1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. 'Baxek ji folklora kurdî- Ji derdora Mêrdîn'
'Baxek ji folklora kurdî- Ji derdora Mêrdîn',baxek,ji,folklora,kurdî,ji,derdora,mêrdîn

'Baxek ji folklora kurdî- Ji derdora Mêrdîn'

A+ A-

Pirtûkek din li kurdî zêde bû; 'Baxek ji folklora kurdî- Ji derdora Mêrdîn'. Ev xebat li ser folklora kurdî kurmancî bûye gavek din.. Berhema folkorîk ya Çiya Mazî ya duyemîn 'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji derdora Mêrdîn', ji weşanxaneya Berbang'ê derketiye, 384 rûpel e û ji şeş beşan pêk tê, her beşek wekî pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babetek folklorê ye, wekî; Dûrikên dawet û bûkan, Destanên herêmê yên ji dengbêjan, Ferhenga biwêjan, Ferhenga peyvên absurd, Ferhenga pîşekariyê, Gotinên pêşiyan, Gotinên xweş û pêkenokên derdora Mêrdînê ne.

Ev berheviyên folklorê yên derdora Mêrdîn, Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan û yên Nisêbînê ne.

Bi dehan dûrikên bûkan yên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji alî jinan ve tên gotin ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û hatiye gotin "ku ev 'dûrik' wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan li civakê û aliyên bûk û zaveyê ne."

"Defa me defa heyatê

Def giran e bi teqla tê

Xalê bûkê ne tiştek e

Ji me dixwaze devança xelatê"

Di beşên din de jî, gelek biwêj hatine ravekirin, gellek gotinên pêşiyan, peyvên xweş û mecazî, nifir, tan û nirç (laqab) yên derdora Mêrdînê hatine rêzkirin. Pêkenokên derdora Mêrdîn yên herêma Surguciyan û Şemrexê di vê pirtûkê de cîh digirin. Di beşa Destanan de jî; destana Teyarê Qereçolî ku li nava Dimiliyên Şemrexê û Metîniyên Dêrikê navdar e, Elê Melê û Gulîzera Kurdan ku li Beriya Mêrdîn û Wêranşahirê navdar e, Zeynebê û Reşît Paşa ku li navbera Dêrsim û Meletê qewimiye wekî 3 destanên dirêj ji devê dengbêj Fadilê Kufragî hatine girtin.

Du beşên din ku balkêş in henin, Ferhenga Absurd û Ferhengokên Pîşekariyê. Di Ferhenga Absurd de peyvên kurdî-kurmancî ku bi piranî di ferhengan de cîh nagirin hatine ravekirin. Wekî: Bolvir, Tiredîn, Tiroviro, şirpînî, şîrşîr, pistpist, çîk, çîko, ogê, togê, malneket, kerratî, incolê, gêjomêjo. Peyvên ku hevdûdanî ne û qertaf girtine û bûne peyvine din, gelekên wan di vê ferhengokê de cîh digirin.

Di ferhengoka pîşekariyê de; peyvên di pîşeyên xanî-avahî, şivanî gavanî, paleyî cotkarî, rez û mahsereyan de tê bikaranîn wekî; sîtil, kox, kungî, matûrke, bernig, bixur, revoke, kerî, qefle, gidîş, şixre, mexel, mijane, mêlav, ber, berteng, kurîşk û bi sedan peyvên din yên li derdora Mêrdîn tên bikaranîn hatine ravekirin ji alî Çiya Mazî ve.

Wekî tê zanîn berhema Çiya Mazî bi navê 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' ku ji 500 rûpelî pêk dihat di sala 2005'an hatibû çapkirin. Û heman ferheng li Duhokê bi tîpên kurmanciya jêrîn jî hatibû çapkirin, herwiha berhem-ên wî yên wêjeyî jî henin.