1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. ‘Şoreşgerên Terorîst’
‘Şoreşgerên Terorîst’,şoreşgerên,terorîst

‘Şoreşgerên Terorîst’

A+ A-

Ez bawerim ku gelek ji we jî wekî min matmayî ma dema ku nûçeya qedexekirin hin rêxistinan ji alî Siûdiyê ve hate aşkerekirin. Wekî we jî di dezgehên ragihandinê de bihîstiye, Erbistana Siûdî rêxistinên Biratiya Misliman, Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û El Nusra wekî rêxistinên terorê îlankirin û derbasbûna wan a nava axa xwe qedexe kir.

Dîsa wekî hûn dizanin di van salên dawî de û bi taybetî jî di şer û pevçûnên li Sûriyeyê de di nava welatên ku herî zêde alîkarî dane çeteyên Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û El Nusrayê ev welat bû.

Gelo di piştperdeya vê biryarê de çi heye. Gelo Siûdiyê jî wekî hin welatên Rojava ji vegera wan a nava axa xwe ditirsin. Wekî di gelek belgeyan de jî hate zelalkirin ji welatên Ewropayê jî gelek kes tevli van komên çekdar ên li Sûriyeyê şer dikin bibûn û van welatan çavên xwe ji çûna wan ciwanan digirt. Ew kesên ku ji Ewropayê bi navê cîhadê tevli komên çete bûn, bi hesanî bi riya balafiran dihatin Tirkiye û ji wir jî derbasî Sûriyeyê dibûn. Ji bo pêşîgirtina li tevlêbûna wan jî tu welatekî Ewropayê pêşiya vê tevlêbûnê nedigirtin.

Lê di dema dawî de dema hin ji wan ciwanên ku ji Ewroapyê tevli van komên çekdar bibûn vegeriyan welatê xwe, vê yekê metirsî xistine nava rayedarên van welatan û gotin van ciwanên ku perwerdeya xwe li ser kuştin û talanê kirine, dema vegerin welatê wan dibe ku li wir jî bibin belaya serê wan.

Bi gotineke din ev serê 2-3 salane li Sûriyeyê bajaran wêran dikin, malên gel talan dikin, li kolanên serê sivîlan jê dikin û li ber çavên wan bi riya balafiran diçin Sûriyeyê, ev tev nehêjabûn ku li ser vê mijarê rawestin. Lê tenê dema hin ji wan çeteyan vegeriyan welatên xwe metirsî ket dilê rayedarên wan welatan.

Em vegerin ser qesexekirina Siûdiyê, wekî me got di gelek belge û mukurhatinên van çeteyan de derketibû holê ku alîkariya herî mezin ji Siûdiye digirtin. Lê di dema dawî de hin nakokî di navbera wê û Qetera ku piştgiriya Biratiya Mislimanan dike jî derketin holê.

Ev yek rewşa çekdarên Lîbyayê ya beriya û piştî rûxandina rejîma Qedafî jî tîne bîra mirov. Beriya rûxandina rejîma Qedafî dîsa helwesta welatên Rojava û Siûdiyê ji bo çekdarên ku li dijî Qedafî şer dikirin cuda bû. Beriya hilweşîna rejîmê navê şervanên şoreşê li wan dikirin lê piştî rûxandina rejîma Qedafî êdî navê wan şervanên şoreşê bû terorîst û çete.

Heta beriya demek nêzîk medya û çapemiya Siûdiyê ev komên çekdar wekî şervanên şoreşa Sûriyeyê bi nav dikirin. Wiha xuyaye dema ku ew çekdar li Sûriyeyê çete û talantî û kuştinê dikin, ew şervanên şoreşê ne lê dema mijar bibe çalakbûna li ser axa Siûdiyê ew dibin terorîst.

Rizoyê Xerzî Jêderk: Azadiya Welat


Gotinên miftehî :