1. Tekst

  2. Gotar

  3. Perwîzê Cîhanî
  4. Şaşîyên rênivîsa gorrbihîşt Celadet Bedirxanî
Şaşîyên  rênivîsa gorrbihîşt Celadet Bedirxanî,şaşîyên,rênivîsa,gorrbihîşt,celadet,bedirxanî

Şaşîyên rênivîsa gorrbihîşt Celadet Bedirxanî

A+ A-

Celadet Bedirxan yek ji binav û bangtirînê kesê binemala Bedirxanîyan e. Bavê wî Emîn ‘Alî Bedirxan û dayika wî Seniha xanima Çergez e. Celadet Bedirxan li Istenbolê hatîye cîhanê û dad xwendîye û çendîn salan jî li almanîyayê maye û zimanê almanî û çend zimanên dî jî hîn bûye. 


Dîyar e, di vê nivîsarê da ez naxwazim li ser jîyan û hemû berhemên Celadetî binivîsim, lê tişta ku ez han dam, ku dil li deriyayê bidim û ew razên ku di dilê min da mabûn ser vekim, rênivîsa Celadet Bedirxanî bû. 

Celadet Bedirxanî bi arîkarîya Roger Lescot pirtûkek li ser rêziman û rênivîsa kurmancî nivîsîye û di wê pirtûkê da hindek destûr û qanûn raberî xwanindeyan kirîye, ku di gel ziman û toreya kurdî naguncin. Ezê çend xalên giring ji wan destûrên nedurust di vê nivîsarê da destnîşan bikim. Lê berî wê hindê ku ez dakevim vê meydanê, debê ji xwanindeyên hêja ra bêjim, nîşandana van şaşîyana qet nikare ji pile û payeya Celadetî kêm bike û ji Celadetî ra kêmasîyan biîne. Lewra ku karê Celadetî li vê barê da yekimîn kar e û hîç demê karê yekem bêy kêmasî nabe. Celadetî bingehê rêziman û rênivîsa kurdî danîye û erka me ye ku em li ser wê bingehê bixebitin û kêmasî û nivîşkanîyên wê ji holê rakin û ewê tekûz bikin. Hemû kar û bîrokeyên zanistî di destpêka xwe da nivîşkan in. Her kes tê kêmasîyek wî karî peyda dike û nivîşkanîyek wî karî ji holê radike. 


1. Celadet di rênivîsa xwe da dinivîse: „Çi caran dengdêra „Γ nakeve pêşîya tîpa „Y“ . Di wê demê da debê „Î“ kurt bibe û weke „I“ bête nivîsînê. Ronahîyê bibe ronahiyê. Ev derîzîya min e. , debê bibe; „Ev derziya min e…“ Lê ji bo vê destûrê çi ronkirneveyek nedaye. Negotîye ka çima û ji bo çi debê em ji bo rabêjên navçeyî û devokî peyvê ji resenatî bêxin û birîndar bikin?
 

 Ev hizra şaş û çewt e û serekanîyê ji devokan digire. Lewra ku li hindek devokên kurmancî da - ne di hemûyê da - ev rewşa tête pêş. Lê eger em evê destûrê bipejirînin, em neçar in ku hemû partizîpên kurmancî ku bi „Γ yê kuta dibin şaş binivîsin. Hemû navdêrên ku ji rewşnavan saz dibin û dengdêra „Γ yê digirin bi şaşî binivîsin. Herwisan hemû navên taybetî ku bi dengdêra „Γ kuta dibin şaş binivîsin. Derzî dê bibe derzi, kanî dê bibe kani, xanî dê bibe xani… Bi dîtina min nabe ku em ji bo rabêjkirinên navçeyî peyvê birîndar bikin. Em debê peyva kurdî serrast û wek binêşa wê binivîsin û kê bi kîjan devoka kurdî û çawa rabêj dike bila bike. 


Eger em evê bîrokeyê bipejirînin, debê em dest li naveroka bi sedan helbest û kewnetoreya kurdî bidin û kêş û qafîya wan têkel bikin. Di gelek devokên kurmancî da hindek taybetmendî hene, nabe ku mirov wan taybetmendîyên devokî bike binêşa zimanî. Bo nimûne li gelek devokên kurmancî da tîpa „R“ nayê rabêjkirinê: baran dibe bayan, dara dibe daya, … yan li hindek devokan da „L“ dibe „R“… êdî em nikarin vê hindê ji xwe ra bikin serpelge û dest li binêşa peyvan werdin û peyvan bikin gorîyê rabêjên devokî. Ev hinda li gelek zimanên cîhanê yên wekî înglîsî û firansî da jî heye. Di van zimanan da eger mirov rabêjê bike serdest û binêşe, hînga debê nîvê peyvên wan zimanan bêne desttêwerdanê. 

Kurt û kurmancî peyv debê weke xwe û binêşa xwe bête nivîsînê û nebe gorîyê rabêjtinên navçeyî. Xanî, Xanî ye, nabe Xani. Cizîrî, Cizîrî ye, nabe Cizîri… 

2. Celadet Bedirxan li ser wê bawerê ye, ku daçek û paşpirtikên wekî: da, ra, va, … debê bi şêweya: de, re, ve … bêne nivîsînê, ku ew jî çewt e û binêşa wê ya devokî heye. 


Dema ku mirov li ser zimanê kurdî lêklînê dike, mirov dibîne, ku ji Îrewanê bigire ta ‘Efrînê, ji wir bigire ta Kirmanşah û Dêhloran û Mêhranê, ji wêdê bigre ta Şîraz û Xurasanê hemû kurmanc û Soran û Goran û Lek û Lor û bigire Fars jî van daçek û paşpirtikan bi dengdêra „A“ bi lêv dikin. Tenê çend devokên dorûberên Cizîrê da ew rewşa rabêjtinê heye. Lê tiştekî pirr giringe dî heye, ew jî rewşa kewnetoreya kurdî ye. Eger em wê rênivîsa Celadetî bipejirînin, bi sedan û belkû bi hezaran kêş û qafîye û wate li helbest û kewnetoreya me ya nivîskî û heylo li toreya me ya zarkî da dê xewişdar û birîndar bibin. Ji ‚‘Elîyê Herîrî bigire, ji Seyîdî Hewramî bigre ta Elîyê Berdeşanî û ta Cigerxûnî û bi sedan hozanên kurd „ DA, RA, VA“ bi kar birine. 


Eger em dest li wan nivîsînan werdin û bînin ser rênivîsa Celadetî, edebîyata me dê pirr birîndar bibe û derbên necebirandî dê li edebîyata me bikevin. Hindek kesên ku haya wan ji şêweya edebîyata vehûnandî tune ye û tiştekî ji kêş û qafîya û ‘erûzê nizanin, hindek helbestên kurdî tîpguhêz kirine, û korkorane li dû vê rêbazê ra çûne û bi sedan helbestên kurdî ji kêş û qafîyê xistine… 


Nimûne:
 

Eger em tenê qesîda Melayê Cizîrî ya felsefî; „Ellah se’hergehê ezel yelmûmê ‘işqê şu’ile da „ biînin ser rênivîsa Celadetî, dê bibînin ku çi alozî û çi têkelpêkelîyek sosret dê bikeve nav helbesta Cizîrî da. 

Gorrbihîşt Celadet Bedirxan ev bîrokeya bêy li ber çav girtina rewşa kewnetoreya kurdî û zimanê kurdî ragehandîye. Helbet gava ku mirov Hawarê dixûne, mirov dibîne ku haya Celadetî li bara kewnetoreya kurdî da pirr lawaz e. Ew jî dizivirre ser wê hindê ku ewî edebîyata rojhelatê nexwendîye û kêm li ser kar kirîye. Bo nimûne Celadet li kovara Hawarê hejmara 45 an da li ser Mem û Zînê weha dinivîse: „Xanî Memozîna xwe li ser 50 qesîdan lêk vekirîye…Li ser qesîdeyên Memozînê li şûna sernamê çend xêzik nesir hene. Ev xêzik Xanî bixwe nivîsandine an hinên din piştre ew bi ser ve zêde kirine em pê nizanin, her çî jî hebe ew nesir ne rast in. Islûba wan ne kurmancî ne farisî ne jî erebî ye. Ev nivîsar ji her du islûban der, ne nezim ne jî nesir in… „ 

Em dibînin ku li van çend hevokan da ji bilî şaşîyên zanistî, zêdeyî heşt şaşî û heleyên rênivîsî û rêzimanî jî hene. 


1. Memozîn rabêja devokî ye, navê pirtûkê Mem û Zîn e. 2. Qaliba vehûnandina Mem û Zînê mesnewî ye, ne qesîde ye.  3. Li vir lêk şaş e, debê jêk bête nivîsîn.  4. Peyva sername debê pirrjimar be û weha bête nivîsîn: li şûna sernameyan … 5. Nivîsandin durust nîne, nivîsîn durust e.  6. Piştre ji du peyvan pêk tê û debê weha bête nivîsîn: pişt re  7. Hevoka dawîyê çewt e.  8. Mem û Zîn ne ji 50 qesîdeyan belkû ji 59 yan 60 bendan pêk hatîye.  9. Ew xêzikên ku Celadtî nivîsîye, ne nezim in, ne jî nesir in, jê ra nesira musecce‘ dibêjin. Nivîsîna nesira musecce‘ hunerekî nivîskarîya klasîk e. Gelek pirtûkên farisî, erebî û turkî yên toreyî bi wê nesirê hatine nivîsînê: wekî Gulistana Şîrazî û gelek pirtûkên dî. Xanî ji bilî ku di vehûnana helbestan da hosta bûye, ji kelênê wec wergirtîye û hostatîya xwe li hunera nesira musecce‘ da nîşan da ye. Ew sername yan serdêr bi qelema Xanî bi xwe ye û karekî pirr serketî ye û hîç kêmasî jî tê da nîne. 
 


3. Celadet Bedirxan dinivîse ku hîç peyvek kurdî bi dengdêra „i“ dest pê nabe. Lê wisan nîne. Di zimanê kurdî da gelek peyv hene ku bi dengdêra „i“ dest pê dibin, wekî: istêr - istêrr (nivînên ku li layekî xanî da li ser hevdu da hatîye hilcinîn) –istandin- ispênekirin- istirî- istiran- ispî- istûr- istewr- işkest- işkev- işkevt- …


Ev curre peyvana li hindek devokên dî da weke: sitêr, sitêrr,sitandin, sipênekirin, sitirî, sitiran, sipî, sitûr, sitewr, şikest, şikev, şikevt têne rabêjkirinê. Wate dengdêra destpêkê dibe duyemîn tîpa peyvê. Bi gotinek dî cîhê du tîpên destpêk bi hevdu ra têne guhestinê.
Lê Celadet Bedirxan li jêr kartêkirina zimaê almanî da van curre peyvana û hindek peyvên dî bêy dengdêr dinivîse, weke: stûr, stewr, şkevt… 


Lê em dizanin ku hîç peyvek kurdî bi du bêdengan (consonant)an dest pê nabe û her dengdêrek kurdî nîşaneya kîteyekê ye. Peyvên silav, sipas, bira, sitûr, her yek xudanê du kîteyan in, lewra ku du dengdêrên wan hene. Peyvên: istiran/sitiran, istirî/ sitirî, her yek xudanê sê kîteyan in, lewra ku sê dengdêrên wan hene. 

Kesên ku li dû wê rêbazê ra diçin peyvên bîhanî jî ku ketine nav zimanê kurdî destwedayî kirine. Weke Istanbol, kirine Stenbol. Istenbol yan Sitenbol bixwe xudanê sê kîte û sê dengdêran e.