1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HDP'ê tecrîda li ser Ocalan xist rojeva Meclîsê
HDP'ê tecrîda li ser Ocalan xist rojeva Meclîsê,hdp'ê,tecrîda,li,ser,ocalan,xist,rojeva,meclîsê

HDP'ê tecrîda li ser Ocalan xist rojeva Meclîsê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist rojeva Meclîsê

A+ A-

HDP'ê bi vê armancê pêşnûme pirsek pêşkêş kir, tecrîda li ser Ocalan bibîr xist û got, "Birêz Ocalan, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê aştiyane gelekî hewl dide û ev hewldanên wî li qada neteweyî û navneteweyî deng vedaye, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne, ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî nikare malbata xwe bibîne."

Di pêşnûme pirsa HDP'ê de ji Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim hat xwestin, ku bersiva van pirsan bide:

"Hikumeta we li qada neteweyî û navneteweyî timî dibêje, Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ye. Eger bi vî rengî be; mafên ku ji bo hemû girtî û hikumxwaran derbas dibin, çima ji bo Birêz Abdullah Ocalan derbas nabin?

Birêz Abdullah Ocalan, ku mîsyona wî ya li siyaseta Kurd ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin û li qada navneteweyî jî tê destnîşankirin, ku veguheriye nasnameyeke civakî. Ji bo Girtîgeha Îmraliyê ya Birêz Ocalan lê tê girtin ji statuya taybet bê derxistin û li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî ji nû ve were sererastkirin, ti karekî hikukmeta we heye? Planeke bi vî rengî ya hikumeta we heye?

Ji bilî bahaneyên 'rewşa nebaş a hewayê' û 'keştî xerabe ye' ku hincetên dûrî ji aqil e, ji ber kîjan sedeman ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve hevdîtina bi parêzeran û ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin?

Tevî ku gelek caran serlêdan hatin kirin jî, çima hevdîtina Birêz Ocalan bi malbatê, wasî û parêzeran re tê astengkirin?

Bêparhiştina Birêz Ocalan ji hemû mafên girtî û hikumxwaran, gelo helwesteke cezakirinê û siyasî ye?

Tecrîda giran a li dijî hiqûqa neteweyî û gerdûnî ye, bi kîjan sedemên hiqûqê tê kirin? Ev tecrîda giran a navborî, hikumeta we ya ku îdîa dike ku dewleteke hiqûqê ye, li gorî kîjan aliyên hiqûqî tê meşandin?

Girava Îmraliyê ji aliyê kê û kîjan statuya qanûnî ve tê birêvebirin?"