1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Ê te û bavê te be lawo!
Ê te û bavê te be lawo!,ê,te,û,bavê,te,be,lawo

Ê te û bavê te be lawo!

A+ A-

Bikaranîna zimanê kurdî di xwendin û nivîsînê de bi taybet piştî derketina Rojnameya Welat bêtir ket rojeva kurdên bakur. Bi destpêkirina Med TV re jî demek nû vebû û gavek mezin hat avêtin, li gel hemû kêmasiyan jî, ev rastî nikare bê înkarkirin. Piştî ku internet ket nav jiyana me û pê re jî roj bi roj malperên kurdî vebûn, ev pêvajo bê guman ku bêtir lez girt û bi xwe re pir tiştên erênî jî anîn di vî warî de. Her wiha divê ked û xebata kovarên ku bi taybet piştî salên 1990î derketin û heya niha jî, neyê jibîrkirin. Dîsa ajansên kurdî û îroj jî bi taybet ajansa nûçeyan DÎHA bi bedêlên giran û di bin zor û zextên mezin de xizmetên xweşik dike.

Cîhana nivîs û xwendina bi kurdî, dîsa bê guman ku bi van jî bi sînor nema. Gelek pirtûkên çîrokan, roman, lêkolîn, pirtûkên zarokan, yên rêziman û hwd. jî derketin. Rexnekirina kalîteya van berheman yek bi yek û sedema zêdebelavnebûna van berheman û nexwendina wan jî mijarek din e. Bi qasî dizanim, pirtûkeka bi kurdî hatiye nivîsîn herî baş hezar heb difroşe ku ev jî ciyê dax û mixabiniyê ye. Lê mijara vê nivîsê ne ev e.

Li gel van hemû aliyên erênî jî, mirov caran bala xwe dide bikaranîna ziman, mirov ji xwe re diheyire û nizane çi bibêje. Min berê jî gotibû, li gel ku ez ji sala 1992an û vir ve bi nivîsandin û xwendina kurdî ve mijûl im, lê ez ne zimanzan im. Lê ji bo dîtina hin rastiyan, pêdivî bi zimanzaniyê jî nine, lewra ez di mala xwe de bi kurdî mezin bûme û heya neçar nemame ez bi tirkî jî tu carî neaxivîme. Her wiha piştî sala 2002an jî, min bi temamî dest ji nivîsandina bi tirkî berdaye. Ez ê zêde dirêj nekim û çend mînakan bidim ku zimanê kurdî, bi fikirandin û xiyaldanîna zimanê tirkî û ji sedî sed wergerandina ji zimanê tirkî, çewa tê tarûmarkirin.

- Di şewata li mala rez derketî de 2 kes mirin (01.08.2009 12:50 DÎHA) Ev sernivîsa nûçeyekê ye û dixwaze bêje ku ”Di şewata li Mala Rezan de 2 kes mirin” Berdewama nûçeyê: Di şewata li mala rez ya li Navçeya Pertekê ya Dêrsîmê derketî de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Mirov çewa jiyana xwe ji dest dide, ya rastî ez bi xwe nizanim û îdîa dikim ku tiştek weha di zimanê kurdî de nîne, çêkiriye. Lê mixabin ku ev gotin êdî hema bêje rûniştiye û di hema hemû weşanên kurdî de tê bikaranîn.

- 125 girtî ji bo hukumxwar Çelîk bê tedawîkirin serlêdana dayîna 'mejiyê hestî kirin' (01.08.2009 10:46 DÎHA) Di vir de nûçegihan xwestiye bêje ku ”125 girtî ji bo dermankirina Çelîk serî lê dan ku mêjiyê hestî bidin.

- Festîvala Cîlokê li hinceta 'operasyonê' qelibî (01.08.2009 11:45 DÎHA) Yanê dixwaze bê gotin ku ”Festîvala Cîlokê bi hinceta operasyonê hat astengkirin”.

Ev çend mînakên piçûk tenê ji rojeva 2009-08-01 in. Û dixwazim bêjim ku bila hevalên DÎHAyê dilê xwe nehêlin, ev ne tenê kêmasiya wan e, ev kêmasî her roj di bi dehan weşan û TVyên kurdî de têne kirin.

Dîsa gotina ”Jiyan dikim” ku dîsa hezar mixabin bêtir di nav Tevgera Azadiyê de tê bikaranîn. Jiyan ne tiştek wisan e ku bikaribe bê kirin, ango jiyan nikare bê kirin, tiştek kirinê nîne, jiyan tê jiyan, mirov dijî, di nav de ye, nikare bi xwe bike!

Her wiha gotina ”Binçavkirin” her çendî êdî rûniştibe jî, li gor min şaş e, lewra ji sedî sed ji tirkî hatiye wergerandin û li kurdî nake. Dikare bêje ”desteserkirin” ku bêtir bi kurdî ye ev gotin.

Mînak pir in bi rastî, lê niha naxwazim zêde dirêj bikim, min tenê xwest balê bikşînim ser ku dema bi taybet jî nûçe têne amadekirin, mantiqa tirkî tê bikaranîn û hevoksazî, gotin, raman û honandin bi tu awayî ne bi kurdî, lê bi tirkî ne. Tenê bi ”kurdî” hatiye amadekirin û tiştek çelexwarî jê derketiye.

Îcar em dibêjin bi zimanê dayikê em dinivîsin. Gelo ka em hema yek nûçeyek, an nivîsek bi vî rengî ku ji sedî sed ji tirkî hatiye wergerandin û bi mantiqa tirkî hatiye honandin ji dayikeka xwe ya bi tirkî nizane re bixwînin dê çi bêje. Ez bawer im dê şaş fam bike û wisa bizane ku çêr lê tên kirin û dê bêje: ”Hema yê te û bavê te lawo, ma tu fedî nakî ji dayika xwe re wisa dibêjî!”

Bê guman ku nûçe ji her zimanî tên û dikarin bên wergerandin, lê divê beriya her tiştî em mantiqa wergerê hîn bibin ku ew jî ne ji sedî sed wergerandin e û em zimanê xwe siviktir bikin ku dayikên me jî bikaribin ji me fam bikin, lewra em bi zimanê wan dinivîsin, dixwînin û diaxivin qaşo.

Mahabad F. ARDA 2009-08-01


Gotinên miftehî :