1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em ê ji raya giştî re ragihînin bê li Kurdistanê çi diqewime'
'Em ê ji raya giştî re ragihînin bê li Kurdistanê çi diqewime','em,ê,ji,raya,giştî,re,ragihînin,bê,li,kurdistanê,çi,diqewime'

'Em ê ji raya giştî re ragihînin bê li Kurdistanê çi diqewime'

Parlamenterê PODEMOS'ê yê Spanyayê Anton Gomez-Reîno diyar kir, ku ew binpêkirina mafên mirovan û zextên li Tirkiyeyê weke 'dîktatoriyê' bi nav dikin û got, ew ê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji raya giştî re ragihînin

A+ A-

Heyetek ji partiya PODEMOS a Spanyayê, li Tirkiyeyê serdana HDP'ê û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl kir. Li dû vê serdanê, Parlamenterê PODEMOS'ê yê Spanyayê Anton Gomez-Reîno, hem serdana xwe hem jî rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê nirxand.

Gomez-Reîno destnîşan kir, ku armanca wan a bingehîn ji vê serdanê, piştgiriya bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re ye û got, "Mîna HDP'ê, ku partiyeke sîwanî ya li Tirkiyeyê ye, PODEMOS jî realîteyeke nû ya Spanyayê ye. Di bin sîwana PODEMOS de partiyên herêmî yên mîna Galîçya, Katalonyayê hene. Ji ber vê yekê em gelekî nêzî realîteya HDP'ê ye. Her wiha haya me ji pêkanînên li ser partiyên siyasî, tevgerên civakî, medya û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê heye. Ji ber rewşa ku me li vê derê dît, em bi rastî jî bi fikar û guman in. Me berê jî zanîbûn ku li vê derê tiştên giran diqewimin, lewma em bi fikar bûn. Lê belê piştî ku me li cih dît, em ê bêhtir ketin nava tirs û fikaran. Ji ber ku me dît, li hemberî mafên sivîl, siyasî û însanî şîdeteke giran heye."

PODEMOS WÊ KAMPANYAYAN LI DAR BIXE

Gomez-Reîno diyar kir, PODEMOS van binpêkirinên mafên mirovan û zextên li Tirkiyeyê weke 'dîktatoriyê' bi nav dike û got, "Hevserokên HDP'ê jî di nav de , gelek parlamenter û şaredar girtî ne. Armanca me ne tenê hînbûna şert û mercên girtîgehê ye. Em dixwazin di heman demê de hin çalakiyan jî li dar bixin. Weke mînak; bi rêya nûnerên xwe yên li asta herêmî û asta dewletê, em ê mijara girtina wekîlên HDP'yî û şaredaran bixin rojevê. Li gel vê yekê em ê hin kampanyayan organîze bikin, ji bo karibin rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê ji raya giştî re ragihînin."

'EM DIXWAZIN TECRÛBEYÊN XWE PAR VE BIKIN'

Li ser têkiliyên navbera hikumetên Spanya û Tirkiyeyê Gomez-Reîno ev nirxandin kir: "Mîna Elmanyayê têkiliyeke dîrokî ya Spanyayê bi Kurd û Tirkan re nîne. Em zanin, di navbera hikumeta Spanyayê û hikumeta rastgir a Tirkiyeyê de têkilî hene. Em jî weke PODEMOS, di wê baweriyê de ne ku divê bi partiyên çepgir ên li Kurdistan û Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de bin. Her wiha haya me jê heye ku gelên li vê erdnîgariyê di warê paşerojê de xwedî zor û zehmetiyên hevpar in. Jİ ber vê yekê dînamîkên me û realîteyên me gelekî dişibin. hev. Yek ji sedemên hatina me ya vir jî ev e. Em dixwazin bibînin bê mirovê li vê derê çawa bi hev re dijîn û li hemberî zehmetiyan çawa têdikoşin. Wekî din, em dixwazin tecrûbeyên xwe bi mirovên li vê derê di nava rewşeke zehmet de ne par ve bikin."

'EM BI RÊZDARÎ NÊZÎ DAXWAZÊN GELÊ KURD DIBIN'

Gomez-Reîno têkildarî doza Kurd pêşniyar li hikumeta Tirkiyeyê kir û anî ziman, ya ku dewleta Tirk divê destpêkê bike ew e, ku guh bide Kurdan û daxwazên wan fêhm bike. Gomez-Reîno wiha dewam kir: "Em li erdnîgariyên cuda jî bin, mîna hemû gelên din em bi rêzdarî nêzî daxwazên gelê Kurd dibin. Ji ber ku em partiyeke siyasî ye ku hurmetê nîşanî serweriya gelan didin. Lewma em dixwazin beirya her titşî li daxwazên rêxistinên Kurdan guhdarî bikin û fêhm bikin. Em daxwaza piraniya polîtîk a li Kurdistanê fêhm dikin û bi rêzdarî nêz dibin. Ji ber vê eykê em dixwazin mafên ziman, çandî û dîrokî yên Kurdan bên naskirin. Ev maf jî bi rêya çareseriyên federal an jî otonomiyê dikarin bên dayin."

'EM Ê PÊŞÎ LI ZILMÊ BIGIRIN'

Gomez-Reîno da xuyakirin, ku ji ber serdema dîktatoriyê ya li Spanyayê, haya wan ji binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê heye û got, "Lewma em ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê bi fikar in. Yek ji armancên me yên bingehîn ew e, ku li ser van binpêkirinan hê bêhtir agahiyan bigirin û rewşa rojnamevanên Kurd û Tirk ên ji aliyê hikumetê ve hatine girtin li Spanyayê bixin rojevê. Em ê hem li Parlamenta Ewropayê, hem jî li Parlamenta Spanyayê bi însiyatîfa siyasî rabin û zilma li rojnamevanên Kurd û Tirk tê kirin, ragihînin."

ANF