1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. ŞANAZIYA HUNERA KURDÎ: Mem Û Zîn
ŞANAZIYA HUNERA KURDÎ: Mem Û Zîn,şanaziya,hunera,kurdî,mem,û,zîn

ŞANAZIYA HUNERA KURDÎ: Mem Û Zîn

A+ A-

Cara pêşîn bi heyecanek wisa xurt li benda temaşekirina lîstikekê mabûm. Jixwe hûn xwendevanên hêja, dema ku hûn jî temaşe bikin, hûn ê çêtir têbigihîjin ku sedema heyecana min a zêde çi bû. Di dema provayên lîstika şanoyê ku ji şahesera wêjeya Kurdî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de, min bîr û boçûnên xwe yên ji bo lîstikê, ji derhênerê ‘Mem û Zîn’ê rêzdar Ruknetîn Gun re wisa anîbû zimên; “ Heger lîstika Mem û Zînê bi serkeftî derkeve pêşberî temaşevanên xwe, ev yek tê wateya ku Mem û Zîn a Xanî wê bêhtir têkeve rojevê û bi wê re, wêje û hunera Kurdî ya modern dikare çend gavên dîtir nêzîkî xeyalên xwe bibe.”

Di nivîsên xwe yên quncikê ‘Nasnameyê’ yên destpêkê de jî, min bi taybetî bal kişandibû ser wê yekê ku gerdûnîbûn û asta bilind a hunera civakekê, bi kod û berhemên resen ên wê civakê dikare pêk were. Wek pêkhatinekê şanoya “Mem û Zîn”ê di temsîliyeta hunera Kurdî de encama têkoşînekê ye. Tevli mekanê lîstikê û şêweya xwe, Mem û Zîn bûye berhemeke giştî ya hunera Kurdî. Di hundirê vê berhemê de şano, muzîk, wêje, folklor, zargotin û hemû kodên civaka Kurdî bi ahengeke xurt di “sahneya Kurdî” de cihê xwe girtiye.

Ji sînorên şanoya klasîk ber bi şanoyeke xweser, bi deqên Kurdî yên bi vî rengî şano(geri)ya Kurdî dikare di nava şanoya cîhanê de cihekî giranbuha bigire.

Serketîbûna vê pêşandeyê bi hevkariya dîsîplînên cuda yên “Temaşeya Kurdî” pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî, bi vî rengê hemû hunerên Kurdî yên resen dikare bala hunera hemdemî bikşîne.

Karê şanoyî û pêşandeyî bi xebatên kolektîfî pêk tên. Şanoya ‘Mem û Zîn’ê jî encama xebateke dûvdirêj a kolektîfî ye. Ya ku vê bi rê ve dibe û derdixe pêşberî temaşevanan, piştgirî û jidilbûna tevgera çandî ya Kurdî ye… Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hemû xebatkarên tevgera çandê ev yek bi awayekî gelekî hesas li mêzînê xistine û ev yek derxistine holê.

Li hemû cîhanê karê çandî û hunerî bi bazirganiyê nayê pîvan. Rasterast yan bi polîtîkayên hukimetan an jî di ser şaredariyan re tê bi rêkxistin. Şanoya ‘Mem û Zîn’ê ji bo polîtîkayeke di cî de û xurt a çandê mînakeke gelekî hêja ye.

Li gorî derfetên îro û di pêşerojê de divê şaredariyên mezin wekî Mêrdîn û Wanê û beşên şanoyê yên akademiyên hunerê yên Kurdistanê jî, di hunera Kurdî de hem hevkariyê bikin û hem jî berberiya hev bikin.

Bi pêşandeya ‘Mem û Zîn’ê, şanoya klasîk a Kurdî rê li ber gelek xebatên din vedike. Piştî vê xebata Mem û Zînê dor tê ser berhem û deqên klasîk û folklorîk ên mîna “Derwêşê Evdî û Edûlê”, “Zembîlfiroş”, “Ristemê Zal” û heta xwe bigihîne lehengên hemdem ên azadiya Kurdistanê...

Bi vê lîstikê dîtina min ew e ku temaşevan wê li şanogehên Kurdî zêde bibin û êdî temaşevan wê li benda vê qalîteyê bin. Ev yek jî bar û berpirsiyariya hunermendên Kurdan girantir dike. Bi vê lixwezêdekirina hunerî hêviya min a ji şanoya Kurdî xurtir bû.

Ev xebat jî encameke xebatên tevgera çandî ya Kurdî ye. Baweriya min ew e ku pêşeroj ji bo şano(geri)ya Kurdî vekiriye û gelek deqên Kurdî wê li ser dikê cihê bigirin.

Li ser wê bîr û baweriyê me ku wêje û hunera Kurdî ya modern jî bi şanoya ‘Mem û Zîn’ê re bi nasnameya xwe ya resen û kodên civaka xwe çend gavên dîtir nêzîkî xeyalên xwe dibe.

12.05.2014 Azadiya Welat