1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Şûnpêyek pîroz heta Şengalê
Şûnpêyek pîroz heta Şengalê,şûnpêyek,pîroz,heta,şengalê

Şûnpêyek pîroz heta Şengalê

A+ A-

Di wê cihanê de ku hertim mêran şer pîroz kiriye û xwe kirine qehremanê bi hezaran kuştin û komkujiyan, jinan wek mexdûrên van şerên bi lenet, serî rakiriye. Êdî kiryarên wek kuştin, talan û destdirêjî, bûye wek pîrozî û qehremantiya van şeran. Piştî ewqas sal êdî ev herdu rastî careke din hatine ber hev û dîsa şerê hev dikin, pîrozahî û lenet. Îro êdî gelek kehanet hene ku rojekê di berdêla wan de bi hezaran jin di agirê lenetbûnê de bi saxî hatin şewitandin.

Ev çend roj in, ez meşa jinan ya ji Silêmanî ber bi Şengalê ve dişopînim. Beriya bi çend rojan, jineke li Silêmanî ku bi salan pêşmergetî kiribû, behsa tekoşîna bi salan ya jinên Başûr dikir û digot, di sala 1993’an de ji bo şermezarkirina şerê birakujî yan jî navxweyî ew ji Silêmanî heta Hewlêrê meşiyane. Wê demê nêzî 15 rojan li parlemana wê demê ya herêma Kurdistanê dimînin û daxwaza rawestandina şer dikin. Kes li wan guhdarî nake, jixwe û dîsa şer, herçî jin in, ew mexdûr in. Dema min jê re behsa vê meşê kir, di çavên wê de hem hêvî û hem jî bêhêvîman hebû. Hêvî, dengê nizim ê bawerî û azadiyê bû ku dibihîst û bêhêvîman jî mirov qet behs neke baştir e… ji ber ku çend rondik bi şûnde dibarandin û xelas.

Piştî wê meşa ku jina pêşmerge behsa wê kir, ev yekem çalakiya bi israr û wêrek a jinên Başûrê Kurdistanê ye. Her cara em di bajarekî re derbas dibin, ez dibêjim, xweziya hemû jinên vî bajarî bihatana û tevlî me bûbana. Lê mixabin tişta herî balkêş ew bû ku em di gelek bajar û bajarokan re derbas dibûn, herî zêde mêr di nav bajêr de jixwe re şaş û matmayî diman û li karwanê jinan temaşe dikir. Hinekan bi ken destek dikir, hinekan nerazîbûn nîşan dida û rûyê xwe tirş û tal dikir, di ber me re derbas dibûn. Tişta ku herî zêde bandor li mirovî dikir, çavên tije bendewarî yên jinan bûn. Gelekan ji wan dixwest beşdar bibin, lê te digot, qey bi sedan qeyd û bend bi dest û lingên wan ve hatine girêdan û nikarin ji ber deriyê mala xwe bi pêş ve bên. Bi carekê tu di navbera xwe û wan de dîwarekî dibînî, dîwarê şikestin û koletiya hezarê salan a jinan. Dîwarek ku ne em dikarin xwe bigihînin wan, ne jî ew dikarin xwe bigihînin me; bi awayekî mirov xwe gunehbar dibîne. Ya rastî, awirên van jinan wer dikir ku mirov newêribe li rûyê wan temaşe bike. Awirên wan rast digot, diviyabû ew jî îro li gel me bimeşiyana. Li Başûrê Kurdistanê jin gelek caran meşiyane lê hertim bi astengiyan re rû bi rû mane. Ma ne, êdî şûnpêyek pîroz ku hemû lenetî di bin lingê xwe de pelixandine û ji wan derbas dibe, li pêşiya jinan vebûye. Jin îro li ser rêya Leyla, Viyan û Destîna, bajar bi bajar, bêyî ku tu keleman li pêşiya xwe nas bikin, pêl wê hişmendiyê dikin ku wan her roj dikuje û bi wan re jiyanê jî dikuje, û dibihurin. Ji bo wê jî karwanê meşa dirêj a jinan bi dengê bilind dirûşmeya ‘Jin Jiyan e, Jiyanê Mekuje!’ bi dengekî berz dibêje. Û çavê kujerên jinan bi bihîstina vê dirûşmeyê xwe di hestên azadiya jinan de vedişêre û tine dibe, xwe dide alîyekî û rê ji vî karwanê ber bi Şengalê  re vedike. Çûyîna Şengalê şermezarkirina hemû xwedayên bi lenet e ku bi salan çîroka xwe di guhê me de dixwend û em ji pîrozahiyan dûr dixist. Jinên Başûr berê xwe dane Laleşa nûranî. Êdî kî guh bide çîrokên wan, piştî ku çîrokên ji nav lêvên dayikên Şengalê de bi şevê dizîn û gelek zarokê sêwî di xewa şêrîn de behecandin ji kula bêdayîktiyê. Jin îro diçin Şengalê ku ji dizên xewên azadiyê re bibêjin, hûn nikarin dayîktiya li ser axa pîroz zuwa û tine bikin, ji ber ku gelekî reh berdaye hinavê axê.