Çîroka gerok,çîroka,gerok

Çîroka gerok

A+ A-

Rojekê li nexweşxaneya dînan doktor dibîne ku dînek ereboka destan berevajî diajo. Bi meraq diçe cem û rastajotinê nîşanî yê dîn dike. Yê dîn lê vedigerîne û dibêje:

- Wê rojê, min wekî te nîşan da ajot. Heta êvarî bi min qûm dan kişandin. Tu gelekî biaqilî, ma?

Yek dikeve rê, dibêje "ez ê herim ji xwe re dereke bê derd û bê xem bibînim." Welat bi welat digere. Dar û daristan, çiya û banî digere, lê dereke bê xem nabîne. Dihere ku, kul û xemên mirovan hene.

Dawiyê li qesrekê rast tê. Dibîne ku yek ribaba wî di destê wî de ye, hey ji xwe re li ribabê dixe. Şûşa şeraba wî li ber wî ye, di ber re vedixwe. Qesrek dora wê bi şênkahî, bi dar û ber e.

Dihere ber û dibêje: -- Birao, ez li dereke bê kul û xem digeriyam. Xuya ye tu mirovekî bê kul û xem î, wa ye tu li kemanê dixî, şerabê vedixwî.

Mêrik dibêje: -- Ji ser serê min here, derdê min besî min e, xemên min pir in.

Lê ew bi israr dibêje, "xuya ye xemên te tune ne". Mêrik dibêje:

-- De rûne, ez ji te re derdê xwe bêjim. Ez qiralê li vî welatî me. Û hevsera min nexweş ket. Bijîşkan biryar dan ku dê bimre û hew bijî. Ez çûm ser hevsera xwe, hevsera min got "tu ji min hez nakî." Min jî got, ez pir ji te hez dikim. Got "na, va ye ez ê bimrim, tê bi yeka din re bizewicî." Min got ez bi kesî re nazewicim. Got "heke wisa ye, ka yê xwe jêke!" Min jî jêkir. Karê xwedê ecêb e, hevsera min nemir, rihet bû. Dem derbas bû, hevsera min doz li min kir. Bi hev re razan, lê tişt ji min nedihat. Dawiya dawî nema qebûl kir. An dê biçûya, an dê biçûya. Min jî gelekî jê hez dikir. Kesekî ez pê bawer bibûma jî tunebû. Bexçevanê min bi şertekî qebûl kir. Dema ku bi wê re bûya, diviya jê re li ribabê biketa. Niha jî ew pê re ye, ez jî jê re li ribabê dixim. Ji bo ez xwe ji bîr bikim jî, ez di ber re şerabê vedixwim."

Berhevkar: Jan Çiya


Gotinên miftehî :