1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Êşbazî ya Yaqob Tilermenî
Êşbazî ya Yaqob Tilermenî,êşbazî,ya,yaqob,tilermenî

Êşbazî ya Yaqob Tilermenî

A+ A-


“Ji jiyanê, ji mirovan û ji her tiştî xeyidîbû.”

Ev hevoka yekem a çîroka “Xwekuştina derengmayî” ye. Çîrok(nas)nûs û heta gelek xwendevanên çîrokê jî baş dizanin ku hevokên pêşî yên çîrokan taybet, girîng û hilbijartî ne.

Qey dema hevoka pêşî ne balkêş be, ne tijî meraq û sir be em çîrok(an)ê naxwînin? Qey tu caran em çîrokeke ku ew bixwe qet ne balkêş e naxwînin? Min bixwe bi piranî çîrokên wisa xwendine.

Y.Tilermenî… Gelo dema ku ev hevok danî serê çîrokê dizanibû bê hevok dê çi bandorê li ser çîrokê bike? Ev jî pir girîng e, ji ber heman mijarê.

Nexwe bila çîroknûs cambaziyê bikin?

Ji vir û pê ve, piştî van gotinan gelo em bersiva vê pirsê wekî NA bidin wê çi wateyê bi der bîne?  Lê em dizanin ku divê wêje ji cambaziyê, ji hewesa bidestxistina xwendevan, firotina pirtûkê û boyaxa gotinan dûr be.

Ereban gotina EDEB kirine bingeha vî karî. Lê Wêje ne Edeb bi tenê ye. Ne edeba gotin, rêzimana herî rast bi tenê ye. Wêje ji van gişan jî wêdetir, ji dibistan û zanistgehên me yên herî girîng wêdetir xwedî hêzeke wisa ye ku ew bixwe nivîskar, xwendevan û tevayê mirovahiyê li ser zagonên xwe bi pêş dixe. Wêje, ew e ku dema we bi kar anî, mijara we çiqas hêsan, ji rêzê û sivik be jî, zewqekê dide xwendevan û guhdarê xwe, bi hebûna xwe. Hebûna wê, awayê gotin û nivîsa we ye.

Em hatin heman derê.

Em çiqas diherin û tên, gotinên me vedigerin ser heman xalê.

Awayê vegotinê WÊJE bixwe ye.

Awayê çîroknûsî, hûrikahiyên çîroknûsiyê jî di hundirê vê xala awayê vegotinê de dimîne. Nexwe Yaqob Tilermenî divê ku vê hevokê bi zanebûn, bi hilbijartin, bi sir û armancekê têxe serê vê çîrokê. Ez jî ji ber ku nirxandina çîrokê wekî kar didim ber xwe, divê vê sir û armancê bibînim.

Heke hûn xwendevanê rexnegirî û nirxandêriyê bin, bawer dikim ku hûn çêtir dizanin ku hîn emê gelek pirsan bikin û li bersivan bigerin. Bersivên me yên rasterê û yên ceribandinî dê li pey hev werin. Her wiha dibe ku bersivek bi serê xwe nikaribe têrî pirsekê bike û çîrokê eşkere bike.

Çîroka “Xwekuştina derenmayî” çîroka yekem a beşa “Çîrkên bê ziman” e. Nivîskar pirtûka Êşbazî kiriye çar perçe:

1-Çîrokên bê ziman
2-Çîrokên bê dergeh
3-Çîrokên bê evîn
4-Çîrokên bê welat

Wekî tê dîtin, her çar beş ji alî teşeyê ve yek in. Hemû li ser kêmasiyekê, tiştekî kêm radiwestin. Bê ziman, bê dergeh, bê evîn, bê welat. Ev hemû valahiyekê bi mirov re çêdikin.

Ji ber ku teşeyê van çîrokan yekgirtî xuya dikin emê bi şika “gelo bi rastî jî wisa ye, an na?” bixwînin.

1-Çîrokên bê ziman
  b-Xwekuştina derengmayî
  c-Nînperest
  d-Menzel
   
Ev hersê jî “çîrokên bê ziman in.” Çima? Çawa?

Sibe emê bi nirxandina çîroka “Xwekuştina Derengmayî” bidomînin. Heke li ber destê we ev pirtûk hebe, hûn dikarin çavekî li wê çîrokê bigerînin û beşdarî vê nirxandinê bibin. Armanc ji vê ew e ku xwendevanên bi çavên rexnegirî di kurdî de zêde bibin.


Xwekuştina Derengmayî
“Ji jiyanê, ji mirovan û ji her tiştî xeyidîbû.”

Heke we ev çîrok xwendibe, nexwe we ji vir dest pê kiriye. Ne gengaz e ku mirov meraq neke: Ji bo çi
“Xwekuştina derengmayî.?” Ma divê kengî xwe bikuje?

Bersîv, ji hevoka yekem tê:
“Ji jiyanê, ji mirovan û ji her tiştî xeyidîbû.”

Bi rastî tu sedemên ji bo jiyanê ji xwediyê vê gotinê re kêm in! Dibe ku qet tune be jî. Heke tune be, nexwe dema xwekuştinê ye.

Heke nivîskarekî pirseke girîng di serê çîrokê de bersivandibe, jê bitirsin. Ew dikare we tî bibe ser kaniyê û tî vegerîne. “Xwekuştina Derengmayî” destpêka beşeke wiha ye. Dê gelek xwendevanên Yaqob Tilermenî piştî vê nirxandinê careke din rahêjin wê pirtûkê û çavekî lê bigerînin.

Çîrok bi helbestekê didome:

(Gwîzankirî ye zendên çemê bajêr
Her çemek bendek li ber e
Nema qîzên vî bajarî xwe tê de dişon
Tenê bûne warên xeniqandinê…)

Weke ku tê dîtin, nivîskar bi riya helbestê xwendevanê xwe hildibijêre. Xwe li rûyê xwendevanekî jîr digire û dibêje “ez bi tenê ji te re dinivîsim.” Helbest ji ber vê, nabe bersiva pirsa yekem. Nexwe ew li gor wateyên xwe yên yekemîn, nabe bersiva xwekuştina xort jî. “Gûzankirî ye zendên çemê bajêr….” Çem av e, av jiyan e. Jiyan gemarî bûye, “Nema qîzên bajêr xwe tê de dişon…”  Her wiha çem dibe rehên xwînê yên bedena mirov jî. Lê ev di wateya yekem de ye û bo helbestekê armanc ne gotina vê ye. Heke wisa bûna, jixwe helbest dernediket darê dinê.

Di çîrokê di ji bilî beşeke hişk, hemû ji destpêka çîrokeke mezin pêk tê û rê li ber çîrokên pêşiya xwe vedike. Beşa hişk a ku em dibêjin jî bi hevokên “Di çîrokên zemanê berê de digotin ‘Zilam nizanin hez bikin ji jinê. Ancax dikarin wê biparêzin, ên hez dikin jin in.’ Lê ji wê çaxê û heta îro mirov dêhna xwe bidê, yên ji bo jinan xwe kuştine, yên dîn bûne û bi çolan ketine, yên zindan ji xwe re kirine wargeh û yên çiya qul kirine, giş zilam in.”

Piştî vê beşê bi hevoka “Wî carekê hez kiribû” çîrok didome.
“Xwekuştina Derenmayî” çîrokeke hêsan, nerm û çîrokeke parçeyê çîrokê ye. Hûn dikarin vê çîrokê wekî encama çîroka “Nînperest” bibînin. Lewre li pêşiya mirovekî çi qas pirsgirêk hebin, bila hebe, “Ji jiyanê, ji mirovan û ji her tiştî xeyidîbû” û navê “Nînperest” hevdu temam dikin. Bi rengê teşeyê jî nivîskar herdu bi alîkariya helbestekê ava kiriye. Di teşeyê de yekîtî xwe bi zimanê hêsan û helbestê dide xuyakirin. Di çîrokê de yekîtî jî xwe bi hêmana sereke dide xuyakirin, ku di herduyan de jî ramana sereke dîtineke xeyidî, ofbûyî, ji dinyayê aciz ji bo lehengan derdikeve holê. Nivîskar leheng bi ser serhildanekê de dajo. Xwekuştîn jî, îstîfaya mamoste serhildan e bo leheng. Ji lew re têkiliyeke xurt di nave çîrokan de heye.

Lê bila pirsa me ya sereke ev be:
Çima navê hersê çîrokên pêşî  wekî çîrokên “Bê ziman” hatiye binavkirin?

NÎNPEREST
Nînperestî nêzîkatiyeke dinê ye. Kesên nînperest bi çavekî cuda yê felsefî li dinê dinihêrin. Lê ev nayê wê wateyê ku ev çîrok li ser bingeha parastina nînperestiyê hatiye nivîsîn. Heke baweriyeke min a wisa hebûna, min dê bi gelemperî nînperestî jî di vir de bi qasî hêza xwe daniya holê.

Lê piştî dîtina sernivîsa “Nînperest” careke din hevoka yekem a çîroka yekem hate bîra min. Her wiha navê beşa van çîrokan jî “Çîrokên Bê Ziman” bû. Ji lew re min ev çîrok bi şika nînperestiyê xwend û çavek bi wî awayî lê gerand.

Wekî peyamekê heye di vê çîrokê de ku xwe bi navê “mewîjokê” derdixe pêş xwendevan. Peyameke girtî ye, ji bo bê xwendin divê deriyê wê bête vekirin. Gotina “mewîjok salê carekê di zendê destê wî yê çepê de derdiket” belkî ji bo em bikaribin deriyê peyamê vekin bibe serê tayê girêkê. Wekî tê zanîn zend beşeke girîng e di destê mirov de. Her wiha nivîskar dibêje “zendê destê wî yê çepê.” Belkî dixwaze bi gotina “destê çep” dîtina çepgiriyê bîne zimên. Ji ber ku dibêje “salê carekê… derdiket” dîsa ramana derketina pirsgirêkên civakî yên ku her sal xwe dubare dikin û nayên çareserkirin tîne hişê mirov.

“Her carê jî serê mewîjokê bi rengekî elem digirt. Sor, zer, reş…” Ji van her sê rengan mirov nikare peyameke taybet derxe. Ev peyameke gelemperî ye. Heke bigota “sor, zer, kesk” dibû ku mirov ew bixwe wekî peyamekê bipejiranda. Lê “reş” di vir de bi zanebûn hatiye xebitandin û dixwaze xwendevan bi ser peyama çîrokê ya bingehîn de bişîne. Pirsgirêk nehatiye çareserkirin û mewîjok her sal bi rengekî derdikeve holê. Bi rastî mewîjok ne wisa ye, rengê elema wê jî timî weke xwe ye, hinekî tîr, an jî zelal… Lê di vir de derdê nivîskar ew e ku  rûyê me ji nav rêzikên pirtûkê bide ser hundirê me û jiyanê. Ji vir û pê ve kevneşopiyê çîrok xemilandiye.
Leheng:

Lehengê çîroka yekem ne dûrî yê çîroka duyem be jî, yek bê nav e, yek jî bi navê Xelîl derdikeve pêş. Xelîl mamoste ye, lê lehengê çîroka yekem nayê nasîn!
Xelîl li dibistanê rengên xwe datîne holê û dest ji mamostetiyê berdide.
Beşa navîn a Nînperest bi îşka çîroka “mewîjokê” didome. Êdî divê em bêjin ku em gaveke din dadikevin binê pirsgirêkê û çîroka zewaca Xelîl dibînin. Di encama vê çîrokê de Xelîl jina xwe “bi sê telaqan” berdide.
Heke em vegerin serî, carekê binirxînin, divê em bêjin ku lehengekî tevlihev li pêşiya me ye. Ji bo em bikaribin leheng di çîrokên pêş de jî bişopînin divê em nas bikin. Lewre dibe ku leheng di çîroka pêş de jî heman leheng be. Heke hûn birayê xwe li mala yekî nenas bibînin, teqez hûnê birayê xwe nas bikin. Lê heke hûn lehengê di çîroka “Xwekuştina Derengmayî” di “Nînperest” an jî di “Menzel”ê de bibînin, dibe ku hûn nas nekin. Ev pirsgirêk dibe ku pirsgirêka xwendevaniya we be, dibe ku pirsgirêka nivîskariya nivîskêr be. Tekane çareya vê ew e ku xwendevan lehengê xwe baş bişopîne û nas bike.

Di dema xwendina van çîrokan de hûn tu carî nakevin dilîniya “bûyereke rastîn”, lê hûn timî xwe di “darizandêriyekê” de dibînin, xwe dixin şûna leheng û bi çavên xwe li bûyerê dinihêrin.

Çîroka pêşiya me “Menzel” dê ji alî zimanê Yaqob Tilermenî  ve bête nirxandin. Hemû çîrokên wî xwediyê vê taybetiyê bin jî, emê bi taybetî çîrokekê ji alî zimên ve binirxînin. Lewre hin xwendevanên Nirxandinê nivîsên rexnegirî yên ku pirtûkê ji her alî ve dinirxînin wekî zêdehî dîtin û xwestin ku nirxandêr çîrokê bi tenê ji aliyekî ve binirxîne û aliyên din bihêle ji gotareke din, an ji nirxandêrekî din re.

MENZEL
Ji bo dahûrîna çîroka Menzelê jî emê riyeke din hilbijêrin û bi rengekî din bikevin nav çîrokê. Wekî tê zanîn Pirtûka di destê me de ne nû ye. Di Gulan a 2002’an de hatiye çapkirin. Du sal ji bo dahûrîna zimên bes e.

Gelo Yaqob Tilermenî di dema afirandina vê çîrokê de çi li zimên zêde kiriye, çi qasî ji zimanê jiyanê girtiye, zimanê herêmên din çiqasî tevî zimanê xwe kiriye?

Berî her tiştî gotinên serê vê çîrokê “Menzel” û “jûr” li cihê nivîskar lê mezin bûye nayê xebitandin. Her wiha “kêlîk” a ku hevoka pêşî ya çîrokê dest pê dike jî li herêma nivîskar wekî “bîstik” tê bikaranîn. Ev jî dide xuyakirin ku nivîskêr ji bo zimanekî li her derê bê fêmkirin û kurmanciyê bi tevahî bihewîne têkoşaye.
Jê û ê ve:
Birîna bi bihostekê çiriyayî…
Di kerîneka guh de…
Ku li bayê bezê diricifin
Kela rabûyî…
Ku ji çavan dadigeriyan…
Tizbiya li ba dibûyî…
Werd kişandina pîr û kalên….
Xelandina mahdekî…
Li goşiyên rez peyda dibûn…
Bi derbekê re tûşî erdê dibûn….
Navê tirsonekiyê bi dûv te dixistin….
Barê êzingên xwe li te dikirin….
Lingên te diçerixandin….
Îcar tu di navbera nal û bizmêr de mabûyî
Dengekî bi xizînî…..

Wekî ku tê dîtin nivîskar di vê çîrokê xwe ji zimanê xwe yê dayikê dûr nexistiye û hûrikahiyên zimanê xwe parastiye. Heke ne ji van çîrokan be, jixwe dê ev qalibên hevokan nemînin.

Nivîskar dema ku ev dewlemendî pasat û hevokên bi vî rengî di çîroka xwe de bi cih kir, divê ji şopê li ser hûnandina çîrokê nehêle û xira neke. Her wiha gotineke ku nivîskar bixwaze teqez di çîrokê de bi cih bike û bixwaze ew gotin her hebe, divê li devê leheng jî were. Hin gotin hene ku mirov nikare bi her lehengî bide gotin. Di vê çîrokê de çewtiyeke bi vî rengî nîn e. Nivîskar li aliyekî hûnandina çîrokê, ku tê dîtin bi çîrokên din ên pirtûkê re jî têkildar e, didomîne, li aliyê din jî zimanê xwe bi taybetî hildibijêre.
Eşkere ye ku ji aliyekî ve îro zimanê ku zêde herêmî bimîne najî. Nivîskarên ku zêde herêmî dimînin, bi tenê wekî nostaljiyeke biçûk dimînin.

Hîn ji serê çîrokê ve, bi gotina “Menzel” xuya dibe ku nivîskar biryara xwe daye.
Li pey wê, gotina “jûr” dide xuyakirin ku biryara nivîskar dibe ku zêde giran be jî.
Mirov dikare wekî mînak pirtûka kurteçîrokên Torî ya bi navê “Şîlan” bide. Her wiha kurteçîrokên Torî yên di pirtûka “Qolinc” de jî ji alî zimanê herêmî ve gelekî dewlemend e. Nivîskar her du pirtûk jî ji zimanê fireh ê kurdî dûr hiştiye û negihandiye xwendevanê pişt sînorên herêmê.


Gotinên miftehî :