1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 27 rojên Rebîa: Ji berxwedanê ber bi pêngava êrîşê
27 rojên Rebîa: Ji berxwedanê ber bi pêngava êrîşê,27,rojên,rebîa,ji,berxwedanê,ber,bi,pêngava,êrîşê

27 rojên Rebîa: Ji berxwedanê ber bi pêngava êrîşê

A+ A-

NÊRGÎZ BOTAN - REBÎA

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li bajarokê Rebîa yê li pêşberî Til Koçer, ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, di roja 27. de ye. Şervanên ku li hemberî çekên giran bi qileşan şerekî mezin ê vînê dimeşînin tînin ziman ku wan DAIŞ li Rebîa şikandine û ji berxwedanê derbasî pêngava êrîşê bûne.

Êrîşa çeteyên dij mirovahiyê DAIŞ'ê ya ji bo wergirtina xeta sînor a Til Koçer-Rebîa ku ji bo di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi hêsanî tevbigere e cih xwedî girîngiyeke stratejîk e û berxwedana hêzên YPG'ê ya li hemberî van êrîşan di roja 27. de ye.

Şer û pevçûnên ji bo serdestiya Rebîa ya li ser sînorê Til Koçer-Rebîa roja 3'ê Tebaxê, piştî ku pêşmergeyên ser bi PDK'ê xwe ji herêmê vekişand, bi ketina çeteyên DAIŞ'ê ya li bajarok destpê kirin.

Hêzên YPG'ê ku hay jê hene ev bajarokê li ser sînor ji bo parastina Rimêlan jî xwedî girîngiyeke stratejîk e, li dijî çeteyên berê xwe dane Til Koçer dest bi pêngaveke dijber kirin. Di encama şerekî giran ê bi rojan dewam kir de, çete bi giranî ji Rebîa hatin derxistin û serdestiya hêzên YPG'ê ya li herêmê xurtir bû.

Şervanên YPG'ê yên ku ev 27 roj in li hemberî êrîşên bênavber ên çeteyan Rebîa diparêzin, li çeperan ji ANF'ê re axivîn.

LI DIJÎ ÇEKÊN GIRAN ŞERÊ VÎNÊ YÊ BI QILEŞAN

Şervanê YPG'ê Hozan Dirbêsiyê yê li Rebîa li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike da xuyakirin ku ew li dijî çekên giran şerê vînê yê bi qileşan dimeşînin:

"Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin têkevin Rebîa. Me jî li hemberî vê li ber xwe dan. Çeteyên DAIŞ'ê gelek windahî dan. Heman bêje her roj ji bikevin Rebîa êrîş dikin. Bi taybetî gelek çekên giran bikar anîn. Li hemberî wan çekên wan ên giran li gelme qileş hebûn. Dîsa jî yê ku bi ser dikeve em in. Ji ber ku şer ne bi çekê, bi vînê tê qezençkirin."

Dirbêsiyê ragihand ku berxwedana ew li Rebîna nîşan didin ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan e û got, "Li dijî DAIŞ'ê em bûn xwedî tecrûbeyeke gelekî mezin. Em ê ti carî rê nedin wan ku bên Rojava."

‘JI BO PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA KU XEYALÊ SEDSALAN E...'

Şervanê YPG'ê Talha Hililiyê jî berxwedana xwe ya li hemberî êrîşên çeteyan ên di nava deh rojên dawî de dijwar kiriye bi gotina "Ji bo parastina Şoreşa Rojava ku xeyalê sedsalan e" tîne ziman.

"DAIŞ'ê nêzî deh roj in êrîşên xwe zêde kirin. Lê belê tevî van hemû êrîşan em ketin nava bexwedaneke gelekî mezin. Em dibînin ku ew nikarin cenazeyên xwe jî werbigirin. Me pêr wesayîteke wan rûxandin. Berdêla wê xwîna me be jî em ê nehêlin ew bikein Rebîa. Em vê yekê ji bo gelê xwe dikin. Em ji bo parastina Şoreşa Rojava dikin ku xeyala sedsalan e."

‘BERXWEDANA ME XURTIR BÛ’

Fermandara Komê ya YPJ'ê Amara Devrîm, ji roja destpêkirina êrîşan û vir ve li eniya Rebîa ye. Amara Devrîm ku çalakiya rûxandina wesayîta çeteyan a li Hililiyê ku şervanê YPG'ê behsa wê dikir kooordîne kiriye û got, "Di rojên dawî de êrîşên xwe zêde kirin. Lê belê berxwedana me ya li hemberî vê xurtir bû."

‘EM Ê ARMANCA ŞEHÎDÊN XWE YA NÎVCO MAYE TEMAM BIKIN’

Şervaneke din a YPJ'ê ku li eniya Rebîa ev 13 roj in şer dike Gulnaz Amed e, ku bi qasî saleke li nava refên YPJ'ê cih digire. Gulnaz Amed balê dikşîne ser aliyê neteweyî û jinê yê têkoşîna xwe û destnîşan dike ku manewiyata wan a herî mezin rêhevaltiya wan e.

Gulnaz Amed got, "Şerê em li vê derê dimeşînin ne tenê ji bo Rojava, şerekî ji bo çar parçeyên Kurdistanê ye. Di heman demê de ne teê parastina Gelê Kurd parastin Asûrî, Suryanî, Ermenî û hemû gelên din e. Haya me ji vê heye" û ragihand ku tevî ku ew ji bajarên cuda hatine jî aliyê ku wan li nuqteyeke hevpar digihîne hev, şerê ji bo bindestan e.

Gulnaz Amed got, "Di vê têkoşînê de gelek zor û zehmetî hatin jiyîn. Lê belê ev yek bû sedem ku em têkoşînê bilindtir bikin. Zehmetiyan em bi pêş xist" û gotina xwe tîne ser Rebîa:

"Di vî şerê em niha tê de ne de jî heman rewşê rû da. Ev çend roj in em li vir in. Em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Lê belê em dizanin ku em li ku ne û ji ber çi şer dikin. Lewma watedar e. Ez 13 roj in li eniya şer cihê xwe digirim. Berxwedana me ya di nava van zor û zehmetiyan de dibe sedem ku em li hemberî êrîşan serbilind bin. Gelek hevalên me şehîd ketin û gelek birîndar bûn. Ji bo em armancên nîvco ma yên şehîdên xwe bicih bînin, em şer dikin."

‘MIROV DIKARIN DI NAVA ZEHMETIYAN DE JIYANÊ BEDEW BIKIN’

Gulnaz Amed bal kişand ser girîngiya cihgirtina jinan di têkoşînê de û destnîşan kir ku her jin ji bo afirandina jineke azad tevlî YPJ'ê dibin:

"Hestên ji ber cihgirtina li nava ê berxwedanê nayê vegotin. Ji ber ku jin di nava civakê de di bin zexta hin kesan de jiya. Jinên li Rojava îspat kirni ku pêşengê şoreşê ne û wê li her qada şoreşê cih bigire. Her jin bi armanca afirandina jineke azad tevlî YPJ'ê dibe. Em girîngiya Rêbertiya me ya li dijî mêtîngeriyê dide artêşbûyîna jinê dizanin. Ji ber vê yekê weke jinê ji bo bicihanîna armancên xwe em ê heta dawiyê têbikoş in.

Jiyana li vê derê çiqasî zehmet be jî, mirov di nava zehmetiyan de jiyanê bedew dikin. Her çend rojane gelek zehmetî derdikevin pêşiya me jî, rihê rêhevaltiyê yê di nava me de, hêzê dide me. Tişta herî mezin ya vê şoreşê mezin dike rêhevalî û armanca me ya xurt û mezin e."

‘YPG ÊDÎ NE DI POZÎSYONA BERXWEDANÊ DI REWŞA ÊRÎŞÊ DE YE’

Fermandarê Komê yê YPG'ê Welat Yilmaz da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê di her êrîşê de têk çûn e û destnîşan kir ku weke YPG ew ji pozîsyona berxwedanê derbasî rewşa êrîşê bûne.

Yilmaz got, "Ji destpêka meha Tebaxê û vir ve li Rebîa şerekî dijwar diqewime. DAIŞ bi hedefgirtina sivîlan re xwest wan bitirsîne. Weke YPG me li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke gelekî mezin meşand. Di her êrîşên li Rebîa de ew têk çûn. Ji ber ku stratejiya wan qetilkirina mirovên sivîl e, bi talanê re dixwaze li nava gelan tirsê belav bikin. Ya rast xwedî hêzeke karibe şerekî berfireh bimeşîne nîne. YPG êdî ne di rewşa berxwedanê, di rewşa êrîşê de ye. Ji ber ku ji Hesekê heta Şengalê êrîşên giran meşandin. Di dawiya 26 rojan de bi sedan cenazeyên wan ketin nava axê. Me bi dehan wesayîtên wan rûxandin. Di nava çend rojên dawî de êrîşên çeteyan zêde bûn. Lê belê bersiva me gelekî tund bû. Nikarin bên cenazeyê xwe jî werbigirin."

‘DAIŞ LI REBÎA HAT ŞIKANDIN’

Yilmaz diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê destpêkê hesabê şaş kiriye û anî ziman ku wan li Rebîa çeteyên DAIŞ'ê şikandine. Yilmaz bal kişand ser têkçûna psîkolojîk a çeteyan di nava 3 rojên dawî de:

"Di 4-5 rojên destpêkê de wan hesab dikirin ku eger bi çekên giran êrîş bikin wê kes herêmê nemîne. Destpêkê li gel dan. Hawan avêtin. Dema gel herêm vala xist, xwestin li me bidin. Lê piştî ku ji me bersiv dîtin, xwe vekişandin. Her tim di rewşa parastinê de bûn. Ya rast me DAIŞ li Rebîa şikand. Piştî ku ji vir encam negirt xwestin li Cezaa encamê bigire. Lê belê li wir jî rastî berxwedaneke mezin hatin. Êdî nikarin xwe nêzî cenazeyên xwe jî bikin. Eger ji aliyê giştî ve lê were temaşekirin tê dîtin ku şikandineke psîkolojîk li gel wan heye. Li hemberî vê yekê moralê me gelekî bilind e. Ji ber ku em bi felsefeya Rêber Apo şer dikin. Ji bo tiliyeke gel xwîn nebe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Fermandar Yilmaz diyar kir ku wan li Rojava îro sîstema biratiya gelan dane rûniştandin û destnîşan kir ku hêza mezin a vê sîstemê û gelan diparêze jî YPG ye û got, "YPG'ê di berwedanên xwe yên li Şengal, Cezaa û Rebîa de îspat kir ku DAIŞ mehkûmî têkçûnê ye. Em ê destketî û nirxê gelan her tim biparêzin. Ji bo vê em ê heta dawiyê têbikoş in."