1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Çewtiyên Berbiçav ên Rêzimana `Hînkerê`
Çewtiyên Berbiçav ên Rêzimana `Hînkerê`,çewtiyên,berbiçav,ên,rêzimana,hînkerê

Çewtiyên Berbiçav ên Rêzimana `Hînkerê`

A+ A-

Pirtûka bi navê “Hînker” serê vê salê ji nava weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  derket. Pirtûk ji aliyê Ronayî Onen, Samî Tan, Mevlut Aykoç û Sadik Varli ve hatiye amadekirin. Ji bo hînkirina zimên pirtûkeke cuda û baş e. Mijar hatine hêsankirin, hîndariyên cuda hatine dayîn û pirtûk têr û tije ye. Lê dema ku min bi çavekî zanistî û rexneyî li  rêzimana pirtûkê nihêrî, min dît ku çewtî û kêmasiyên berbiçav tê de hene.  Çewtî dema ku weke rastiyê belav bibin, tevlihevî derdikevin, rêziman û mirov dilikumin. Divê hevalên amadekar, di mijara rêzimanê de hinekî din jî baldar bin. Bi awayekî, ev çewtî divê bên rastkirin. Bi taybetî jî amadekirina Hînkera diwemîn û sêyemîn de, divê hevalên me, bala xwe baş bidin rêzimanê.

 Di qada rêzimanê de êdî mirov dixwînin, lêkolînan dikin, tiştên çewt tên dîtin. Hevalên ku xebatên bi vî hawî dikin,  divê guh bidin der û dora xwe jî. Qada rêzimanê, qadeke zanistî ye, li ser vê qadê, mirov jixwe nikare bê bingeh û îspat mijarekê vebêje.

 Îro  bi Hînkerê li gelek ciyan, di asta yekemîn de, ders tên dayîn. Ji ber vê semedê, hevalên me, divê wan çewtiyan, gaveke zûtir rast bikin. Çewtiyên ku min tespît kirin ev in:  

“QERTAFA DEMA BORIYA DÛDAR”
Di tabloya rûpela  99’an de, qertafa dema boriya dûdar wiha hatine dayîn:

-e/-iye
-ne/-ine

 Çewtiyeke wiha divê nehata kirin. “-ine û -ne” tu carî nebûne û nabin qertafa dema boriya dûdar. Hevalên amadekar, qertafa kesên pirjimar û ya dema boriya dûdar tevlihev kirine. Qertafa kesên pirjimar “-in”ê, bi qertafa dema boriya dûdar “-e”yê ve zeliqandine.
Qertafa dema boriya dûdar  “-e” ye. Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdêr be, dengdara alîkar “y” tê û dibe “-ye”.
Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdar be, ev qertaf li gorî kesê sêyemîn û yekjimar dibe “-iye”

Mînak:   Ez çûme
              Ew çûye
              Ew hatiye
              Ew hatine

hat=raya lêkerê ya dema borî
-in= qertafa kesên pirjimar
-e=qertafa dema boriya dûdar

Mînakeke din:
Ew çûne

çû= raya lêkerê ya dema borî
-(i)n= qertafa kesên pirjimar
-e= qertafa dema boriya dûdar

 “-in” qertafa kesên pirjimar e. Li dawiya lêkerê tîpeke dengdêr hebe, ev dibe “-n”.


 QERTAFA DEMA BORIYA DÛDAR LI GORÎ KESÊ DIWEMÎN Ê YEKJIMAR
Dîsa di heman rûpelê de li jêr tabloyek heye. Di wê tabloyê de qertafa dema boriya dûdar, di kesê diwemîn de nehatiye bikaranîn. Ji bo çi nehatiye bikaranîn, nîşe jî nehatiye dayîn.

Mînaka ku hatiye dayîn:
Min tu dîtiyî?(dema boriya dûdar)
Gelo ev dema boriya dûdar be, kanî qertaf wê “-e”?

Di kesê diwemîn ê yekjimar de bikaranîna qertafa dema boriya dûdar wiha ye:
Mînak:
Tu ketî(dema boriya têdeyî)
Tu ketiye(dema boriya dûdar)
ket: raya lêkerê ya dema borî
î: qertafa kesê diwemîn ê yekjimar
y: tîpa alîkar
e: qertafa dema boriya dûdar

Li gorî rêgezên rêzimanê divê wiha be. Eger weke sedem, zimanê devkî bê nîşandan, ev nabe palpişt, zimanê devkî ergativiyê jî, aqûzativiyê jî binpê dike; lê em di rêzimanê de wan rast dikin.

RAWEYA XWESTEKÎ
Di vê mijarê de jî çewtiyeke berbiçav hatiye kirin. Ev mijar divê nehata tevlihevkirin; lewre di rêzimana kurmancî de, ev mijar xwedî aloziyê nîn e.
 Li tabloya rûpela 45’an de ev mînak hatine dayîn.

Mînakên ku hatine dayîn:
Ez dixwazim/naxwazim biçim.
Tu dixwazî/naxwazî biçî.
Hevok bi vî awayî didomin. Raweya xwestekî bi vî awayî çênabe. Lêkera “xwestin”ê lêkereke alîkar e, weke lêkerên “karîn, zanîn, wêrîn”ê, bi lêkerên din re tê bikaranîn. Çawa çewtiyeke bi vî hawî hatiye kirin, min fam nekir.

 Çêkirina Raweya Xwestekî bi vî hawî ye:
Raweya xwestekî bi qertafa “-bi” yê çêdibe.
Ez bixwim.
Tu biçî.

Di van mînakan de, raweya xwestekî heye. Weke din bi peyvên “xwezî” û “bila” yê jî çêdibe. Lê her du ji hev cuda ne.

Xwezî ez bixwim.
Bila ez bixwim.
Bi vî hawî xwestek û daxwaz xurt jî dibin.

Raweyên xwestekî yên din jî, bi peyvên “divê”, “heke-ku”yê çêdibin. Di raweya fermanî de jî jixwe “bi,   -e/in” tên bikaranîn.
Lê raweya xwestekî, weke ku amadekaran diyar kiriye, çênabe. Bi lêkerên alîkar raweya xwestekî çênabe. Divê ev çewtî jî demildest bê rastkirin, serê mirovan neyên tevlihevkirin. Ji amadekaran birêz Samî Tan di pirtûka xwe ya rêzimanê de ev mijar rast vegotiye, di Hînkerê de çewt hatiye vegotin.

QERTAFÊN TEWANGÊ YÊN NEBINAVKIRÎ

Em, vê mijarê di pirtûka xwe de bi awayekî din vedibêjin. Lê li gorî vegotina amadekaran jî çewtiyeke berbiçav heye.

Em herin li lîteratora rêzimanê ya cîhanê binihêrin. Tewang tu caran bûye nebinavkirî? Ev ji ku derket? Ev jî pirsgirêkeke din e. Tewang, tewang e, nebinavkirina tewangê tune ye. Nebinavkirinê, qertafên nebinavkirinê çêdikin. Ew jî “-ek û -in” in.

Em bên ser mijara xwe. Hevalên amadekar, qertafên tewangê, bi qertafên nebinavkirinê ve zeliqandine û  tiştekî nû çêkiriye: “qertafên tewangê yên nebinavkirî”. Mirov nikare qertafan bi hev ve bizeliqîne û weke yek qertafî  nîşan bide; li gorî rêbazên rêzimanê jî ev çewt e.

Mînakên ku hatine dayîn:
Ez darekê diçînim
Zelal kevirekî diavêje.
Em hevalinan dibînin.

Ev qertaf ji hev cuda ne, mirov nikare bibêje: -ekê, -ekî, -inan, ji yek hêmanê pêk hatine.
Qertafên nediyariyê “-ek û -in” in.
Qertafên tewangê(diyariyê) “-ê,-î,-an” in.

Hin Kêmasî û Pêşniyaz  di Heqê Hînkerê de

1. Di rûpela 7’an de tîpên “m û q” di mînakan de hatine jibîrkirin. Divê lê bên zêdekirin.
2. Dema ku qertafên kesane hatin dayîn divê tîpên dengdêr û yên alîkar bên destnîşankirin û têkevin nav kevanekê. Ji ber ku ew carinan nayên bikaranîn.
Mînak:    -(i)m/-me
 -(y)î,
 -(y)e
-(i)n/ne

3. Li şûna peyvên mîna “nebinavkirî” , “têgeh” û “rêzimanî” mirov, “nediyarî, têgîn, rêzimanê” bi kar bîne, bêtir wê di cî de be.

Mînak: Qertafên nediyariyê
            Qertafên rêzimanê
            Têgînên pirtûkê

Ji ber  ku wateyên wan ne weke hev in.

 4. Di rûpela 63’an de, rayên lêkerên dema niha, weke rayên lêkerên ku di dema borî de ne xuya dikin. Divê lêkerên ku di dema niha de hatine bikaranîn tam bên dayîn.
 5. Di rûpela 104’an de “lêker” weke “rader” hatine binavkirin, divê ev jî bê rastkirin. 

Bahoz BARAN