1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê partiyên siyasî projeyên şênber pêşkêş bikin'
'Divê partiyên siyasî projeyên şênber pêşkêş bikin','divê,partiyên,siyasî,projeyên,şênber,pêşkêş,bikin'

'Divê partiyên siyasî projeyên şênber pêşkêş bikin'

Parlamenterên berê yên Parlamenta Iraqê yên tevlî Şêwra Neteweyî ya Kurdistanê bûn, destnîşan kirin, ku divê partiyên siyasî pêşniyar û projeyên xwe bi rengekî hê berbiçav pêşkêş bikin

A+ A-

Parlamenterên berê yên Parlamenta Iraqê yên tevlî Şêwra Neteweyî ya Kurdistanê bûn diyar kirin, ku divê yekîtiya gelê Kurd pêk were û gavên berbiçav werin werin avêtin. Parlamenterên berê yên Parlamenta Iraqê Sozan Mihemed û Rabîa Mihemed Ebdullah li ser şêwra yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re axivîn.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊWÎSTÎ YE'

Parlamenter Sozan Mihemed diyar kir, pêvajoya yekîtiya neteweyî ya ji aliyê KNK'ê ve hate destpêkirin girîng e û işaret bi pirgirêkên li çar parçeyên Kurdistanê kir. Mihemed destnîşan kir, ku divê projeyên berbiçav werin pêşkêşkirin û got, "Ji bo pêşkêşkirina projeyên ji bo çar parçeyên Kurdistanê, şêwra li vê derê girîng e. Her wiha ji ber ku di demeke dîrokî de tê kirin, hê girîng e. Bi taybetî pirsgirêkên aboriyê yên li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên li parçeyên din, pirsgirêkên siyasî yên li Başûr, girîngiya kongreyê zêde dikin. Dema mirov rewşê dinirxînin, hingî dibînin ku yekîtî û kongreya neteweyî pêwîstî ye."

'DIVIYABÛ PDK BIHATA Û BAXIVIYA'

Parlamentera berê ya Parlamenta Iraqê Rabîa Mihemed Ebdullah jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rexne kir ji ber ku tevlî şêwra yekîtiya neteweyî nebûye û got, "Ev partî di nava gelek pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê cih digire. Lewma tevlîbûna partiyeke bi vî rengî li vê civînê, kêmasî ye. Diviyabû îro li vir bûya û li ser pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din baxiviya."

'GIRÎNG E TEŞXÎSA RAST BÊ KIRIN'

Rabîa Mihemed Ebdullah diyar kir, di rûniştina destpêkê ya şêwrê de, ji aliyê tehlîla pirsgirêkan û destnîşankirina projeyên şênber de kêmasî hebû û got, "Pêwîste partiyên tevlî civînê dibin, bi pêşniyarên xwe balê bikişînin ser çavkaniya pirsgirêkan. Li doktorekî bifikirin, eger teşxîsa rast neke wê nikaribe dermanekî lê tê binivîsîne. Ji ber vê yekê, divê pirsgirêkên şênber werin nîqaşkirin."