1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mihrîcana Mîtan û hêviya vegerê
Mihrîcana Mîtan û hêviya vegerê,mihrîcana,mîtan,û,hêviya,vegerê

Mihrîcana Mîtan û hêviya vegerê

Derhêner û Şanogerê ji Efrînê Mihîdîn Erselan anî ziman, ku tevî şert û mercên zehmet jî lidarxistina Mihrîcana Mîtan, xebateke hêja ye û got: “Ev tê wateya ku şoreşeke hunerî tê lidarxistin.”

A+ A-

Mihrîcana Mîtan a Şanoyê di 10’ê Çileyê de bi dirûşmeya “Veger nêz e em bi hêvî ne” li Şehbayê dest pê kir. Mihrîcana Şanoyê ya Mîtan a yekem sala 2014’an li Efrînê hat lidarxistin. Mihrîcana duyemîn û sêyemîn jî li Efrînê pêk hat. Mihrîcana 4’an sala 2020’î li kampeke koçberên Efrînê ya li Şehbayê hat lidarxistin. Mihrîcana 5’an li navçeya Ehdasê ya Şehbayê berdewam dike. Di Mihrîcanê de 7 şano hene û wê 8 rojan berdewam bike, gelek mêvan ji derveyî herêmê jî derbas bûne ew ê jî di mihrîcanê de şanoya xwe pêşkêş bikin. 

Roja yekşemê gel, endamên sazî û desteyan, mêvanên ku ji Kantona Cizîrê, Kantona Firatê û Reqayê û ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Kerkûkê hatin li hola Mîtan kom bûn da ku li lîstikên şano temaşe bikin. Yek ji ji şanoyên ku hatine pêşkêşkirin jî bi navê Tîrêj bû. Derhenerê wê yek ji damezrînerên Mihrîcana Mîtan Mihîdîn Erselan e ku her wiha bi salane berhemên wî di Mihrîcana Mîtan de cih digire. 

ŞOREŞA HUNERÊ

Derhêner û Şanogerê ji Efrînê Mihîdîn Erselan li ser Mihrîcana Mîtan a îsal û armanca mihrîcanê axivî. Erselan anî ziman ku lidarxistina mihrîcanek wiha di bin êrîşan de girîng e û got, "Îro Mihrîcana Mîtan a pêncemîn e. Em bi gel re bi hevre dijîn. Di rewşeke ku ewqas êrîş, wêrankirin û zexteke giran li ser herêmê tê meşandin. Di rewşeke wiha de Mihrîcana Mîtan tê lidarxistin. Ev yek tê wateya ku şoreşeke hunerî tê lidarxistin. Herêma Şehbayê di çargoşeyeke dorpêçkirî de ye, lê komên ji Reqa, Tebqa, Kobanê, Hesekê, Kerkûk derbasî Şehba bûn û di rewşeke wiha de şanoyên xwe pêşkêş dikin. Me jî xwest ku Mîtan bikin sehnekê ku hem çanda hev nas bikin û hem jî berxwedana xwe bidin naskirin.”

ŞANOYA TÎRÊJ

Erselan bal kişand ser şanoya Tîrêj û got: “Tîrêj berxwedana jinan a li hemberî pergalên desthilatdar diyar dike. Şanoya Tîrêj di roja çaremîn a Mihrîcana Mîtan de hate pêşkêşkirin. Tîrêj berxwedana jinên di zîndanan de dide diyarkirin. Di şanoya xwe de me behsa dagirkirina hemû Kurdistanê kir û em dizanin ku hemû kesên ku Kurdistanê dagirkirine desthilatdar in û bi rêbazên cûr bi cûr dixwazin çanda me qir bikin. Lê li hemberî wê her dem Kurdan serî hildan û li ber xwe dan. Tîrêj çiqas biçûk be jî ronahî tê re derbas dibe, ji bo wê jî hêviya me ew e ku em bigihêjin armanca xwe û nifşên li pey me wê bibêjin, mezinên me ji bo me xebitîn.”