1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. 36 mîlyon kes di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin
36 mîlyon kes di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin,36,mîlyon,kes,di,şert,û,mercên,koletiyê,de,tên,xebitandin

36 mîlyon kes di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin

A+ A-

BRUKSEL - ANF Li tevayî cîhanê 36 mîlyon kes di şert û mercên derveyî mirovahiyê de dijî. Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Fondation Walk Free ve hatiye kirin li cîhanê 36 mîlyon kes di şert û mercên koletiyê de dijîn. Nîvê 36 mîlyon kesî li Hîndistan, Çîn, Pakîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê dijîn.

Fondation Walk Free,diyar kir ku 167 welatî koleyên serdema modern hene. Fontadion Walk Free, diyar kir ku koletiya serdema modern, wek pêkanîna xerab, koleyên seksê, bi zorê zewicandin tespît kirine.

Rêxistinê da zanîn ku hejmara kesên rastî koletiya serdema modern tên 35 mîlyon û 800 hezar in. Ev rêje li gorî 2013’an ji sedî 23 zêde bûye. Hat gotin ku ne tenê di hejmarê de di rêbazan de jî guherîn hene.

Koletî herî zêde li Afrîka û Asyayê pêk tê. Li Hîndistanê 14.3 mîlyon, li Çînê 3.2 mîlyon, li Pakîstanê 2.1 mîlyon, li Ozbekîstanê 1.1 mîlyon û li Rusyayê jî 1.1 mîlyon mirov rastî pêkanînên xerab tên.

Van welatan, Nîjerya, Komara Kongo Demokratîk, Endonezya, Bangladeş û Tayland dişopîne.

Morîtanya ji sedî 4 nifûsa xwe wek koleyên serdemê qebûl dike. Di civakên Morîtanyayê de koletî her tim berdewam dike.

Li Ozbekîstanê jî ji sedî 3.97 di her payîzê de ji encama polîtîkayên dewletê de li zeviyan pembo berhev dikin.

Li Haîtî jî rêbazek cuda tê bikaranîn. Zarokên malbatên xizan an jî zarokên li konanan dijîn, li cem malbatên dewlemend wek xizmetkar tên xebitandin. Li Katarê jî bi hezaran karkerên biyanî yên Asyayî di înşaet û malan de wek xizmetkar dixebitin.

Li welatên Ewropa jî li Îzlanda û Luxembourgê 100 kes wek koleyên modern dijîn. Li Fransayê ev hejmar 8.600, li Îrlandayê jî 300 kes tên texmînkirin.

Hat tespîtkirin ku 566.200 kes li Ewropayê rastî pêkanînên xerab tên û wek koleyên modern tên xebitandin. Li Tirkiyeyê jî 185.500 kes wek koleyên modern tên xebitandin.