1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê jinek kurd darve kir
Îranê jinek kurd darve kir,îranê,jinek,kurd,darve,kir

Îranê jinek kurd darve kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Rejîma Îranê jinekî kurd a ji gundekî bajarê Urmiyê yê ji rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha Derya ya Urmiyê darve kir.

Li gor ajansa Kurdpa, jina kurd a hatî darvekirin bi navê Nahîd Xiyaswende û rûniştvana gundê Rajan a girêdayî navçeya Deşt a Urmiyê ye. Xiyasewend berî 3 salan hatiye girtin û piştî cezayê darvekirinê lê hat birîn, hat darvekirin.

Tê gotin ku ew jin ji ber bikaranîna madeyên hişber hatiye girtin û ji ber vê yekê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Nahîd Xiyaswend ligel hevserê xwe Nayîb Mistefazade hatibû girtin û ew bi kefalet hatibû berdan. Herwiha ji ber vê yekê neçar bûye ji Îranê bireve.

Li gor heman nûçeyê, di nava 6 mehên despêkê yên sala 2014’an de 16 jin li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.


Bêjeyên Miftehî