1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke"
"Divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke","divê,gelê,me,ji,agahiyên,qirêj,û,nûçeyên,derew,bawer,neke"

"Divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke"

Fermandariya YBŞ'ê diyar ku komek ji hêzên Heşdî Şebî xwestine bikevin herêmên di bin kontrola wan de û got; "Divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke."

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS

 

Fermandariya YBŞ'ê têkildarî şerê duh di navbera hêzên wan û komek Heşdî Şebî de bi demkî rû da daxuyaniyek nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Hêzên YBŞ û YJŞ ji sala 2014’an vir ve li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke mezin pêk aniye û di vê têkoşînê de, bi saya sedan şehîdên xwe ve herêma Şengalê rizgar kiriye. Hêzên me mintiqayên ku di bin kontrolê wan de ewleyî û asayîş pêk aniye. Heya niha bi ti hêzan re ti pirsgirêk nejiyaye û bi vî awayî di nav civakê de nêvengê baweriyê çêkiriye.

 

Di dîroka 22.09.2017’an de li derdora saet 10.30’an de komeke girêdayî Heşdî Şebî di xeta Sikiniyê û Xeyalê yê ku girêdayî Şengalê de bi îhlalkirina rêzika asayîşa YBŞ'ê  ve xwestine bêdestûr bikevin mintiqayên me. Li ser vê yekê hêzên YBŞ, ev koma girêdayî Heşdî Şebî hişyar kiriye, lê tevî van hişyariyan ev kom bi helwestên xwe yên şaş israr kiriye û rêzikên vê mintiqayê yên ku bi xwîna şehîdên YBŞ û YJŞ'ê girtiye binpêkirinê ceribandiye. Ev niqaşên çêbû di demeke şûn de veguheriye şerekî kurt. Ev şer piştî ku her du alî kontrola hêzên xwe girtin xilas bûye."

 

Fermandariya YBŞ'ê herî dawî ev bang kir; "Wek YBŞ, em car din dibêjin ku em ne aliyê şerên wiha ne. Hêzên YBŞ'ê  bêyî ku gaveke şûnde biavêje heya dawî mintiqayên ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiriye,  dê biparêze. Em dibêjin ku ev mintiqayên ku bi ked û fedakartiyên mezîn ên şehîdên me hatiye rizgarkirin, heya dawî em ê biparêzin. Divê ti hêz di vê mijarê de teşebûsa ceribandinê li ser me neke.

 

Ji derveyî daxuyaniya fermandartiyê me, divê gelê me ji agahiyên qirêj û nûçeyên derew bawer neke. Em bang li gelê xwe dikin da ku têkoşînê di nav refên YBŞ-YJŞ’ê de bilind bikin."