1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Şopa pênûsgirekî li tevna çîrokê
Şopa pênûsgirekî li tevna çîrokê,şopa,pênûsgirekî,li,tevna,çîrokê

Şopa pênûsgirekî li tevna çîrokê

A+ A-

Ariya Giyanên Stewr ji pênûseke ciwan herikiye ser kaxêzê. Kaxêzên pîr hemû hunera pênûsa ciwan pêşkêşî her kesê xwediyê çav û guhan dike. Lê ji bilî hunerê (“Ji bo deqek (text) wekî berhemeke wêjeyî bête pejirandin, divê xwediyê nirxekî hunerî be.”) ji bo nirxandin û rexnegiriyê jî têra xwe tiştan nîşanî mirov dide.

Kurteçîrokên Sîdar Jîr derdixin holê ku nivîskarên ciwan çavên xwe li tiştên nû digerînin. Çi qasî ew tiştên nû dîtine, an nedîtine, ew mijareke din e. Lê ji çîrokan aşkere xuya dibe ku nivîskar li navên nû, mijarên nû, honandineke nû, lehengên nû geriyaye. Di çîroka “Kirasê Gulgulî” de nivîskar dayikek ku mêrê wê ji zû ve miriye wekî lehengê çîrokê datîne holê. Dayîk û qîza xwe di nav hezar kul û derdan de dijîn. Qîz mezin dibe, mafê zanîngehê bi dest dixe û mala xwe dibin bajarekî mezin ku zanîngeh lê heye.

Nivîskar têkiliya di navbera qîz û dayikê de wekî mînakekê dihone û pêşkêş dike. Ew lehengên xwe ji nav civakê hilnabijêre û ji lew re jî kesayetiya wan li kesayetiya kesî nayê. Ew ne gundî ne, ne bajarî, ne xizan in ne dewlemend.

Dilê keçikê dikeve lawikekî. Her tişt pir xweş diçe. Lê di paragrafa dawî de em ji nişka ve dibînin ku lawik û diya keçikê bi hev re ketine têkiliya cinsî. Sê kes li ser lingan sar dibin…

Xwendevan di hundir çîrokê de tu peyaman nastîne ku dû re bêje Aha, nivîskar nîşanî min daye, lê min fêm nekiriye. Belkî nivîskar ne mecbûr be ku vê yekê jî bike. Hingê mirov pirsekê ji nirxandêriyê dipirse, Têkiliya di navbera çîrok û encama çîrokê de çi ye?, Çîrok bi xwe ji bo encamê tê honandin, an na?

Nivîskar di çîrokê de gelek caran ji bo Beroj ku ji keçikê hez dike, gotina “parsek” bi kar tîne. Her wiha carekê vê hevokê jî datîne: “vê stranê dilê wî yê peqikên xwînê tê de li hev siwar dibûn wekî pisîkên gonê wan hatibin – ji hev nediqetiyan.” Nivîskar ji kê re dibêje “wekî pisîkên gonê wan hatibin?” Nivîskar vê gotinê ji bo peqikan dibêje. Peqikên xwîna Beroj. Xwîna Beroj. Beroj… Bi rastî gotin ji bo Beroj hatiye gotin. Dema mirov ji yekî re dibêje “Xwîna te xirabe ye.” mirov dixwaze bêje “Kesayetiya te xirabe ye.”

Nivîskar bi gotina “parsek” û “wekî pisîkên gonê wan hatibin.” di çîrokê de ji lehengê xwe re sixêfan dike û wî tawanbar dike. Ji lew re ew encamê dizane û kêfa wî qet ji wî lehengî re nayê.

Her wiha nivîskar bi zanebûn balê dikişîne ser kirasê gulgulî. Sedema ku nivîskar kirasê gulgulî li diya keçikê kiriye ew e ku dixwaze bêje “Beroj jinik ji rê dernexist, jinikê ew kiras li xwe kir û ew ji rê derxist.”

Di çîroka “Aboneyê Rojnameyê” de nivîskar li ser heman rêçikê diçe. Dîsa navekî nû, mijareke balkêş û honandina wê heye. Lê wekî çîroka yekem, nivîskar ji rastiyên dinyayê zêde bi dûr ketiye. Di vir de jî xortek beşdarî nav partiyeke kurdan dibe û dikeve nav refên gerîla. Ji ber ku ew çûye nav gerîlayan dewleta Sûrî dê û bavê wî kuştine. Piştî ku ew wekî gerîlayekî hatiye bajarê xwe, bi tena serê xwe ketiye mala xwe û jiyaneke berdûşî dijî. Mirov nizane êdî çi dike. Nivîskar bi vî rengî lehengekî zêde ji jiyanê dûr diafirîne û dide der ku çi qasî li hember jiyanê, kesayetiyên heyî û mijarên heyî aciz bûye.Çîroka “Xwekuştin” mijara “xwekuştina jinên Kurdistanê” wekî mijar digire. Dîsa du lehengên neqane diafirîne, amûr û lojîstikeke mezin dide destê wan. Pêşî awayê jiyana wan pêşkêş dike û dide xuyakirin ku ew ê her tim bixwaze jiyaneke wekî mînak pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

Her du lehengên wî ji bo lêkolîna sedema xwekuştinan hîn bibin dest bi xebatekê dikin û bi dewletê re rû bi rû dimînin. Lê nivîskar di çîrokê de diweste û di şûna ku li ser teşeyê xwe bimeşe û encamên balkêş biafirîne, lehengên xwe bi ser encameke pûç de diajo.


Di çîroka “Kevirê Gorê” de jî encameke wisa balkêş derdikeve holê ku edî ji teşeyê ji serî de nivîskar daniye holê baş dişikê. Di çîrokê de gundî le pey hev ji ber sermayê dimirin. Her sal gundî di sermayê de gelek miriyan didin. Gundî êdî dibin paranoyak û bi çifteyan li pey Ezraîl digerin. Mijar her çi qasî balkêş be jî, nivîskar tu encaman ji vê çîrokê dernaxe û encamê bi lehengan re dibe heta ser gorê. Dema ku miriyê dawî vedişêrin, encama çîrokê jî pê re dikeve gorê. Ne fantastîk e, ji lew re tu mijar ji nû ve nehatiye şîrovekirin. Dîtina miriyekî ya Ruhistîn (di gorê de) tiştekî ji nû ve şîrove nake, ev baweriyek e. Ne surreal e, ji ber ku zivistan û havîn jixwe mirovan dikujin.

Xirabûna psîkolojiya gundiyan, derketina paranoyakiyê, tirs û xofa wan amûrên xurt in di dest nivîskar de. Lê car caran nivîskar dixwazin xwe û parçekî ji xwe bikin çîrok, an beşeke romanê. Çi qas li pirtûkê neyê jî, vê yekê dikin. Encama çîrokê parçeyekî ji nivîskêr e.

Sibeha Bêazan bi cudahiyekê derdikeve pêşiya hemû çîrokên nivîskêr. Peyamên encama veşartî di çîrokê de xurtir in, lê baştir hatine veşartin. Di rêveçûna ber bi encama veşartî de çîrok wekî çîroka yekem bi herikandineke dûrî mijarê nadome. Her wiha du xalên teşeyî jî baş hatine xebitandin.

Di serê çîrokê de teqîna dmançeyekê û kiştina mêrekî… Melayê gund fersendê nabîne ku azanê bide. Jina mêrê kuştî, dê û bavên wî, gundî û mele… Her kes li ser vê kuştinê diaxive.

Em bêjin di navberê de xwendevên pirtûk danî û çû ji xwe re cigareyek, an çayek anî. Dîsa derê pirtûkê vekir û çû ser çîroka “Sibeha Bêazan.” Ji nişka ve dê xwendevan ji xwe re bêje, “Hîn çîrok neqediyaye, lê xuya ye ji ber vê destpêkê navê çîrokê Sibeha Bêazan e.” Rast e, lê kêm e.

Xala duyemîn di sebaha duyemîn de ye. Dengê demançeyan tê û melayê gund derfetê nabîne ku azanê bide. Gotinên nivîskar mirov dibin serê çîrokê, wekî mirov çîrokê ji serî ve dixwîne… Ev der dikaribû tam kopiya rûpela yekem bûya jî…

Çîroka herî baş a nivîskêr ev e.

“Xewna Helebçeyê” hem ji alî teşeyê ve, hem ji alî rêzkirina gotinan ve, hem ji alî ziman ve û hem ji alî girîngiya xwe ya dîrokî ve dibe xemla vê pirtûkê. “Xewna Helebçeyê” bêhnvedaneke ji bo vê pirtûkê û xweş li pirtûkê tê. Bêhnvedaneke serkeftî ye û neqişandineke xweşik e. Her wiha teşeyê Sîdar Jîr ê leheng, pêşketin û encamê di vir de jî hatiye parastin.

Çîroka bi navê “Xerat” ji xeratiyê dûr e. Xwendevanê ku wekî şoreşger tê pêşkêşkirin, bi encameke cuda derdikeve pêşberî me. Peyama sereke ya nivîskêr di vir de ne wekî çîrokên din e. Di çîrokên din de nivîskar peyama xwe ya sereke wekî vê çîrokê bi vî rengî eşkere nake: “Tu çawa bêtirs diçî ser bûyerên polîtîk, divê tu bêtirs li evîna xwe jî xwedî derkevî.”

Lehengê çîrokê vê peyamê baş fêm dike û bi xwişka xwediyê gotinê re evîna xwe bi pêş dixe.

Wekî ku me di çîroka yekem de da xuyakirin, nivîskar encamên xwe ji nişka ve pêşkêş dike. Ji ber wê jî peyamên nepenî di nav çîrokan de hene. Lê ev peyamên wiha zêde hatine nepixandin. Mînak: Di çîroka “Xerat” de (rûpela 51ê), paragrafa yekem hemû çima heye? Mirov wê paragrafê ji çîrokê derxe, dê çi jê kêm bibe? Bi rastî di wir de lehengê xwendevan û xwişka çîrokbêj hîn nû hevûdu dibînin, nas dikin. Peyam ew e. Lê zêde hatiye nepixandin û ew peyam di wir de jixwe nayê fêmkirin.

“Evîna Şeydayî”, “Kevirê Gorê”, “Xerat” û “Zeytînfiroş” di vê pirtûkê de beşekê temsîl dikin. Di van her çar çîrokan de konsantrasyon kêm e, têkiliya di navbera civak û lehengan de hatiye şikestin, nivîskar zêde bi ser afirandina xeyalî de çûye û ji çêja jiyanê dûr xistiye. Lê di rastiyê de ev heye, ku em çêj û eklê ji jiyanê nas dikin û heta ku têkiliya wê pê re tune be, em heman çêjê nastînin. Di navbera her çar çîrokan de encama “Evîna Şeydayî” û “Kevirê Gorê” yek in. Encama “Xerat” û “Zeytînfiroş” ne yek in. Zeytînfiroş lehengekî kone û xayin derdixe pêş. Her wiha di Zeytînfiroş de wekî me ji bo çîrokên din got, gundî bi rengê hebûna xwe nehatine pêşkêşkirin. Di rastiya xwe de gundî ji bajariyan bêhtir kone ne. Lê di diyalogên di navbera gundî û Zeytînfiroş de konsantre belav dibe û gundî nema dizane ku pê re hêrs bibe, yan bi zimanekî xweş pê re biaxive.


Di encamê de “Ariya Giyanên Stewr” tevî ku pêşkêşkirina çîrokên nivîskarekî ye jî, di hundirê xwe de bangawaziyekê jî dide û dibêje “Werin em li ser çîrokên nû rawestin.” Ji bo vê yekê qedera me tevî xeyalên xwe dike û dike hevîrên çîrokên xwe. Sîdar Jîr, ji alî zimanê kurmancî ve amûr û lojîstika xwe hilgirtiye, têkiliya di navbera xwe û çîrokên biyanî de xurt kiriye, bi çavekî li çîrokên heyî, bi çavekî jî li pênûsa xwe nihêriye. Lê divê di dema pêş de bêhtir li ser honandina çîrokan raweste û amûrên honandinê çêtir li mijarê bîne.


Ez ji niha ve li hêviya nirxandinên li ser vê pirtûkê me ku bixwînim.