1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Şer man û nemanê
Şer man û nemanê,şer,man,û,nemanê

Şer man û nemanê

A+ A-

Samî TAN

Îro cejn e. Cejna qurbanê ye. Di vê cejnê de wehşên ku qaşo li ser navê ola îslamê êrîş dikin, dixwazin di vê cejnê de careke din gelê kurd bikin qurbanî. Ev 20 roj in şervanên YGP û YPJ’ê, tevî hemû gelê Kobanê li dijî êrîşên hovane yên Daişê li ber xwe didin. Gelek kes niha dibêjin, “Ev Daiş ji ku derket, hêzeke wiha mezin ji nişka ve çawa derket holê?” Kesên ku der barê mijarê de hinekî lêkolînê dikin,bi awayekî zelal dibînin ku ev hêz wisa ji nişka ve derneketiye holê.

Ew dibînin ku Daiş ji hêla “eniya sunneparêz” a navneteweyî ve hatiye mezinkirin. Serkêşiya vê mîhwera şer Tirkiye, Qetar û Erebistana Siudî dike.

Piştevaniya Tirkiye û hevalbendên wê yên navborî ya ji bo rêxistinên selefî yên mîna Cephetul Nûsra, Daiş û Ahrar aş- Şam ji hêla her kesî ve dihat zanîn. Bi taybetî çapemeniya kurd û çapemeniya cîhanê bi nûçeyên xwe ev yek bi delîlan li ber çavan raxistibû. Lê belê hêzên navneteweyî yên mîna Amerîkayê çavên xwe ji vê yekê re digirtin. Vê rewşê heta ku Daişê Musil dagir kir, berdewam kir.

Heta, piştî dagirkririna Musilê jî hêzên navneteweyî neketin nav liv û tevgerê. Daişê piştî Musilê berê xwe da başûrê Kurdistanê, pêşî êrîşî kurdên êzîdî û Şingalê kir. Piştî vê êrîşê bi sed hezaran kurd bi qirkirinê re rû bi rû man. Piştî ku hêzên pêşmerge yên li herêmê ji nişka ve ji herêmê vekişiyan, rewşeke kambax derket holê. Li hemberî vê yekê YPG/ YPJ’ê xwe gihand hawara gelê li çiyayê Şingalê û piştre bi hatina hêzên HGP û YJA Starê rêgeheke rizgariyê di navbera Başûr û Rojava de hate vekirin û bi vî awayî gelê li herêmê ji qirkirinê rizgar bû. Daişê li seranserî Iraqê êrîşên xwe berfireh kirin û çeteyên Daişê li aliyekî berê xwe dabû Bexdayê, li aliyê din jî berê xwe da Hewlêrê. Pêşî êrîşî Mexmûrê kir û şikestina yekemîn jî li vir xwar. Piştî vê yekê êdî Amerîka û hêzên navneteweyî mecbûr man ku destkariyê di vê rewşê de bikin.

Di lîteratûra zanistî de şer wekî “siyaseta bi navgînên cuda” tê pênasekirin. Hêzên ku dixwazin plan û bernameyên xwe pêk bînin, dema ku bi astengiyeke mezin, bi girêkeke kor re rû bi rû dimînin, hingê ji bo vekirina wê girêkê şer bi kar tînin. Siyaseta li Rojhilata Navîn wekî lîstikeke kişikê ye. Lê belê tiştê ku vê lîstika siyasetê ji lîstika kişikê dijwartir dike ev e ku di kişikê de bi tenê du lîstikvan hene, lê belê di lîstika siyasetê de gelek lîstikvan hene, her yek ji wan li gorî hêvî û daxwaza xwe, li gorî armanc û pêdiviyên xwe hemleyekê dike. Heke tu dixwazî siyaseteke serkeftî bikî, divê tu karibî hesabê hemû hemleyan bikî û xwe li hemberî hemû hemleyan amade bikî.

Aliyekî din ê siyasetê jî ev e ku siyaset bi hêzê tê kirin. Di yarîgeha siyasetê de heke hêza te hebe, tu dikarî bibî lîstikvan. Heke hêza te tune be, li yarîgeha siyasetê kes cih nade te. Statû nîşane û encama hêza kom û civakan e. Ev hêzeke piralî ye. Niha hinek hêzê dikin ku cure; hêza nerm û hêza hişk. Hêza nerm hêza siyasî, aborî û teknolojîk-zanistî ye. Heçî hêza hişk e, ew jî hêza leşkerî ye.

Niha hêzên herêmî yên dagirker û hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî xaka Kurdistanê wekî yarîgeha lîstika xwe bi kar tînin.

Pergala heyî ya li herêmê êdî bi kêrî wan nayê, dixwazin pergaleke nû li herêmê bi cih bikin. Her çiqas hêzên navneteweyî dixxwazin pergaleke li gorî dilê xwe ava bikin jî, hemû hêz û derdorên li qadê bi têkoşîn û berxwedana xwe dikarin teşe bidin vê pergalê. Hêzên navneteweyî dema ku li pêşberî xwe hêzeke rêxistinî ya demokratîk bibînin, dê ji bêgavî bi wan re li hev bikin; heta radeyekê dê daxwazên wan jî li ber çavan bigirin.

Lê belê heta ku ji wan hêzan were, nahêlin ku li ser erdê tu astengî û kelem bimînin. Serê pêşîn dê bixwazin hêzên li qadê berî hev bidin û bi hev bidin şikandin. Îro ji ber vê yekê çavên xwe ji êrîşên li ser Rojava û Kobanê re digirin. Lê gelê Kobanê bi piştevaniya hemû kurdên azadîxwaz û mirovên demokrat li ber da, wisa xuya dike ku dê heta dawiyê jî li ber xwe bide û dê Daişê li qadê bişikêne û ev yek jî dê deriyê azadiyê li gelê kurd û li hêzên demokratîk veke. Ji bo vê yekê şerê li Kobanê şerê man û nemanê ye.


Gotinên miftehî :