1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. ÊDÎ DÎPLOMASÎ PÊWÎSTİYEK E
ÊDÎ DÎPLOMASÎ PÊWÎSTİYEK E,êdî,dîplomasî,pêwîsti̇yek,e

ÊDÎ DÎPLOMASÎ PÊWÎSTİYEK E

A+ A-

Rizoyê XERZÎ

Piştî berxwedana bêhempa ya şervanên kurd li Kobanê, nav û dengê vê berxwedan û tekoşîna li hemberî çeteyên hov li hemû cîhanê belav bû. Ev serkeftinên mezin ên Hêzên Parstina Gel ku di warê leşkerî de hatin kirin li hemberî hêza herî hov ya ku di demeke kurt de gelek bajarên Sûriye û Iraqê xistin bin destê xwe bû mînaka berxwedan û vîna gelan li hemû cîhanê. Bi van serkeftinan re êdî pirsa gelê kurd û Kurdistanê ji her demê bêtir li cîhanê deng veda.

Mirov dikare bêje ku berxwedana Kobanê nav û dengê kurdan ji nû ve û bi rengekî din li cîhanê belav kir. Her wiha ji hemû dost û dijminan re hate bêgumankirin ku xeta sêyemîn ya ku tevgera gelê kurd li Sûriyeyê ji xwe re hilbijart û mînaka rêveberiyên herêmî ango projeya xweseriya demokratîk rêya herî raste ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriye û hemû Rojhilata Navîn. Êdî piştî vê pêvajoyê hewcedarî bi çalakirin an jî ji nû avakirina ekîbeke xurt a dîplomasî ye.

Niha ji he demê bêtir li şûna ku cîhan me bi rêya agahiyên şaş ên dagirkerên welatê me, men as bike, divê ekîbeke ji bo karên dîplomasî were avakirin. Kurd li hemû welatên Ewropayê bi salane dijîn û di nava vê tekoşîna ku tevgera azadîxwaz a gelê kurd dimeşîne de bi sedan ciwan û siyasetmedarên ku li wan welatan xwendine û dikarin karê dîplomasiyê bimeşînin hene. Divê îro bê û bê derengî ekîbeke xurt ê karên dîplomasî were avakirin û dest bi kar bike. Ji berk u îro ji her demê bêtir pirsa kurd û Kurdistanê her wiha pirsa çareseriyan ji pirsgiêrkên Rojhilata Navîn re tê kirin. Heke kurd bikaribin di vî warî de bi qasî çarîyeke k udi warê leşkerî de hatiye kirin bikin dê rewşa kurdan ji sed sed were guhertin.

Di vê sedî sed û îro berî sibe Partiya Yekitiya Demokratîk PYD û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi hersê kantonên xwe ve ekîbên ji bo karên dîplomatîk ava bikin. Di vî warî de rolek mezin dikeve ser milê rêveberiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî ku têkliyên wan bi gelek welatên Ewropayê re hene. Divê di warê dîplomasî de hem hikûmeta başûr hem jî tevgera gelê kurd a bakurê Kurdistanê di warê dîplomasî de piştgiriya Rojava bikin. Berxwdana Kobanê bi bedelên giran, bi xwîn û xwêdana ciwanên canfîda kurd bi cîhanê ji nû ve û bi rengî din dan naskirin. Bi vê yekê bingehek ji vê danasîna nû re hate danîn û divê êdî lingên saxlem ji vê bingehê re bên avakirin.

Yek ji lingên saxlem û bingehîn jî kar û xebatên di warê dîplomasî de ye. Bingeh amade ye, bi hezaran ciwanên zana hene ku li welatên Ewropayê xwendine û bi ziman û çanda wan welatan dizanin. Lewre nabe ku mirovekî ziman û çanda wan welatan nizanibe cihê xwe di vê ekîbê de bigire. Lewre jî ez ji rêveberên tevgera siyasî ya gelê kurd û bi taybetî rêveberiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê re vê pêşinyarê dikim ku rojekê berî rojekê ekîbeke xurt û têgihiştî ji bo karên dîplomatîk were avakirin.