Şeva Lawê Qers,şeva,lawê,qers

Şeva Lawê Qers

A+ A-

Her welat, her netew, her civak bi rengên xwe hene. Tiştên ku civakan dikin civak, bêguman bawerî, urf û adet, kevneşopî û gelek taybetmendîyên axî û erdnîgarî ne.  

Li Kurdistanê, di nav civakan da ji hev cuda li gor erdnîgarî û avhewayê gelek taybetmendîyên balkêş hene ku pêwiste kesên zanist û nivîskar li ser wan lêkolîn bikin û bi awayeke nivîskî û dîmen bigînin nivşên dû xwe. Bi vî hawî ew ê taybetmendîyên civakî tune nebin û tim bêne jiyandin.

 

Di vê çarçoveyê da, ez ê behsa yek ji van taybetmendî û tercubeyên mijara behsê çîroka Lawê Qers bikim.

 

Lawê Qers, ji navçeya Licê ya Amedê kesekê bazirgan bûye. Licê, di dîrokê da, ji aliyê çanda bazirganiyê ve ciheke xwe yê girîng digire. Du rêyên bazirganiyê ango rêyên karwanan, xeta Erzirom-Heleb û Serhed-Amed di Licê da derbas dibin. Lewra jî çanda karwanîyê li Licê zêde hebûye. 

Çîroka Lawê Qers jî di rêwîyeke navbera Licê û Qersê da diqewime.

Çîrok, qaşo bi qedandina Zivistanê û destpêka Biharê destpê dike. Di heman demê da çîrok têkildarî avhewayê û heskirinê ye jî. Li gorî hesabên salê şeva Lawê Qers dikeve şeva serê Sibatê. Yanê dawîya meha Çile, serê Kanûna Paşîn e. Li gor salnameya mîladî roja 1'ê Sibatê ye.  

(Li gor hin kesan ev hesab dibe biguhere û bikeve roja 2,3,4 ango 5'ê Sibatê jî.) 

 

Li gor dijwarîya zivistanê şevên herî sar şevên Kanûna Paşîn in. Kanûna Pêşîn ji 10 rojan ya Paşîn ji 11 rojan pêk tê. Çile jî 40 roj e.

 

Du jinên Lawê Qers hebûn e. Yek jê xerîb, yek jî dotmama wî bûye. Di heman demê da heft heb jî qantirên wî hebûn e. Dema qantirên xwe ji axurê derdixe ku bikeve rê, herdû jinê wî tevî hemî der û cîran dikevin pêsîra wî, da ku rê neçe. Dibêjin;  “Sar e serma ye, hê zivistan neqedîya ye. Tu herî di rê da li te bibe berf û seqem tu yê biqerisî.”

Lê lawê Qers ji înada xwe nayê xwarê û go nade kesî. Serê Sibehê amadekariya xwe dike û berê xwe dide ser rêya Qersê. Hetanî dibe êvar li rê diçe. Li rê şev lê diqewime û li cîyekî xil û xalî li bin zinarekî stare dibe. Şev pir sar e. Tif bê kirin li hewa dicemide. Ji sermana dilerize û diricife. Dinêre ew ê ji sermana qot bibe, radibe zikê qantireke xwe bi xencerê diqelêşe. Hûr û mûrên hundirê wê derdixe û xwe dike zikê wê. Piştî dikeve zikê wê ji hundir ve zikê wê bi derzî û şûjinê didirû. Piştî ku demekî nermayî çêdibe ji hundirê zikê qantirê derdikeve. Lê disa hişkayî û qeşa destpê dike. Vê carê zikê qantireke xwe ya din diqelêşe û wekî ya ewilî dikeve zikê wê. Hetanî serê sibehê ev heft caran tê dubare kirin. Yanê heft caran dibe sayî û hişkayî, heft caran dibe ewrayî û nermayî. Hetanî serê sibehê her heft qantirên xwe jî bi vî awayî ji xwe ra dike star û li jîyanê dimîne. Ew şev, şeva zivistanê ya dawî ye. Ji şevên wisa ra dibêjin GÎT. Ew şev jî gîta zivistanê, gîta Lawê Qers e. Hetanî serê sibehê heft caran dibe ewr û heft caran jî dibe sayî. Werhasil sax dimîne sibehê. 

Serê sibehê bi tena serê xwe vedigere malê. Malîn, Der û cîran bi tevahî wê şevê Lawê Qers mereq dikin û kes bawer nake li jiyanê mabe. Bi hatina wî ya malê ra herkes şa dibe û ji bo Lawê Qers qurban serjê dikin. 

 

Hevjîna wî ya biyanî xwe davêje hemêza wî û hêsiran dibarîne dibêje;

"Ez heyran, ez qurban îşev ji bo te raneketime. Çirkek xew neketîye çavên min." 

 

Jina wî ya xerîb kone û fêlbaz e. Her tim bi fen û fûtan xwe kirîye çavên mêrê xwe û hezkirina mêrê xwe bi piranî kişandîye ser xwe. Lê dotmama wî zêde serî li fen û fûtên wisa nedaye. Ji ber vê yekê lawê Qers hetanî wê rojê gotîye qey jina wî ya xerîb bêtir jê hez dike.  Ew roj jî dema tê malê dîsa jina wî ya xerîb bi dek û dolaban xwe pê xweş dike û dibêje, ez ji xema te îşev raneketime û filan û bêvan...

Şik dikeve dilê lawê Qers. 

Lawê Qers ew roj ji jina xwe ya biyanî dikeve gumanê û dixwaze wê biceribîne. 

Ji jina xerîb dipirse dibêje;

"Îşev hetanî serê sibehê çend caran bû ewr û çend caran bû sayî? 

Jina wî dibêje;

"Weyyyy, hetanî serê sibehê sayî bû, ba û bager û tofan bû. Hêsir jî ji çavên min xalî nebûn." 

 

Dizivire ser dotmama xwe û heman pirsê ji wê dike... 

 

Dotmama wî bi awayeke mirûz û xemgîn pirsa wî dibersivîne. 

Dibêje;

"Hetanî sibehê heft caran bû ewr heft caran bû sayî." 

 

Ewçax lawê Qers fam dike ku ya ji dil jê hezdike û ji bo wî hetanî serê sibehê raneketîye û xem kirîye dotmama wî bûye. 

Ew çax dibêje; 

 

"Ji erdan erdê xam

Ji şûran şûrê şam

Ji jinan bînin dotmam" 

 

Spasî

Di berhevkarîya çîrokê da keda nivîskarê hêja, hevalê min rêzdar Hasan Harranî jî heye, ji dil û can spasîya cenabê wî dikim. 

Nîşe: Çîrok ji devê gelek kesên kal û pîr hatiye guhdarkirin û piştra derbasî nivîsê bûye.

 

Mordem Zel

Licê


Gotinên miftehî :