kuştin û kujerên wan nehatine bixelatkirin. Di tu demî de ev qasî dijminahiya muxalefetê nehatiye kirin. Di tu demî de çapemeniya tirk ev qasî neketiye xizmeta hukûmetekê û kesekî. Lê di tu demî de jî tu hukûmeteka tirk di polîtîkayên xwe yên hundir û derve de evqasî nezan, kor û har nebûye û têk neçûye.

Bi sedan tişt dikarin bêne gotin, bi tenê ji bo van deh salên dawîn ên dema AKPê.

Herî dawî, doh, çi bû? Erdogan çi got ji bo Rojavayê Kurdistanê? Rojava bi temamî terorîst îlan kir û got: ”Mafê me yê mudaxeleyê heye.” Di bin de jî Hukûmeta Başûr tehdît kir.

Îcar divê bê gotin ku ev dewlet, li fîzanê kurd bibine xwediyê xwe û mirîşkekê jî, dê çav berî wê mirîşkê bide, nahêle ku kurd xwedî bikin û jê sûd wergirin. Rastî ev e, ne tu tiştek din, bila kesek xwe nexapîne.

Û kurdên dewletê, ango kurdên spî: Hin ji van mîna ”siyasetmedar”, hin mîna ”zimanzan”, hin mîna ”hunermend”, hin mîna ”nivîskar” û hwd. mîna tîyê li çolê çav bi gola avê bikeve, ber bi vê lîstokê ve baz dan û bûne pêlîstokên destê dewletê. Lê ev yek ne bi xapandina wan, lê bi dilê wan pêk hat ku ya grîng û mirov li ser divê birame jî ev e. Lewra rêyek baş ji bo debara wan vebûbû û kurdayetî jî êdî navgînek bû ji bo wan.

Di bin navê xizmeta ziman, wêje, dîrok, folklor û çanda kurdî de û di bin navê siyasetmedariya kurd de çûn di sazî û dezgehên dewletê de dest bi ”xebat”ên xwe kirin, di televizyonên dewletê û Fethullah Gulen de bûne programçêker û aqilmendên kurd.

Hin malperên qaşo kurd, mîna weşana AKPê xizmetê kirin. Ji aliyekê ve wergerandina nûçeyên manîpulatîf ên ji rojnameyên tirk ku li ser maseyên MÎTê têne amadekirin û serwîskirin û ji aliyê din ve jî propogandaya AKPê bûbû (hîn jî wisan e, lê ne ewqasî aşkere) karê wan ê esasî. Ev hemî di bin navê kurdayetiyê de hatine kirin.

Hûn ên hêvî bi AKPê û R.T. Erdogan ve girêdan û mîna her carî dijminahiya Tevgera Azadiyê kirin, hûn dê niha çi bêjin?

Hûn ên pîvanên welatparêziya resen, bi parastina polîtîkayên AKPê ve girêdan û gelek caran aşkere gotin ”yên ku AKPê û ´vebûn´a wê neparêze, ne kurd e, di xizmeta dijminan de ye”, gelo hîn jî ew rû bi we re heye li nav çavên kurdan, an zarokên xwe binihêrin?!.

Serokê we Erdogan çi gotiye? ”Mafê me yê mudaxeleyê heye” Ev faşîstê ku tehamula wî ji tu pêşkeftineke kurd re tune, dê çewa bibe merhema birîna we?

Lê ka hûn milîtanên AKPê ku di hemû liv û tevgerên xwe de we ji AKPyiyan bêtir xizmeta Erdogan kir, hûn dê çi bikin?!

Şaşî û rûreşiyên mirov wiha rojek li nava çavên mirov jî dikevin. Kesek nikare rê li ber vê bigire, lewra rastiya jiyanê ev e.

Pêşiyên me beredayî negotine ”Ruh dibe buhust lê dijmin nabe dost”. Ango ”Neyarê bav û kalan nabin dostê kuran.” Îcar gotina min ji van kurdên dewletê re ew e ku dev ji vî karê bêyewm û kambax berdin. Ev dewlet dema hin gavan davêje û eger di pêşerojê de hîn zêdetir jî bavêje, vê yekê ne bi xêra bavê xwe û ji bo çavên me yên reş û belek dike û dê bike. Têkoşîna gelê kurd e ku dijminan neçarî hin tiştan dike. Vê rastiyê bibînin û li gor wê tevbigerin, an na dê dîrok we bi lanet bi bîr bîne.

Mahabad Felat Arda [email protected] 2012-07-25


Gotinên miftehî :