1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amediyan ji bo Kobanê dikanên xwe venekirin
Amediyan ji bo Kobanê dikanên xwe venekirin,amediyan,ji,bo,kobanê,dikanên,xwe,venekirin

Amediyan ji bo Kobanê dikanên xwe venekirin

A+ A-

A) - Li Amedê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê banga "jiyanê rawestînin" hate kirin û piraniya esnafên Amedê dikanên xwe venekirin, ajokarên misîbûsan wesayîtên xwe nedan xebitandin û xwendekaran dibistan boykot kirin.

Esnafên navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehîr û Surê yên Amedê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dikanên xwe venekirin. Piştî banga Înîsiyatîfa Gel "jiyanê rawestînin" esnafan dikanên xwe venekirin, otobusên şaredariyê nexebitîn û karkerên paqijiyê kolan paqij nekirin. Li gelek herêman beşek dibistan hatin paqijkirin û dermanfiroşên berê vekirî diban jî hatin girtin. Li gelek noktayên bajar polîs bi wesayîtên zirxî disekinin.

Li navçeya Surê li ber dikanên girtî firoşkarên seyar xuya dikin. Li kolanên navçeyê yên herî qelebalix ên Gazî, Melîkahmet û bulvara Înonu û gelek cihên din esnafan dikanên xwe venekirin. Li kolanan wesayîtên zirxî yên polîsan tên sekinandin. Disa li ber saziyên cemaweriyê polîsên fermî hatin bicihkirin.

Li Rezan hemû esnaf tevlî bangê bûn

Esnafên semta Ofîs, Şehîtlîk û Fîskaya yên navçeya Yenîşehîrê jî dikanên xwe venekirin. Li kolanên Goçmenler, Sento,bulvara Medîne, Sunay, bulvura Turgut Ozal, Kuruçeşme, 5 Nîsan, Emek û Ogretmenler ên navçeya Rezan jî piranîna esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeya Peyasê jî heman dimen hakîm bûn. Li taxên Huzurevler, Dîclekent û Peyasê jî piranîna esnafan dikanên xwe girtin.

Li navçeyên Lîcê, Hezo, Çinar, Erxenî, Farqîn û Bismilê jî esnafan dikanên xwe venekirin.

(bd)