1. Tekst

  2. Gotar

  3. Henîfe Hisên
  4. Êdî Hol û Şengal azad in
Êdî Hol û Şengal azad in,êdî,hol,û,şengal,azad,in

Êdî Hol û Şengal azad in

A+ A-

Beriya 15 mehan dema DAÎŞ ket Mûsilê û Şengal dagir kir, wê demê ji gelek hêzên leşkerî, rêxistin û koman, heta dewletan çokên wan lerizîn û hinek reviyan, hinekan jî hesabên xwe li ser nexşeya parvekirina herêmê dikir. Mîna Lozanê careke din Kurdistan di nexşeya wan de tune bû. Careke din hevkarên Kurd li kêleka dijminê gelê xwe sekinîn û ketin pey berjewendiyên xwe yên malbatî û partîtî yên teng. Wê demê li qada navneteweyî û herêmî hevsengî hatin xirabkirin û kevirên esasî ji cihê xwe leqiyan. Saweke mirinê berdan ser civakê; kuştin, serjêkirin, talan û destavêtin pêk dihatin. Trajediyên mezin diqewimîn. Ji ber ku DAÎŞ ji Mûsilê hêzeke mezin a maddî manewî girtibû. Şengal dagir kiribû, komkujî pêk anîbûn. Bi wê hêza mezin, berê xwe dabû rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê. Êdî Hol girtibûn û bi hêzeke mezin berê xwe dan Kobanê. Jixwe li milê Helebê jî eniya El Nûsra Îdlib girtibû.
Wê demê hêzên navneteweyî û herêmî bi taybet jî Tirkiye û PDK di nava vê konseptê de bûn ku wê Kobanê bigirin û di aliyê siyasî de jî wê bigotana va ye Kobanê ket, li Rojava cihê we nema. Wê qaşo pêşmergeyên Rojava bihatana Rojava û ENKS jî bihata Rojava bi rêve bibira. Tirk jî wê biçûna Îmralî, cem Rêber Apo û bigotina va ye we di Kobanê de winda kir, de ka were îmze bike, çekan deynin û ji Tirkiyeyê derkevin. Lê ev yek pêk nehat, wê demê jî li meydanê, li ser erdê tenê hêzên me yên qehreman YPG, YPJ û berxwedaniya gelê me yê bi rûmet hebû. Kobanê li ber xwe da, şerekî efsanewî pêk hat. Li pey wê pêngava Ş. Rûbar û Ş. Gelhat pêk hat. Di vê pêngavê de çiyayê Kizwanê û derdora Hesekê her wiha Girê Spî heta Eyn Îsa hatin rizgarkirin. Li ser van xakan tevî hemû hewldanên qirêj jî pergala neteweya demokratîk pêk hat. Paşê jî pêngava rizgarkirina herêma başûrê Hesekê hate destpêkirin. Bi vê pêngavê re berxwedaneke mezin hate meşandin, herêm gav bi gav ji DAIŞ´ê hat paqijkirin. Ev pêngava rizgarkirina Holê pêvajoyeke mîna ya beriya 15 mehan e. Lê vê carê DAIŞ ne bi moral e di êrişê de, bi bêmoraliyeke mezin direve û diçewise. Di hêla leşkerî û siyasî de, careke din rê li ber pêvajoyeke nû vedike. Pişta DAIŞ´ê ji milê yekane hêza berxwedanê YPG û YPJ´ê ve hat şikandin. Bi vê hêza ku bûye dendika Hêzên Sûriyeya Demoratîk wê ber bi Reqa û Dêrezorê heta Helebê ve biçin û rizgar bikin. Di hêla siyasî de jî çarenûsa Sûriyê û gelên li herêmê ji nû ve bê nîqaşkirin. Ji ber ku careke din kevirên çarqozî ji cihê xwe dileqin. Bakurê Sûriyeyê wê mîna federasyonê bê birêxistinkirin. Sûriye jî li ser sê federasyonan weke konfederaliya Sûriyeya demokratîk bibe hedef. 
Çawa li Kurdistanê û Sûrîyeyê hêzên me yên qehreman bûn hêviya hemû gelan û jinan, wê projeya Sûriyeya demokratîk jî bibe hêviya azadiya bakurê Sûriyeyê ya xweser û Sûriyeya demokratîk.
Bila rizgariya Şengalê û ya Holê li hemû mirovahî, gelan û jinan pîroz be.


Gotinên miftehî :