Îsqat (Baca) Mirîyan,îsqat,baca,mirîyan

Îsqat (Baca) Mirîyan

A+ A-

Çi dema mirov bi çavê pîrozî ya Ola îslamê li Cîhana îslamê dinhêre;mirov dibîne:ku pirên ji kesên ku navên wan di nav gelda bi Olperestî ya di radeya bilinda hatîye dîyarkirinê,ew pirtir ola îslamê di berjewendî'yên xwe yên kesayetîda,di xebitînin.Dîsa wan kesên ku di qata here bilinda bi navê Ola îslamê xwe didene nîşanê civaka bawermend û bi sedan (Bid'a)yên ku di emrû fermanên “Xuda”û di“Hedîs”ên pêximberda cîhê xwe tunîne, derdixin nav civakan û wek beşên ji fermanên Xuda! di xebitînin.


Van “Bid'a”yên ku bi afirandina hinek ji Mêtingerên Olî derdikevin meydanê;ji hinekên wanra Bid'a yên hesene,ji hinekanra jî ”Bid'a”yên: mekrûhe dibêjin:di pirên “Bid'a”yên hesene da, mêt in garîya olî tuneye.Lê di (Bid'a)yên mekrûhe da mêtingerî heye wek Îsqat (Baca)mirî yan.Eva îsqata hana ku mêtîn ge rên dînê îslamê xistine bela serê kurdên belangazên hejar. Tu bingeha vê bacê di ola îslamê da tuneye.


Lê ji hêla çêkerên (Bid'a)yan va,bi qasê 150 sal berya îro ji hêla (Mele Fethulah'ê werqanisî) va dinav kurdan da hatîye bi cîhkirinê û tim “Şêx û Mele”yên welat; vê bacê ji xwedîyê(Mirî)yên gel bi navê îsqatê distînin û dixun. Çi dema em li cîhana îslamê dinhêrin;em dibînin: ku di yek komarek îslamê da,heta di nav bawerme -ndên tirkîyê da jî,ev “Bac”(Îsqata)Mirî,yan tuneye.Bi tenê di rojhilata navîn Kurdistanê da ji hêla Mele (Fethullahê werqanisî)va ji berxwe û di dervayê biryarên Olî da hatrîye “Afirandinê”û ji Mirî yan bi navê 'isqat”(Bac)distînin û dixun. Eva baca ku bi gelemperî ji hêla Melayan va bi navê kifaretê (Sondê,Limêjê, Zakatê,) tê sitandinê; liser dîtina Mezhebê (Şafîî) bi navê xeşkirina bi Genim û tiştne ku jibo hejaranra dibine zexîra xarin û qûtê feqîran tê xweşkirinê.Eva gerandina ku Melayan bi navê xweşkirin dixistin Çuwalek liser devê Çiwal jî bi kindirek zexma di şidansdin û du mirovan heryek bi serîkî dar digirtin û digotin min ev genim ji pêş kifaretê mirî va da te,yê din jî digot: min ji pêş kifaretê (Sond,Limêj,Rojî)ya “Xemo yê kurê Temo” va qebûl kir.




Mijara Xweşkirinê ji binî di Şerîe'ta îslamê da cîhê wî tuneye û bi tenê xapandina mirovên hejarên bawermendên ku bi salan bi mêtingerî ya mêtingerên Olê hatine xapandinê.Ez dikarim bibêjim:ev xweşkirina wan a bi Genim,wek mînaka ku“Şanoger di şanoyanda,di fîlimanda”gava mijara ,tê ser dayîna peran ,destê xwe berbi hevalê xwe dike û dibêje:(Çart çûrt)bi rastî û zanistî Xweşkirina wana bi navê kifaretê (Sond,Limêj,Zekat)ê ji Çart û çûrtê; zêdetir tu tiştek dinê nîne. Di Qur'ana pîrozda Kifaretê sonda bi Xuda heye û ji bo yek sondek (ne bi rastî)Xarindayîna10miskî nan bi hevra lazime.Jibo heryek miskînek (7) paqnot; dike,70 paqnot.Kifaretê Salek dike 25550 cî. Mela ger Umrê yekê 70 salî bi hesibîne?15 sal jiber ku hêj balix dibe,bê guneh dihesibîne û jibo wî 15 salî (Îsqat)nagerîne.Lê jibo 55 salên ji 70 salî (Îsqat)di gerîne. Her salek ji wî 55 salî 25.550 paqnot dike. 55 X 25.550=1.405,250 .Mela gava (îsqata)55 salê Mirî digerîne;ji 1.405.250 paqnotî tenê;1000,an 2000, carnan jî 500 paqnotî qebûl dike.Ma gelo Mela Tapîya Cenetê ji bo (mirî) bivî hindik pereyî di kare bistîne?.Hemjî Mela xudanê wê hêzêye ku îsqat (Baca)Mirî ji 1.405,250yî, ji pêş Xudava bi hindikî qebûlbike?

Kifaretê Sonda nerast a bi Xuda;dayina wî ji hêla sondxarî va ferze ku di heyata xwe da bide miskî- nan.Lê gava nede û bimre,liser warisan dayina wî kifaretî neferze.Memjî “Lawik” nikare (îftira) li bavê xwe ke û bibêje:bavê min 55 sal bi Xuda sond xarîye.Kifaretê limêjê jixwe tuneye, Pêximber dibêje:kê limêja xwe jibîrkir çi dema bîra wî ket,bira bike. Tu kifaret jibil kirina Limêjê tuneye.Rawî(Enes).

Celalettin YÖYLER e_mail: [email protected].


Gotinên miftehî :