çîroka min a kin,çîroka,min,a,kin

çîroka min a kin

A+ A-

Çawa ku Sîwan ket hundir, got: "Hela bi wî seriyê aliyê xwe bigire û bilind bike." Pêşî kartonplaka xwe bi benên jorîn ê ku berê amade kiribû ve girê da. Ji bo hilkişe jor û dakeve jêr, pêlpêlkeke ku li ser çar tekeran bû amade kiribû, destê xwe da pêlpêlkê û dehf da, anî seriyê din. Di vê navberê de çapereke mezin li ser kaxezeke mezin pergalek dinivîsî.

Sîwan piştî salek dûrketina ji Amedê, hîn nû vegeriyabû. Piştî dîtina dê û bavê xwe, xwestibû hevalê xwe yî zarokatiyê jî bibîne û hatibû cem Rêzan. Pêşî xwişka Rêzan gotibû "Rêzan ne li mal e", lê piştî ku dengê Sîwan çûbû diya wî, dayê dengê wî nas kiribû û dabû pêşiyê û ew bi asansorê daxistibû qatê bingehîn ê avahiyê.

Li wir di deriyê dawî yê asansorê re derbasî korîdorekê bûbûn ku tijî êzing bûn. Diya Rêzan, Gulbîn Xanimê piştî vekirina du deriyan ew anîbû vê odeya fireh.

-- Tu bi xêr hatî?
-- Spas. Tu çi dikî lo?
-- Hela bi wî seriyê aliyê xwe bigire û bilind bike. Dayê tu here jor, lê ji îro û pê ve tu kesî nîne jêr. Êdî min gazî te nekir, tu jî neyê. Çi dibe bila be.
-- Bibore Rêzan, min nizanibû karekî te yî taybet heye, an na min tu aciz nedikir.
-- Na! Ji xwe min ji diya xwe re gotibû rojekê ku ew hat, wî bîne jêr û hew.
-- Aha!
-- Erê. Ez dixwazim haya te tenê ji vê xebata min hebe.

Aliyekî Rêzan û Sîwan ê hevpar hebû. Her du jî, ji bilî hevaltiya zarokatî, bernamenûsê komputerê bûn. Lê Rêzan her wisa di warê hardware (amûrên hişk) de jî pispor bû.

Rêzan kaxezên ku ji çapera mezin derdiket li erdê dirêj kir. Li erdê 9 metro dirêjahî, 3 metro jî firehî kaxez danî. Dema ji Sîwan re got "ka wê bandê bîne û ji wî serî bikişîne vî serî", Sîwan ji jor ve keşfa xwe yekem a vî karî qedandibû:

-- Te karteke navendî ya komputerekê çêkiriye, lê ev dê bi kêrî çi bê?
-- Ji bo hesabên mezin!
-- Lê evqas hardware dê ji alî kîjan CPU (...) ve bên bikaranîn? Li piyaseyê CPU ya herî pêşketî 2.0 e. Ka dê çawa ji bîn barê vî hûtî rabe?

Wê salê li Amedê hêdî hêdî navê CPU yên dudendik dihat axaftin, lê hêj li piyaseyê tunebûn. Jixwe hîn Pergalên Xebatê yên wekî Windows, Ubuntu û MAC OS'ê jî ji bo CPU yên dudendik versiyonên xwe belav nekiribûn. Di rewşek wiha de bi rastî jî ev make karta dêwîn ku Rêzan li dîwêr saz dikir, dê nexebitiya.


Gotinên miftehî :