Şoreş, dijşoreş û derûniya civata kurd û hizrên Apoyî
Selim Bicuk
Di dîroka Kurdistanê de, cara yekem e ku kesayetiyeke xwedî hizir û zanîneke bilind wek birêz Abdulah Öcalan derdikeve. Ji xwe di hemî civatên cihanî de bi sedên salan heta ku kesayetiyeke weha derdikeve. Di demekê de vî kesî berî her tiştî du tiştên bingehîn berbiçav kirin:
- Kurdistan dagîrkiriye û divê bê azadkirin (Serxwebûn û azadiya Kurdistanê)
- Kesayetiya kurdî ji xwe, ji dîroka xwe, ji çanda xwe ketiye, divê ev kesayetî ji nû ve bê avakirin.
Li ser bingeha Manîfesto 1 û pirsa kesayetiyê, diviya bû bi şerekî çekdarî dest bi xebatê bibe. Lê em îro ji xwe bipirsin ev şer li dijî kê hat kirin, bi awireke kurt û vekirî em ê bibînin di serî de li dijî dewleta Tirk ku hebûna xwe li ser hebûna kurdan avakiribû, li dijî Hevpeymaniya Nato ku Tirkiya endamekî wê bingehîn bû, li dijî kesayetiya kurd ya ketî ku bêtir ji dijminê xwe şer bi xwe re dikir û pê re li dijî pergala civakî ya kurdî ku li dij xwe hatibû avakirin. Eger em van hêzan bînin ba hev em ê bibînin ku ev şer li dijî pergala cihanî ya ku hebû û di nav de jî pergala kurdî ku her dem peya û leşkerê dijminê xwe bû. Vê pergalê bi tevahî û bi hev re şer li dijî PKK bilind kir û bi hemî hêza xwe hewil dan ku wê tune bikin. Di salên notî de, sosiyalîzim têk çû û her weha di encama têkçûna pergala navnetewî de, pirojeyekî nû ketibû rê, ev piroje di serî de aborî bû, lê aliyên civakî, çandî, olî û netewî tê de cihekî mezin digirtin. Vî pirojeyî, di serî de li dijî hizirên neteweperest û hizirên olperest şer dikir. Ev her du hizirên ku hem neteweyên din û hem olên din tune dikin. Li gora vê pirojeyê dewletên navendî yên olî û netewî divê ji hev bikevin û pêkhate vegerin ser koka xwe ya bingehîn û xwe birêve bibin. Di wan salan de, hizrê Apoyî li ber guherîneke mezin bû. Konfedralî û netewa demokrat da pêş, lê berî ku bike rê, di encama kompiloyeke navnetewî de hat girtin û radestî Tirkiyê bû.
Di serî de, dixwazim wateya Netewa Demokrat û biratiya gelan li gorî xwe şîrove bikim. Ji ber ku hem bi zanebûn û hem bi nezanî ev şaş hatine famkirin û li dijî doza kurd tên bikaranîn. Ev têgîn bi wateya xwe ya kurdî nayên fam kirin, min pir dixwest kurdiyeke din ji wan re bibînim, lê min nikaribû û ez nizanim çawa ji tirkî hatine wegerandin û di kurdî de bê wate bûne.
Di bingeha xwe de, ev têgîna siyasî weha hatiye têgihîştin ku netewe tune dibe û dibe bi awayekî Internationalist, yanî kurd, ereb, tirk û gelên din dibin yek. Ev hizir bi xwe li dijî vê têgînê ye, mebest li vir bi hevrejiyana netewe û olên cuda ye, di nava mafên wek hev û dadmendiyê de. Dewleta netewî desthilatiyê li sînôrê xwe dike û di nava xwe de mafên hemî neteweyên cuda û olên cuda teqez dike. Ev alî di serî de, ji bo kurdan pêkan e, ne hemî kurd li ser pirsa netewî wek hev dihizirin. Li nav kurdan olên cuda hene, her yek ji wan taybetmendiyên wan hene, li gora wan taybetmendiyan di nav nasnameya xwe ya netewî de cih digirin. Li Kurdistanê neteweyên cuda hene, di nava sînorê Kurdistanê de divê mafên wan jî hebin, yanî bi awayekî din li Kurdistaneke serbixwe kurd dê hebin û kurdistaniyên ne kurd dê hebin û hemî ol dê hebin û hemî xwedî maf bin. Gelek endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê derdikevin dibêjin em li dijî dewleta netewî ne, lê di rastiyê de ew li dijî neteweperestiyê ne, li vir cudabûneke mezin li navbera neteweperwerî û neteweperestiyê de heye. Eger van kesan her du peyv bi yek wateyê naskiribin ew şaş in û li dijî hizirê serok Apo bi xwe ne.
Manîfestoya 2 derket, di vê manîfetoyê de, guherîna fikir û ramanê heye, bêtir di çarçoveya pilanên navnetewî de ku bi pirsa vegera li ser koka bingehîn û li dijî olperestî û neteweperestiyê xebatê dike. Guherîna ramana markisî kevin heye ku awayekî sosiyalizmê nû dide pêş bêtir dadmendiyeke civakî dide pêş ku bi awayekî ji awa nêzî sosiyal demokrat an jî sosiyaleke civakî û pê re şoreşa jinê di serî de bilind dike heye û her weha şoreşek ekolojî heye. Lê avakirina dewleteke netewî demokrat ku her kes bikaribe tê de bi hev re bijî heye. Cudabûna Manîfestoya pêşî û ya niha Serxwebûna Kurdistanê wek xwe dimîne, lê bi raman û hizirên nûjen û siyaseteke afrîner û nû.
Sûrî perçe dibe, Rojavayê Kurdistanê li ku ye?
Çarenûsa vî perçeyê Kurdistanê yê herî biçûk bûye kilîta azadiya gelê kurd li hemî perçeyan. Helbet e barekî giran e ji bo şervan û azadîxwazên vî perçeyî, lê çav û hêviyên nêzî 80 miliyon kurd li Rojava ziq man e û li xewna bi salan ku bibe rastî digerin. Dijmin pir in û bi şev û roj lîstikan berdewam dikin. Xweparêzên (Opportunist) kurd ku her dem rola yekem di tunekirina Tevgera Azadiyê de dilîstin pir in. Ajanên dijmin pir in, ev hemî bi pergaleke gendel re dibin yek da ku ji hindur ve vê şoreşê birûxînin û xwe hêdî hêdî bikin pergala şoreşê bi xwe. Lê ramaneke şoreşgerî ku di bin hemî mercan de ev 50 sal e xwe diparêze û li ser piyan maye heye ku hêviya me xurt dike û berê me dide azadiyê heye. Rojava bi xwe herî kêm ji konvederalîkê re amade ye. Ji bo serkeftina dawî hin tişt tên xwestin: Berxwedan û bi ti awayî çek neyên danîn, xurtikirina têkiliyên navnetewî, dûrxistina xweparêz û gendelan û di serî de pêşkêşkirina dadmendî û wekheviya civakî ji bo gel. Li aliyê din peymanên berê ku bi hekûmeta terorîst re bi ti awayî neyên imzekirin. Ev peyman bi daxwaza dewleta Tirk û hin peyayên wê yên xweparêz û gendelan tên xwestin. Rewşa siyasî û leşkerî ya navnetewî bi tevahî ji bo me guncaw e.
