1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Çê Kiro Bixwe Kiro!
Çê Kiro Bixwe Kiro!,çê,kiro,bixwe,kiro

Çê Kiro Bixwe Kiro!

A+ A-

Li Skoçyayê cotkarekî pir û pir xizan hebû. Navê mêrik Fleming bû. Rojek ji rjan, ku li nav erdê xwe dixebitî, bi qêrîn û hewarekê re veciniqî. Bi lez ber bi cihê ku deng jê hat, reviya. Ji nişka ve nihêrî ku zarokek heta navê ketiye çiravê, ji bo xwe rizgar bike li ber xwe dide. Zarokê reben, ji aliyekî ve jî heta ku qewet tê de hebe dike hawar. Cotkêr zarok ji çiravê derxist û ji mirineke erjeng rizgar kir.

Siberojê, ji erebeyek pir xweşik a ku hate ber deriyê wî mirovekî arîstokrat ê cil û bergên lihevhatî lê, daket. Xwe wekî bavê zarokê ku cotkêr rizgar kiriye, da naskirin.

"Te kurê min rizgar kir, li hemberî vê yekê ez dixwazim tiştekî bidim te." Lê Fleming ê xizan û bi rûmet got: "Ez nikarim bipejirînim!" û xelata wî paşve vegerand. Di wê hingê de kurê cotkar ê biçûk li ber derî xuya kir.

"Ev kurê te ye?" Cotkar bi serbilindî bersiv da, "Erê." Arîstokrêt got: "Were ez û tu peymanekê bi hev re çêkin. Kurê xwe bide min ku ez bikim ew perwerdeyeke baş bibîne.

Heke li bavê xwe hatibe, di pêşerojê de dê bibe kesekî ku tu serê te pê bilind be."

Di encama van axaftinan de kurê Fleming bi desteka yê arîstokrat dest bi perwerdeyê kir. Sal di ser re derbas bûn. Kurê Flemingê cotkar li Londrayê St. Mary's Hospital, Fakulteya Tibê kuta kir. Wî li hemû cîhanê navê xwe bi dîtina penisilinê belav kir û bi navê 'Sir Alexander Fleming' hate naskirin.

Piştî demekê kurê yê aristokrat bi nexweşiya zatureyê ket. Gelo ew bi çi rizgar bû? Penisilin!

Navê aristokrat: Lord Randolp Churchill bû...
Navê kurê wî: Sir Winston Churchill bû.


Gotinên miftehî :