1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ŞENGAL Û PIR TIŞT
ŞENGAL Û PIR TIŞT,şengal,û,pir,tişt

ŞENGAL Û PIR TIŞT

A+ A-

Mahabad Felat
Projeya Mezin a Rojhilata Navîn her çendî bi fermî grîngî dida îslameka sivîl û demokratîk lê di rastiya xwe de, ji bo wekî şûrê Demokles bi kar bîne, rêberî û fînansoriya damezirandina Eniya Sûnî kir. Dewleta tirk, Îraq, Qetar, PDK û hin hêzên bi El-Qaîde ve girêdayî di vê eniyê de aktîf cî girtin. Rêveberiyên welatên neketin nav vê eniyê an pasîf man jî, hatin têkbirin an jî lawazkirin.
Di vê eniyê de rola sereke, ji ber gelek sedemên stratejîk, dane Tirkiyeyê û bê guman ku ne tesaduf bû hevserokatiya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn jî dane Tayîp Erdoganê îslamofaşîst. Erdogan ji xwe bi wê hişmendiyê mezin bûbû, hatibû perwerde û amadekirin, êdî dê rola xwe bilîstana.
DAÎŞ ji nav vê eniya sûnî zîl da ku ev enî bi destê hêzên ne musulman ve hatibû amadekirin, dihat birêvebirin û fînansekirin Ev proje dê karên xwe yên qirêj bi destê vê eniyê bi rê ve bibira. Loma jî di nav vê eniyê de pêdivî bi hêzeka mîna DAÎŞê hebû. Loma li Qetarê bi DAÎŞê re civîna xwe kirin û di vê civînê de kîjan hêz û rêxistin hebûn aşkere bûn û kesî ji wan jî înkariya vê nekir. Piştî wê civînê Mûsilê ji DAÎŞê re hiştin û di nav demê de êdî ev rêxistina hoveber ji bin kontrola wan jî derket. Tişta ji bin kontrola hêzên împeryal derkeve, ji bo wan êdî metirsî ye û divê bê tunekirin ku helwest û têkoşîna wan a li dijî DÎAŞê jî ji ber vê bû.
Yek ji armanca herî mezin a vê projeye jî, li herêmê, jiholêrakirina bawerî, çand, reng û dengên cuda û hêzên ji derveyî kontrola wan bû. Loma ku ne tesaduf bû berê DAÎŞê dane Şengalê û tunekirina Tevgera Azadiyê ji xwe re kirine armanc. Ev Armanc û hewldanên ji bo biserxistina vê armancê ji destpêka Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ve hebûn û tişta îroj li Şengalê dibe, hevkarî û hevpeymaniyên di wê çarçoveyê de bi pêş dikevin, hemî bi armanca vê projeyê ve girêdayî ne û hêza xwe jî ji xwediyên vê projeyê digirin.
Mezintirîn hêza ku rê li ber biserxistina projeya wan digire Tevgera Azadiyê ye ku vê ji destpêkê ve zanibûn û ji wê demê ve bi her cure rêyên gemar û destekkirina bi taybet dewleta tirk, Îraqê û PDKê ve hewl dan Tevgera Azadiyê têk bibin.
Dewleta tirk, Îraq û PDK hêz û wêrekiya xwe ji vê projeyê û xwediyên vê projete digirin û finansa xwe jî ji wan digirin. Rûdanên îroj, bi temamî berdewamiya vê rastiyê û hewldanên van 17 salên dawîn in. Tişta nekarîn bi destê hêzeka terorê DAÎŞê bi ser bixin, îroj hewl didin bi destê dewlet û hêzên ”meşrû” ve, di bin navê mafên rewa yên dewletbûnê de bi ser bixin. Neteweyên Yekbûyî ku aliyekî vê projeyê ye, ji bo meşrûkirina van hewldanên gemar, li pişt van hewldanan radiweste û çavdêriya van êrîşên bi ser Şengalê û Tevgera Azadiyê ve dike. Armanc wekî li jor hate gotin, tunekirina destkeftiyên gelê kurd e ku bi hêza xwe û bi xwîn, xwêdan, hêstirk û êşa xwe ve bi dest xistiye û herî rewa ye.
Lê divê bê gotin ku ev hewldanên van 17 salên dawîn him bi ser neketin û him bûne sedema lawazbûna van hêz û dewletên di destê xwediyên vê projete de lîstok in. Ne tenê lawaz bûne, lê li ber tunebûnê ne. Ev hewldana wan a dawîn, êrîşên wan ên bi ser Şengalê û Tevgera Azdiyê ve jî dê bibe dawiya wan. Ew vê rastiyê ji me çêtir dibînin û loma ewçendî har û bêperwa ne.
Di tayê de ne. Gelê kurd mafdar e û dê bi ser bikeve.
2020-11-24

Gotinên miftehî :