1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Bajarê dorpêçkirî Kobanê
Bajarê dorpêçkirî Kobanê,bajarê,dorpêçkirî,kobanê

Bajarê dorpêçkirî Kobanê

A+ A-

HEYSEM MÛSLİM-NEWSWEEK

Beşa Yekem

Medya xedrê li Kobanê dikin

Min biryar da di nava Kobanê de bimînim, da bûyerên nav bajêr ji bo milyon kesan vebêjim, bi taybet derewên ku medyayên DAIŞ û cîhanê derbarê eniyên şer dikin. Raportên min ji bo hevwelatiyên Kurd re ye, da bizanin Kobanê zindî û başe, ji ber ku bajêr berxwedaneke bêhempa li hember destdirêjî û êrişên berdewam yên DAIŞ’ê dike ku hemû amûrên teror û tirsandin û kuştinê bikar tînin da şêniyên bajêr komkujî bikin. Li rex medyayên DAIŞê, hin medyayên navnetewî û dezgehên ragehandinê raportan diweşînin ku Kobanê dikeve dest çekdarên DAIŞê, lê ev nûçe derewên rûtin û tenê bi armanca têkşikandina hêzên berxwedana bajêr têne weşandin. Ger ev nûçe rast ban min nedikarî di nava bajêr de raportan binivîsim. Ez di nava bajarê xwe de mam da li hember wan nûçe û propagandeyan rawestim ku ji aliyê beşek ji medyayan ve tê weşandin. Herwiha min xwest ger bimrim jî bi xelkê xwe re û di nava bajarê xwe de bim, ji ber ku terikandina Kobanê ne çareriye. Kurd li hemû deran têne kuştin, li wir û cihên din yên Sûriye û Tirkiyê. Min pêwîst dît bimînim û bi rêya karê xwe yê rojnamevaniyê di berxwedana bajarê xwe beşdar bim.

Miletekî dorpêçkirî, berxwedaneke bêhempa

Berxwedaneke mezin li hember terora DAIŞ’ê li wî bajêrî ji aliyê gelekî dorpêçkirî ve tê kirin ku bi xwarina kêm, sutemeniya kêm û bi çekên kêm û heta hevkariya navnetewî yên sînorkirî hene. Çekdarên DAIŞ’ê di meha Hezîranê û di nava rojekî de li Mûsilê dest danîne ser cebixaneya pênc yekîneyên artêşa Iraqê. Lê Kobanê meheke li hember êrişên wan berxwe dide. Tevî ku nêzî salekê ye hatiye dorpêç kirin û li hemû bajêrên din yên Sûriyê jî hatiye veqetandin, li Kobanê dîrok tê nivîsandin, ez jî dixwazim yek ji vegêrên beşek ji çîroka trajedîk lê qehremananeya Kobanê bim. Niha ku vê raortê dinivîsim 25 roj li ser êrişa berdewama DAÎŞê bo ser Kobanê derbaz dibin. Tiştên ku li wir diqewimin, li her quncika ku lê binêrî bê mînake. Her yek ji şêniyên bajêr di vê berxwedana dîrokî ya li dijî DAÎŞê û parastina bajêr de xwedî role, tevî ku şerekî giran li derdor û di nava kolanên bajêr de diqewime.

Pere li Kobanê bê bihaye

Jiyana di nava dorpêçê de xelk li dora hev kom kiriye, herkes li Kobanê dilxwaze ku pêşiya êrişên DAIŞ’ê bisekinînin. Pijîşk û sister bi xwebexşî û bi nobet li nexweşxaneyan kar dikin. Dikandar, xwarin û vexwarin û pêdawîstiyên xelkê bi belaşî di nava xelkê sivîl û şervanan de belav dikin. Dayikên netirs ku keç û kurên wan mil bi mil li eniyên şerin, kom bûne û rojane xwarinê amade dikin. Êdî perê li Kobanê bê bihaye û herkes dixwaze samana xwe bi derdorê re beş bike, da di dema tengasiyê de hevkariya hevdu bikin û ji bo bergîriya ji bajêr berdewam bin.

Wer diyare ku hemû endamên malbatekîne. Hemahengiya di nava xelkê de hêz û moralê berxwedanê zêdetir dike. Pîr û ciwan, hemû kesên ku dikarin rahêjin çekan, çek helgirtine û sûnd xwarine heta dawiyê dê bajarê xwe biparêzin. Min îro hevseroka PYD’ê Asya Ebdula û Wezîrê hikûmeta kantona Kobanê Enwer Muslim dîtin ku kilaşnîkof bi dest li eniya rojhilatê bajêr de şer dikirin, eniya ku şerê bi çekdarên DAIŞ’ê re berdewam û girane.

Şerê li eniya rojhilatê bajêr, şerê partîzanî û kolan bi kolan e ku çekdarên DAIŞ’ê herî dawî karîbûn bêne nav hin avahiyên girîng yên bajêr. Şerê kolanan li eniya rojhilat berdewame, bi taybet li navçeya pîşesazî ya rojhilat.

Herwiha li derdora bajêr û nêzî girê Miştenûr û navçeya Mişîrê şer dewam dike. Li eniya rojava jî şer berdewame, lê çekdarên DAIŞ’ê nekarîne bêne pêş. Çekdarên DAIŞ’ê bi remekî bajêr topbaran dikin û her deh deqeyan bombeyeke DAIŞ’ê li cihekî bajêr dikeve û dûkeleke reş û spî di nava avahiyên wêrankirî yên bajêr de ber bi esman ve bilind dibe.

Xew li bajêr nemaye

Ev şer ne şerekî asayiye, çekdarên DAIŞ’ê dixwazin her giyan liberekî di nava bajêr de nehêlin. Belkî bipirsî em çawa radizin? Di rastiyê de tu tiştekî asayî weke xwe nemaye, heta razan jî. Xelk dikarin her dema ku bixwazin û li her derekî razên, lê di rastiyê de zehmete ji bo saetekê jî xewa xweş bi çavên kesekî bikeve. Dengê teqîn û bombeyan ku digehe her quncikeke bajêr, mirov bêhêz dike. Hemû xelk li derveyî malên xwe ne, çek hilgirtine û hemû di alarmê dene ku şerê dijî DAIŞ’ê bikin.

Êdî nobet nemaye, ji ber ku hemû çekdar di hat û çûyê dene, nan dixwin û li cihên ku tên û diçin radizên, li heman deran çek û pêdawîstiyên wan jî hene. Ger bixwazî dikarî li her derekî razêyî, ji ber ku dizanî hemû kesên li derdora te şiyar û amadene. Gelek caran em di dema vehesînê de xwe wisa nîşan didin ku em razane.

Dema dixwazim ji bo razanê biçime nav avahiyan, yekser xeyala xelkê Kobanê ku bi egera komkujiyê re rûbirûne tê xeyalê min, yan dibêjim belkî bombeyeke bêxwedî bikeve ser serê min. Ew rewş nahêle bi rastî razêm, bawerim xelkê bajêr jî weke min di heman rewşê dene.

Dorpêça hertiştî

Li gor pêwîst xwarin, av û derman û heta çek û teqemenî jî nînin. Me tu tiştek nîne, ji ber vê hesaba hemû tiştî dikin. Şervanekî YPG ku îro ji eniya rojhilat vegeriyabû ji min re got, çekdarên DAIŞ’ê bê jimar gule hene, em carna hest dikin ku bê amanc û tenê ji bo xweşiyê guleyan direşînin, lê lazime em yek bi yek guleyan bavêjin û yek gule jî vala neyê avêtin. Ango çekdarên Kurd lazime li gor hesabê gule û fîşekan biteqînin. Ji bo ava vexwarinê xelkê bîr kolane, ji ber ku DAIŞ’ê heyamek berê boriyên ku ava bajêr dabîn dikirin teqandine. Jenerator hinek elektirîkê dabîn dikin. Xelk diçine cihên ku jeneratorên elektirîkê têde kar dikin û bi saetan li bendêne da mobilên xwe şarj bikin. Lazime em xwarin, ça û qehweyê jî bi hesab bixwin. Çekên di destê xelkê de zor sadene. Min îro du zilam dîtin ku di destê wan de Birnoyeke kevin û tapûreke nêçîrê hebûn, çeka di destê piraniya şervanên Kurd de jî Kilaşnîkof e.

Derman bi canteyê milan

Li wir pirsgirêka kêmiya dermanan jî heye. Dermanên ku digehin Kobanê, Kurdên bajarokê Pîrsûsê ji Bakurê Kurdistanê bi qeçax digehînin Kobanê. Kurdên bakur dermanan dixine nav canteyên milan û bi rêya qeçax bo hevkarî û piştevaniya berxwedana Kobanê dişînin. Hindek caran xwarin û sutemenî jî bi qaçaxî tê. Îro ez li avahiya Encumena Gel ya bajêr bûm, min bi çavên xwe pênc kes dîtin ku derman bi canteyên milan û bi qeçaxî anîbûn Kobanê. Wan digotin cendirmeyên Tirkan li ser sînor teqe li wan kirine, lê wan kariye bifilitin û dermanan bigehînin Kobanê. Kesên ku wî karî dikin jiyana xwe dixine metirsiyeke mezin, ji ber ku hikûmeta Tirkiyê sînorên xwe bi temamî li ser Kobanê daxistine û pasewanên Sînorên Tirkiyê jî bê du dilî guleyan bi ser gelê sivîl de dibarînin.

Îro Garda sînorî ya Tirkiyê (158) hevwelatiyên sivîl yên Kobanê binçav kirine ku dixwestin derbazî bakurê Kurdistanê bibin. Niha ew hevwelatî li gundê Elî Kor yê li ser sînor di bin çavan dene. Hê jî telefonek bi veşartî li cem yek ji wan keçan ku ji aliyê Tirkan ve hatiye binçav kirin heye, îro ez gel wê axivîm. Digot, leşkerên Tirkan gef li me xwarine ku dê me vegerînin Kobanê û beşa ku ji aliyê çekdarên DAIŞ’ê ve hatiye girtin. Eskeran ji me re gotine ku lazim bû hûn zûtir bajêr vala bikin, niha hûn weke qeçaxçiyên ne asayî ne, ji ber ku êdî Tirkiye penaberên Kobanê wernagire. Ev serpêhatiya îro ya bajarê min yê dorpêçkirî bû.

Lê Kobanê hê jî zindiye û bi hemû cureyên zext û dorpêç û êrişa terorîstan re rû bi rûye. Da bizanîn ka sibê dê çi bi xwe re bîne.

Ev raport dê berdewam be...

Ji İngilîzî: Hêmîn Mîranî

Ji Soranî: Dêrsim Oremar

Roj News


Bêjeyên Miftehî