1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hesabên Tirkiye û DYA'yê şer gur dike
Hesabên Tirkiye û DYA'yê şer gur dike,hesabên,tirkiye,û,dya'yê,şer,gur,dike

Hesabên Tirkiye û DYA'yê şer gur dike

Ev nêzî hefteyekê ye li herêma Ezaz, Cerablûs û Babê di navbêra komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta tirk û komên girêdayî Amerîkayê de pevçûnên dijwar diqewimin

A+ A-

EZAZ - Ev nêzî hefteyekê ye li herêma Ezaz, Cerablûs û Babê di navbêra komên Artêşa Azad ên girêdayî dewleta tirk û komên girêdayî Amerîkayê de pevçûnên dijwar diqewimin. Gelo sedema van pevçûnan çî ye û çima di vê demê de ev şer diqewime?

Wekî tê zanîn di meha Nîsanê de, komên bajarokê Marih ên xwe bi ser Amerîka ve dihesibînin weke Lîwa Muhtesêm bi piştgiriya Amerîka û erêkirina Tirkiyeyê dest bi hevdîtina kirin ji bo vegerandina gundewarên Şehba û bajarê Til Rifatê, lê piştî ev hevdîtin bê encam man, derkete holê ku daxweza bajarê Til Rifatê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plan kirin. Lê piştî hate aşkerekirin ku hêzên QSD’ê ne bi wê plana vegera Til Rifatê re ne, dewleta Tirk bi riya komên çekdar ên bi navê Martalê Firatê kete dewrê.

ARMANC TESFIYE KIRINA KOMA ZENKÎ YE

Derbarê vê mijarê de, fermandarê koma eşîra Şihêtat Xatap El Şehêtî wiha got: “Tirkiyeyê ji me xwest ku em êrîşî koma Cebhet El Şemiyê bikin, lê em dizanin ku Cebhet El Şamiyê komeke ji artêşa azadin û Tirkiye piştgiriyê dide wan, lê fermandarekî Tirk bi navê Ebu Firkan ji me re got, hin endamên Cebhet El Şamiyê girêdayî Desteya Tehrîr El Şam û koma Nuredîn Zenkî kar dikin. Ev kom girêdayî El Qayîde ne, ger em wan nepelçiqînin, sibê ew ê me tune bikin. Ji ber vê yekê divê me şerê wan bikin û ji Ezaz û Carablûsê derbixin.”

'ERÎŞ BI DAXWEZA TIRKIYÊ PÊK HAT’

Piştî daxuyaniya El Şihêtat hate weşandin bi 24 seatan li Ezaz û gundewarê wê, pevçûnên di navabêra komên çekdar ên Mertalê Firatê li Ezaz û Carablûs destpêkir. Li gorî agahiyê herêmê tê gotin ku komên Mertalê Firatê ku pişgtgiriya xwe ji Tirkan digrin, êrîş birin ser navend û biryargehên Nurddîn Zenkî yêm herêmê. Li gorî fermandarên Mertalê Firatê ev êrîş bi sedema ku Zenkî baskê El Qayîdê yê Sûriyêye û êrîş li ser daxweza Tirkiyê pêkhatiye. Armanca Tirkiyeyê ji vê êrîşê ew bû ku di çavên Amerîka de xwe destnîşan bike ku ew li dijî komên redîkal û El Qayîdê ne.

Weke tê zanîn di demê dawiyê de bi taybet piştî di asta navnetewî û herêmê de, li dijî Cebeht El Nusra êrîş pêşketin, koma Nureddîn Zenkî jî rastî perçebûnekê hat. Beşek ji vê komê derbasî El Nusra bû û navê kirin "Desteya Tehrî El Şam" baskê din jî weke xwe bi navê Zenkî ma û têkiliyên xwe bi El Nusra re domand. Bi vê bêyerê ve girêdayî beriya 2 rojan hêzên Ewlekariya Ezazê ya girêdayî Cebhet El Şamiyê 5 nedamên Nureddîn Zenkî di hundurê Ezazê de girtin û aşkerekirin ku ev girêdayî El Nusra û DAÎŞ’ê kar dikin. Li ser vê girtinê, şevê din koma eşîra Şihêtat bi pişgtgiriya tugaya Nureddîn Zenkî êrîşî navenda ewlekariyê û biryargehên Cebhet El Şemayê kir. Pevçûn heya hêjî didomin.

ÊRÎŞÊN Lİ SER ZENKÎ, MEŞRUBÛNA TIRKIYE ZÊDE DIKE

Êrîşa li ser Cebhet El Şamiyê ya di bin fermandariya Ebu Elî Sico li Ezaz û gundewarê wê dibîne, ji aliyê Xetap El Şihêtat û Ebu Mehemed El Ezazî pêkhatiye. Êrîşa yekemîn li ser navenda h Ezazê ya Ewlekariyê pêkhat û pişt re li tevahî bajar belav bûye. Pevçûnên heyî bandorake mezin li ser sivîlandike. Bi dehan malbatên Ezazê ji ber şer û tirsa heyî, berê xwe dan deriyê Bab Elsalamê û Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku Amerîka daxwaz ji komên bajarê Marih û Ezazê kir ku hêzên xwe bikin yek, ev pevçûn di navbera wan de qewimî. Lê divê bê zanîn ku li pişt pevçûn û şerê Ezazê Tirkiye û Amerîka heye. Armanc ewe ku rewabûna xwe ya li herêma Şehbayê zêde bike. Ev nêzî hefteyekê ye li herêma Ezaz, Carablûs û Babê de pevçûnên dijwar di navbera komên Artêşa Azad ên girêdayî Dewleta Tirk û komên girêdayî Amerîka berdewam dike. Gelo hurdekariyên van pevçûnan çiye û çima di vê demê de ev şer diqewime?

Hêjayî gotinê ye ku piştî Amerîka daxwaz ji komên bajarê Marih û Ezazê kir ku hêzên xwe bikin yek, ev pevçûn di navbera wan de qewimiye. Lê divê bê zanîn ku li pişt pevçûn û şerê Ezazê Tirkiyê û Amerîka hene.

Erdoğan Altan - dihaber