1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Îroj Roja Aştiyê ye!
Îroj Roja Aştiyê ye!,îroj,roja,aştiyê,ye

Îroj Roja Aştiyê ye!

A+ A-

Dem: 1 Îlon(Çiriya pêsîn) 2007 şemî

 

Di sala 1939an de faşîst û xwînrijê alman, tewanbarê mirovahiyê Adolf Hitler, Polonyayê dagir kir û 2.Şerê Cîhanê da destpêkirin.

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo car din şerekî weha ku bûye sedema kuştina bi milyonan mirovan, wêrankirina bi sedan bajarî neqewime, di sala 1946an de vê rojê, ango 1ê îlonê, Roja Aştiya Cîhanê îlan kir.

 

Lê li gor îstatîstîkên fermî, ji sala 1946an û vir ve seriya 25 milyon mirov di şeran de mirine ji 40 milyonî zêdetir mirov jî, ji cî û war û welatên xwe bûne û koçber bûne, an bi zor hatine koçkirin. Her wiha dîsa li gor hejmarên fermî, li cîhanê li beramberê her dolarekî ku ji bo aştiyê tê xerc kirin, ji bo çekan 2 hezar dolar tê xerckirin.

 

Li her çar parçên Kurdistanê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê jî şer ranaweste. Di van demên dawî de hîn germtir bûye. Çekên hovane yên li dijî mirovahiyê bi kar tînin. Dijminên koka me bi şervanên azadiyê re, xweza me jî dişewitînin heya bigihêje ajelên welatên me, bi van çekan tune dikin. Qêrîna dayikan ji kuçe û kolanên welatê me kêm nabe. Kuştin her para me ye dîsa. Dilê me disojin!..

 

Li Başûr, hîn dengê hewar hewara komkujiya Şengalê nehatiye birîn, hîn xwîna zarok, jin, mêr, kal û pîrên kurd li kuçe û kolanên kavil ên Şengalê ziwa nebûye.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê devê tifinga dijmin ji ser eniya me nehatiye rakirin, benê li destê wan ji qirika me nehatiye deranîn. Her roj bombebaran e. Dîsa gund vala dibin, dîsa xweza tê wêrankirin.

 

Li Başûrê Rojava, hîn doh bû em di serîhildanan de şehîd bûn. Hîn jî bi tu awayî em nayêne naskirin û ne xwedî tu mafî ne.

 

Di rewşeke weha de aştî?!

 

Lê dîsa jî em bê hêvî nînin. Dê rojek kevoka aştiyê li ser asoyên welatê me jî bifire, bi per û baskên xwe li ser me baweşîn bike û em ji kelekela şer hênik bibin û car din xweşî, evîn, biratî û dewlemendî bibe para me jî.

 

1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li hemû mirovahiyê pîroz be.

 

Mahabad F. Arda 


Gotinên miftehî :