1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. ŞIKEFTÊN DEWRÊŞ
ŞIKEFTÊN DEWRÊŞ,şikeftên,dewrêş

ŞIKEFTÊN DEWRÊŞ

A+ A-

Li navçeya Melkisî ya Dersimê Şikeftên Dewrêş, ango bi navekî din Qulên Derwêş hene. 

 

Wekî tê zanîn, erdnigariya Kurdistanê di warê dîroka kevnar de herêmeke cihê û taybet e.

 

Bi qasî taybetmendiya xwe ya dîrokî ewqas jî cihê şer û şabaşê ye. Ji hezaran salan vir de zarokên vî welatî li ser vê erdnîgariyê li hemberî zilm û zordariya dagirkeran tim hespê xwe bezandine û parazvaniya dîroka xwe kirin e.

 

Bê guman di van pêvajoyan de dijminên dîroka Kurd û Kurdistanê texrîbatên mezin çêkirine, lê, tu caran nikaribûne şopên dîrokî ji holê rakin. 

 

Yek ji van cihên dîrokî û kevnare jî Şikeftên Dewrêş in. Şikeftên Dewrêş li jorê Çemê Tahar ê navçeya Melkisî ango bi navekî din Çemûşgezik a Dersîmê ne.

 

Dîroka navçeya Melkisî ango Çemûşgezik a Dersîmê digî 4000 sal beriya zayînê. 

 

Li herêmê bi dorê re medeniyetên weke Hûrî, Hîtît, Ûrartû, Med, Pers, Roma û hwd hukm kirine.

 

Di dîroka navçeya Melkisî de gelek caran guhertin çêbûne. 

 

Melkisî, di sala 1518'an de weke sencax li ser parêzgeha Amedê bûn. 

 

Piştî sala 1858'an ku statuya navçeyê digire bi bajarê Xarpêtê ve tê girêdan. 

 

Di sala 1880'an de weke bajarok bi navçeya Keban a Xarpêtê ve tê girêdan.

 

Di sala 1881'an de ku Dersîm dibe parêzgeh, Melkisî statuya navçeyê digire û bi eyaleta navendî, Xozatê ve tê girêdan. 

 

Di sala 1925'an de gava Dersîm ji statuya parêzgehê tê derxistin bi bajarê Elezîzê ve tê girêdan. 

 

Herî dawî di sala 1935'an de bi navenda bajarê Mamekiyê ve hatiye girêdan û niha weke navçeya Dersîmê tê zanîn. Navçe li zozanên Koê Mûnziro hatiye avakirin.

 

Li Çemûşgezikê bermahiya herî kevnar û dîrokî Şikeftên Dewrêş ango bi navekî din Qulên Dewrêş e. 

 

Şikeftên Dewrêş li rojavayê navçeyê, li jorê Çemê Tahar di zinarekê asê û kirsî de hatine kolandin. 

 

Şikeft ji sê qatan pêk tên. Bi dehan şikeft yek li ber yekê di rêzê de hatine çêkirin.

 

Her wetaqa wan bi qasî du sê metreyan fireh û du metre kûr hatine çêkirin. 

 

Ji bo ronahiyê di wetaqan de eywanên dirêj û şibakên mezin hatine çêkirin. 

 

Şikeft ji sê qat û du beşan pêk tên. Ji bo hilkişîna qatên jor, di zinar de dirince hatine çêkirin. 

 

Derketina beşa yekem ji derve da bi dirinceyan pêkan e. Beşa duyem, li gor ya yekem bêtir teng e. Di têketina wê de salonaka rawestinê heye. Ji cihê rawestinê şûnda korîdoreke dirêj heye. Di dawiya korîdorê de ji bo derketina jor dirince hatine çêkirin. 

 

Li aliyê rastê yê korîdorê şibak li hemberî şibakan derî hatine çêkirin. Qatiyê hin wetaqan dûz in, hinek jî di şiklê gumbetê de ne. 

 

Li herî jorê şikeftan wetaqeke mezin heye, jê re wetaqa key tê gotin, li gor wetaqên din hilkişîna vêderê bêtir zehmet e. 

 

Ji bo pêdiviya avê di zinaran de xêzikên avê hatine çêkirin. Ava baranê di van xêzikan de dinuqutê dikeve sarinc an. 

 

Bi hezaran sal berê, di wexta Mûsa Pêxember de Dewrêş vekişiyane van şikeftan û bi dehsalan xwe li hember jiyanê tecrîd kirin e. 

 

Hun dizanin çima? Li xwe geriyan e. Gelo em xwe çiqas nasdikin?

 

Mordem Zel

12.12.2019 Licê

 


Gotinên miftehî :