WÊJE 3,wêje,3

WÊJE 3

A+ A-

Mahabad Felat

 

Helbesteka Misira kevin bi navê "Qesîde ji rojê re" ji aliyê fîrewn Amenhotep IV ve hatiye nivîsîn. Amenhotep IV, li gel keybanuya xwe Nefertîtî ve, di navbera salên 1364 û 1347 b.z. dewleta nû bi rê ve birine. Amenhotep ket nav hewldana guherandina baweriya bi xwedawendan û bi navê Aton ku tê wateya rojê, li şûna wan yek xudayek deyne. Bi xwe jî navê xwe guherand û kire Echnaton. Li gel ku piştre û bi lezekî ber bi baweriyên kevin ve çûn jî, qesîde bi xwe ma. Qesîde, girêdaneka germ û ferdî ya olî derdibire ku dikare bi gelek qewlên vê dawiyê yên qewalan re bê ber hev. 

 

Çîn - Şer û stran

 

Yekem çanda rûbarî (çemî) ya  Çînê 3000 sal beriya zayînê dest pê dike. Nêzî 1500 sal b.z. li ser hestiyên ajelan û qalikê kûsiyan nivîstek hatin nivîsîn. Nivîs wê demê wekî tiştekî pîroz dihate dîtin û pirê caran ji bo kehanetan dihate bikaranîn. Çîn wê demê ji aliyê Shang-dynastin ve dihate birêvebirin. Shang-dynastîn piştre di sala 1027ên beriya zayînê de ji aliyê Zhau-dynastîn ve ji desthilatdariyê hate xistin. 

 

Derbarê Wu Wang de, avaker Zhau-dynastîn Mu Shi (Axaftina li Mu´yê) vedibêje. Dîrokê, di sala 1028an de, beyaniya roja beriya cenga diyarker a li dijî keyê dawî yê Shang´ê, dest pê kir. Şêwaza nivîsê diyar dike ku ev çîrok dikare li ser dikekê jî bê pêşkêşkirin û bi bandor be.

 

Şerên bi dom dane nîşan ku divê tekstên bi kêr û grîng divê bêne tomarkirin û parastin, beriya ku di van şeran de tar û mar û wenda bibin. Pirtûka helbestan, antolojiya 305 stranên gelêrî, balad, stranên qesrê û yên dansê yên ji seranserê Çînê ye. Ev stran cara yekem di sedsala 500î ya b.z. de hatin tomarkirin, lê wekî kevneşopiyeke devkî di nav gel de bi hezarê salan hebûne. Li gel ku muzîkên van stranan wenda bûne jî, lê derketiye holê ku ev stran hatine gotin û li ber dans hatine kirin. Hin ji van stranan di rûtuelên şahiyên biharê de ji aliyê jin û mêran ve li hev hatine vegerandin ku di van stranan de evîn û bi ber û bereketiya cîhanê bi hev ve hatine girêdan. Pirtûka helbestan di helbestên çînê de bû xwedî nirx û wateyeke grîng heya roja me jî.

 

Hindistan – Pesindana xudawendan

 

2000 sal beriya zayinê herêm ji aliyê gelekî îndoaryanî (îndoeuropî) ariyan ve hate vegirtin. Nivîsara wan a herî kevin a hatiye parastin Rîgveda ye ku ji sedsala b.z. 1400î maye. Rîgveda ji seriya 1000 qesîdeyî pêk tê ku hemî jî ji bo xudawendan hatine gotin. Her wiha Upanîşad1´ên rîtuelî û sihirî ne. Di van de wekî mînak; teoriyên çerxa vejîna domdar hene. Lê di pişt pircureyiya jiyanî de dîsa jî neguhêrbariya bêdawî (Brahman) heye. Ev tekst bingeha Hînduîzmê2 ne. 

 

Ew tekstên vedî3 pesindana xudawendan in ku gelek caran dibine erêkirineka jiyanê û hestyariya cîhanî. Di Rîgveda´yê de xudawenda şeveqê, jina ter û ciwan Ushas ku ber bi evîndarê xwe xudawendê rojê ve diçe:

 

Weke keçeka ku hay ji bedewiya xwe heye, xudawendê, tu diçî ba xuda ku bêriya te kiriye.

Weke keçeka ter û ciwan a şermîn memikên xwe derdixî ji bo wî ku tîrêjên xwe dide ser rojhilat.

 

Destana herî mezin a cîhanê

 

Wekî hemû çandên bilind ên din Hindistan jî xwedî kastên dijwar ên civakî bû. Hunera nivîsandinê û çand ji bo kasta bilind bû. Her wiha çandeka hevpar a devkî jî hebû. Ji vê çanda hevpar destaneka neteweyî derçû, Mahābhārata.

 

Mahābhārata

 

Mahābhārata dirêjtirîn helbesta epîk ango destanî ya cîhanê ye. Bi 220 000 rêzikên xwe ve heşt caran ji Îlîada û Odyssia´yê bi hev re, mezintir e. Vegotina devkî ya destanê diçe heya salên b.z 1400-1000î. Teksta ku îroj parastî maye tê îdîakirin ku ji aliyê zanyarê bi navê Viyasa ve di sedsala 300î ya p.z. de hatiye nivîsîn. 

Mahābhārata destaneke bi kelecan e ku qala şerê desthilatdariyê ya navbera du koman dike. Li aliyekê key Pandus û pênc kurên xwe û di nav wan de Yudîştîra´yê zanyar û oldar û Arjunayê siwar li gel tîr û kevanê xwe yê bi tirs û saw; li aliyê din jî, birayên Pandus, Dhritarashtra´yê kor û li gel sed kurên xwe. Ew her pênc bira ji keyaniya xwe têne avêtin û neçarî jiyana li nav ajelan  têne kirin. Rojekê dibihîzin ku keyekî li nêzîkî ciyê wan soz daye ku kesê bikaribe kevanê wî yê qerase vekişîne û bişidîne wê qîza xwe Draupadiyê bidê. Mîr li dûv mîran, key li dûv keyan diceribînin lê bi ser nakevin. Wê gavê Arjuna li gel kincên xwe yên parsekan derdikeve pêş. Di bin tinaz û kenên key û mîran de radihêje kevanê û bi hêsanî vedikêşe, dişidîne û tîra xwe li nîvê nîşangehê dide, radihêje qîza key jî û wê wekî hevjîna xwe dibe mala xwe. 

 

Piştî gelek destanên bi vî rengî bi kelecan, dor tê ser cenga dawî. Dibe cengeka erjeng û dijwar. Lê di dawî de her sed kurên Dhritarashtra jî li qada cengê têne kuştin û keyanî careka din dikeve destê Yudhistira, keyê zanyar. 

 

Destana evînê

 

Mahābhārata li gel hemû dik û dîmenên xwe yên şer, li ser şanaziyê û kasta şervaniyê hatiye honan. Di civaka hînduyan de çîneka bilind a oldarî û çandî jî heye, brahmî. Ew li gor hişmendiya xwe li ser destanê dixebitîn. Yek ji lêzêdekirina destanê ya herî navdar jî Bhagavadgita ye.

 

Li pêş cenga giran a bi encam xudawend Krişna wekî xizmetkarekî dibe ajokarê erebeya hespan û diçe ba Arjuna. Li gel serkeftinê jî Arjuna li qada şer a bi laşên miriyan nuxumandî, dilşikestî û bêhêvî xuya dike û hêviya alîkariyê ji Krişna dike. Bersiva xudawendî girêdaneka îdealî bi pêş dixe di nav hînduîzmê de: mirov bi rêya yogayê dikarin bibine xwedawendên xwe û li ser hemû hestên xwe yên xurt bibine desthilatdar. Arjuna bi ya vê gotinê dike û di dawî de dikare xudayê hemû xudawendan Brahman bibîne ku hemû rengên cuda yên hatine afirandin jê ve xuya ne.

_______________________________________________________________

1Di wêjeya hindî de nivîsarên fîlozofî-olî.

2 Oleka ku tê de gelek baweriyên cuda xudawend hene.

3 Vedî an jî sanskrîtiya vedî kevintirîn zimanê hindî ye ku di Nivîsarên Veda de hatiye bikaranîn.

 


Gotinên miftehî :