1. Tekst

  2. Nivîsên Wêjeyî

  3. M. Çiya Mazî
  4. Êzdîn Şêr, Efsûniya Kaniya Qasara û Cizîrê
Êzdîn Şêr, Efsûniya Kaniya Qasara û Cizîrê,êzdîn,şêr,efsûniya,kaniya,qasara,û,cizîrê

Êzdîn Şêr, Efsûniya Kaniya Qasara û Cizîrê

A+ A-

(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

Gelî maqulan; vê nameya min peyva “ez şîv im , tu jî paşîv î” rave dike. Di vê xewnê de ez dîsa çûbûm Cizîra Botan dîsa dema Bedirxaniyan, û Bedirxan Begê Botî dîsa hatibû ser zimanan. Qey di xewna min ya din ku li Cizîra Botan derbas dibû valahiyek hebû û hûn jî zanin xweza valahiyê napejirîne. Dema ku Bedirxan Beg serî hildabû biraziyê wî Êzdîn Şêr alîkariya dewleta Alî Osmanî kiribû û bûbû mîr. Îjar min dît Êzdînşêr Şahiyek li ser Kaniya Qasara çêkir û mîrekiya xwe îlan kir. Lê belê hê çar sal derbas nebûye ku bûye mîr, Êzdîn Şêr û împeratorî ketin şer. Ji ber ku polîtikaya Dewlata Alî Osmanî, dixwest êdî mîrekiyan ji holê rake û Kurdistanê gişî tevlî mîr û begikên wê têxe bin destê qanûnê û bike wilayetên ji rêzê. Êzdîn Şêr ecêb mabû ku erkên wî ji dest diçe. Qet nedihat bîra wî ku yên berî wî jî bi wî awayî têk çûne û hinekî jî berdêla xiyaneta xwe ya bi Apanê xwe re kiribû, dida jiyana xwe. Şer jî wekî şahiyê li ser Kaniya Qasara dest pê kir û artêj meşiya. Di serhildanê de Êzdîn Şêr; Mêrdîn, Midyat, Nisêbîn, Bedlîs, Sêrt û gelek deverên din xist destên xwe. Ermenî û Sûryaniyên herêmê jî alîkariya wî kirin lê belê gelek Eşîrên Kurd piştgirî dan dewleta Osmanî û ew jî di demek kin de, çawa ku apê wî şîv bû, ew jî bû paşîv û ew jî hat têkbirin. Di sala 1854’an de li Neqeba Qesrikê ku leşkeran herdu alî bi hêsanî girtibûn, li ber tahta bilind hat girtin û piştî dadgehkirinekê mişextîyî bajarê Vidîn yê ku li rexa Çemê Tûna ya Bulgarîstan bû. Çawa li rexên Çemê Dîcle roj bihartibûn li rexê vî çemî bi hêsanî roj nebihartin. Bi vê yekê re dîrokek pir giring pêk hat. Mîrekiya Botan ya Kurdan bi tûmî ji holê rabû, DAWÎ LÊ HAT.
Gelî maqûlan; piştî vê têkçûnê min dît ez li navenda Cizîrê bûm û li hewşa Birca Belek bûm, cîhê Mîrên Botan. Dimeşiyam, li bin daran, li bin birc û dîwaran. Li gelek tiştên ecêb rast hatim. Yek ji wan ecêbiyan jî ku ez li bin guhan ketim, kevirekî spî boz bû, dirêj û wekî gundoran jî grover. Li ser wî kevirê ku di nava giyayê de winda bûbû, wisa nivîsandibû “Bedirxan Begê Botan- Kurdistan.” Hinekî din jî bi nava avahiyên mîrekiyê de çûm. Tibabekî geriyam li nava bircê. Çûm serê herî bilind û min li çemê dijle nêrî. Birc di nava wî çemî de bûbû wekî giravekê, çem lê dizîvirî û li alî başûr dîsa dibû yek û berbi Girê Amo ve diherikî. Bêhnek baş min li wir derbas kir û derketim derve, bi alî nava bajêr de. Bêhnek din min dît ku sekinîme, li ber tirba Nebî Nuh, li ber tirbeke pir dirêj. Û bêhnek din di ber avahiyek sor re derbas bûm, jê re digotin “Medreseya Sor.” Min pirsî ev çi ye ? Gotin “ev gorra yekî ye, ku wî dema pişta xwe dida tahtê û helbestên xwe dixwend, wê demê ew taht disincirî û sor dibû ji germa dilê wî, navê wî jî Melayê Cizîrî ye. Piştî helbestxwendinê û sincirandina tahtê jinan hevîrên xwe dianîn û bi rûyê wî tahtî ve didan û nan dipijandin.” Dema ku min destê xwe dabû ser rexê tirbê, bi şewateke tûj ez şiyar bûbûm.
Ku ez şiyar bûm, roja din, min bi rastî jî berê xwe da Cizîra Botan û çûm. Diviyabû min ew bajarê ku ji bo dîroka Kurdan pir giring bûye, bidîta û binivîsanda. Vî bajarê qedîm dîroka Kurdan di erda xwe de veşartiye hûn jî bibînin gelî maqûlan.
Ez çûm perê Cizîra Botan; Bajarekî li ber Çemê Dicle ye, navê wî yê dîrokî digilat e. Digotin ev der paytexta Mîrekiya Botan e. Birca wê hebû, wekî hûn jî zanin navê wê Birca Belek û ew bi xwe jî belek bû. Qorek dîwêr spî û qorek reş bû. Dehlîz û menzelên fireh di navê de bûn. A herî girîng ecêbmayina min a li goristana wan bû. Kevirê ber goran, ango kêl û helan giş xweşik bûn. Kêlên goran bi nexş û nexşik bûn. Dema min silav li nobedarê nava wê kir hema bi carekê piloz bû û xêrhatin li min kir. Ez û ew bi hev re ber bi nava goristanê ve çûn. Min çi didît ji wî dipirsî, ji nobedar Ûsiv, Ûsiv jî bi kêf û henek bersiv dida û çîroka gelekan jî ji min re digot. Li ser kêl’ekê hespek hebû, li ser hespê bûkek bi xêlî û li pêşiya hespê yekî bi hefsêr girtibû û wekî dimeşiyan. Min ev pirsî got “ezbenî bi taybetî rismê wisa xuya dike ku kes bi vî şiklî û di bûyerek wisa de hatiye kuştin. Îjar ev bûk û zava dema ku daweta wan çêbûye hatine kuştin.” Bi rastî gelek balkêş bû û kêl’eke din ku xencer li ser bû, min pirsî; got “ezbenî ev kes jî bi xencerê hatiye kuştin, loma rismê xencerê li ser kevirê vê gorê hatiye neqişkirin”. Lê ev çiye? min got, deme ku em li ber goreke dirêj sekinîn. Çima ev kevirê dirêj li ser dilê vê gorê ye? Û ev çi otik in ku li ser vî kevirê dirêj e, çi wateya wan heye? Ûsiv got; “Ev giring e, li nava Kurdan ev mîtosek e. Dibêjin navê vê girêkê an otika ku li ser van kevirên dirêj tê neqişkirin “Kul” e. Te dît mirov dibêjin ‘Kula ser dilê min’, an ‘Kula ser dilê wî’ aha ew kul ev e, ev otik e. Îjar çîroka wan heye tabî, ew jî ev e; ku mirovek bê kuştin heyf û tola wî neyê hilanîn ew ji malbatê re an ji xîzmên wî re dibe êş dibe kul, kula bedenê. Îjar ku ewê hatibe kuştin û heyfa wî nehatibe hilanîn kevirekî wisa dirêj li ser gora wî tê bicîhkirin. Li ser wî neqşeke bi awayê otikê an girêkê tê çêkirin, ji wan otikan an girêkan re dibêjin ‘kul’ û heta tola wî neyê hilanîn jî ew kevirê bi kul ji ser gora wî nayê hilanîn. Ku tola wî tê hilanîn ev kevirê kulê ji ser dilê wî kuştîyî tê hilanîn.” Ez heyranî vê mîtosê bûm û min yeke din pirsî. Lê ew kêl çi ye ku li ser tîr heye û kevan heye? “Ezbenî ev jî yekî nêçîrvan e, ku tê wateya ku ev kes li nêçîrê hatiye kuştin an li nêçîrê miriye, binêre vay teyrek jî heye.” Bi van peyvana em hatibûn nava goristanê. Gelek tiştên ecêb min dîtin li nava vê goristanê. Dibêjin ku mirov bixwaze dîroka gelekî an neteweyekê hîn bibe, divê mirov pêşî here gotistana wan. Ku goristana wan dewlemend û ecêb be, ew gel an netew jî dewlemend, bi esil û ecêb in.
Tiştê li vê gorê ya herî ecêb û bi ya min li tu derê dinyayê tunebû jî min dît. Ew jî gora “Mem û Zînê” bû. Ez û Ûsiv bi hev re ketin menzeleke hinekî di kûr de bû, li perê goristanê. Menzelekî bi qasî bejn û nîvekê û hinekî kubîk û grover bû. Goreke çarqozî tê de bû û du kêl di wê gorê de bûn. Gorek û du kêlên ku li ber serî bû, tiştekî ecêb. Min pirsî, ev ya Mem û Zînê ye ne wisa, mînakek wisa heye gelo li deverek din? Ûsiv jî got “Na ezbenî bi qasî ez jî zanim mînakek wisa li tu deverê Kurdistan tune ye, lê li dinyayê, ez nizanim”. Ji ber ku evîna wan bê mînak bû û mirina wan jî bê mînak bû, gora wan jî bê mînak maye; bi hev re di gorekê de, tu tiştek neketiye navbera wan. Em derketin, li derve nobedarê gora Mem û Zînê ji kaniyê bi xortimê dar av didan û derdor avreşandî dikir. Hûn zanin Mem û Zînê jî pêşî li nava baxçe li ser kaniyekê hevdû dîtibûn. Dibe ku ev av a wê kaniyê be ma kî dizane min got ji xwe re.
Û pê re min bêhemdî xwe got; Kaniya Qasara… Hûn zanin kanî jî di jiyana mirovan û xwezayê de tiştekî giring in û kanî jêderk in, jêderkên jiyanê… ku jiyan diqedin, gelo kanî çi bi wan tê?. Wekî hercar ev fikir dîsa ketibû hişê min… Lê ka kaniya Qasara? Ez neçûm wê derê, divê ez biçûma.
Wekî dibêjin mirov bi pirsê dihere Xursê piştî min xatir ji Ûsiv xwest, ez bi zilamekî kal re derketim derveyî bajêr. Mirovên Cizîrê digotin ev kal hakimê derdora Cizîrê ye. Û me berê xwe da cihê Kaniya Qasara. Aliyê Ezexa xopan. Min deng li kalo kir ji bo axaftinê. Bêje Kalê Hekîmo ka Kaniya Qasara? Kaloyê min li çavê min nêrî û berê xwe ber bi çiyayê li himber me vekir û got; “ tu zanî ezbenî ew kaniya herî mezin bû li vê herêmê lê mixabin ew jî miçiqî. Bi sedan kanî û avzêmk hebûn li nava van kolikanan. Berê ez pir digeriyam li neva van çiyayana, her tim du tiving bi min re bûn û ku em û hevalên xwe tî dibûn em dihatin ser van kaniyana me bêhna xwe vedikir. Qet ji bîra min naçe gera li van çiyana. Ez mahkûmê dewletê bûm û ji ber ku êdî stara min li nava bajaran tunebû ez her tim li çolteran û li serê çiyan bûm. Dewletê Ji min re digot ‘Eşqiya Hekîmo.’ Gel jî digotin ‘Mahkûmê Serê Çiyan’. Çapemeniyê jî digot “Qralê Çiyan”.
Me şûna kaniya Qasara nedît lê em him bi rê ve diçûn û him jî Kalê Heqîmo çîrokên xwe yên li ser kaniyan vedigot; “Vê kaniya ku dibêjin ‘Kaniya Seyit Emer’, belkî jî ev be Kaniya Qasara. Kaniyek nepen e. Mirovê Cizîrê dibêjin her tim cin li ser wê hene, ku mirov tenê here ser wê, teqez ew cin tiştekî bi mirov dike. Ji ber wê yekê jî kesek bi şev naçe ser û bi roj jî tenê naçin. Li navbera axa Hezex û Cizîrê dimîne, li aliyê çemê Dîcle li nava çiyayê Stewrikê ye. Aniha emê herin ser. Lê ji ber ku ez her tim li serê çiyan bûm hinekî ji bêgavî hinekî jî bê xem ez diketim cihê herî nepen û tarî. Şevekê ez tenê û li hespê xwe yî navê wî Ewrê Reş e, em ber bi vê kaniyê, kaniya Seyit Emer ve diçûn. Wê çaxê jî min qaçaxî dikir û dîsa tiştekî wîsa hebû. Tu zanî di Kurdî de gotinek heye dibêjin “Şeva reş, şûva reş ê miha reş; hespên kihêl ji 50 metreyî wan dibîne.” Îjar hê 50 metro mabû ku em herin ser birka Kaniya Seyit Emer, hespa min xwe ragirt û sekinî. Min got qey betilî ye û min hefsarê wê dîsa kişand û bi darê xwe lê xist. Lê belê qet nediçû û bi şûnde vedigeriya. Du sê caran min hewl da, lê belê qet xwe tev nedida. Ez daketim, min fêm kir ku hespa min tiştek li ser kaniyê dîtiye. Min hêdî hêdî li dora xwe nêrî. Tiştek tunebû. Lê hespê min guhê xwe mîç û bel kiriye û li himber dinêre. Şevek sayî bû. Min xwe li erdê vexist û bi rûyê erdê re li himber nêrî. Tu zanî dema ku mirov li ser piyan be mirov di tariyê de tiştekî nabîne, lê ku mirov rûnê an vekeve xwe vezelîne gelek tişt xuya dibin, ew jî bi roniya stêrên ezmanan xuya dibin. Îjar ku min xwe danî, min bêhnek din dît ku tiştek ji nav ava birkê xwe çengî hewa dike û metroyekê ji nav avê derdikeve û dîsa xwe dadike. Bi rastî ez sar mam û yekser ew cin hatin bîra min. Hema min devançeya xwe derxist û sekinîm. Carek din jî wisa kir wiyê wekî cinan. Lê belê îjar min dît ku wekî mirovekî ye û her ku xwe çeng dike jî dengekî derdixe. Di wê şevreşê de qet mirov nikarîbû nas bikira. Ez hêdî hêdî berbê çûm. Vê şevê, ev mirov û li vir çi dike, min digot. Hêdî hêdî ez çûm ser birkê. Hema yekser min devançe berbê vekir û got: “tu kî yî ?” Qet deng jê derneket. Cara duduyan min got “Kuro tu kî yî, tu çi yî? Min tu kuşt.” Du sê caran min wisa got û cara dawî wî got “Ezbenî ez im.”
Peyîvî, lê min dîsa ew hişyar kir. Wî jî dîsa got “ Ez im, ezbenî ez im”. Tenê ev digot. Devançe di dest min de ez berbi wî çûm. Dîsa derket, min lê nêrî Ehmet Teng e. Ehmet Teng kîye tu zanî? Ehmet Teng, dînekî me yî Cizîrê ye. Zarokan navê wî kiribû Ehmet Teng û bi dû wî diketin. Yekî bêzirar bû. Qûnikên cixareyan her yek dixist nav du tilîken xwe û carê yek vedixwar. Yekî dirêj î du metro bû… Ku min fêm kir ew e, ez çûm ba wî. Min jê re got: “law Ehmet te ez dîn kirim hey malmîrat. Ne dibêjin ‘cinên mê, mêran dîn dikin ji bo xwe û cinên mêr jî, jinan dîn dikin ji bo bermaliyê’, lê te ji bo çi ez dîn kirim hey malmîrato”.
Erê ez û kalê Hekîmo tibabekî ji Cizîrê bi dûr ketibûn û min got “gelo kaniyên din çawa ne, zuha bûne an na?…” Kalê Hekîmo bi keserek kûr bersiv da; “ belê, gelek kanî piştî serhildanan ziha bûne tiştê zanim û xelk jî wisa dibêjin.” Kaniyên xweş hebûn li derdora Cizîrê wekî wê kaniya jî pirê wan li nava çiyan û cîhên xweş in, yên çiyan bi piranî ziha nabin; Kaniya Seqlana-Mema ku aniha sinor lê xistine, ew sînorê ku li nava erdê ketiye û erda Cizîrê bi sê perçan bûye; perçeyê İraqê, yê Sûrî û yê Tirkî. Ew kanî jî li wê derê ye. Kaniya Eyntirba Rengin, Kaniya İmam Cafer el Sadiq, Kaniya Cotkê Tûyan, Kaniya Mam Elî, Kaniya Stiya Heyat û Kaniya Qasara. Ev kaniya Stiya Heyat dibêjin kaniya Keça Mîrê Botan e ku her tim ew diçû ser vê kaniyê seyrangehê.
Kalê Hekîmo “Qralê Çiyan”, wî ez li yekî xaka Cizîrê qerandim. Dibe ku ez di xew de dibînim lê bawer bike ez şiyar jî diçim ku kaniyên ziha, miçiqî derdikevin himberî min çi bikim. Lê kalê Hekîmo jî got “Ew ne miçiqîne, ew dê rojekê teqez li deverekê bi hev re der bibin.”

wê rojê min xwest pirtûkekê di der barê destana Mem û Zînê ku berê jî bi nav bihîstibû bi dest bixim û bixwînim. Di hinek pirtûkên biyan de bahsa wê efsaneyê dikirin û min jî ew xwendin û li gor di belgeyan de dihat gotin ku ev ji efsaneya Memê Alan hatiye. Ji bilî vê efsaneyê li pirtûk û ansîklopediyan, cihê ku Êzdînşêr mişextî bûye jî geriyam. Li Vîdînê geriyam. Di metnê de nivîsîbû ku Vîdîn bajarekî gelekî dûr û li nava Bulgarîstanê, li rexê çemê Tûna ye. Bajarekî peravê, yê bazirganiyê ye. Rûs ji vî bajarî re dibêjin Badîn. Bajarekî kevnar û gelekî xweş e. Dîsa dinivîsand ku ev der û wekî deverên vê herêmê di dema Osmaniyan de bûbûn warê mişextiyê. Ji bo ku mirovên Kurd, Ermen, Abhaz, Gurcî û Çerkez ji welatên xwe bi dûr kevin dişandin bajarên wekî Kostence, Varna, Silîstre, Rûsçûk, Plevne, Vîdîn, Nîş, Bûrgaz, Kazanlîk û Zaxra.