1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Pêngava 15'ê Tebaxê gihaşt qonaxeke nû
Bayik: Pêngava 15'ê Tebaxê gihaşt qonaxeke nû,bayik,pêngava,15,ê,tebaxê,gihaşt,qonaxeke,nû

Bayik: Pêngava 15'ê Tebaxê gihaşt qonaxeke nû

A+ A-

BEHDÎNAN/ANF 14.08.2014 09:15:51 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku pêşketinên 15'ê Tebaxê rê li ber vekir Kurd li Rojhilata Navîn veguherande hêza diyarker û got, "Di roja îro de destwerdana Tevgera Azadiyê û gerîla li qadên bi pirsgirêk ên Rojhilata Navîn nîşaneya qonaxa nû ya pêngava 15'ê Tebaxê ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik, bi wesîleya 30. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî.

‘KURDAN VÎNA XWE YA AZADIYÊ DESTNÎŞAN KIRINE’

Bayik da xuyakirin ku bi 15'ê Tebaxê re Kurdan li dijî înkarê gotine 'Ez heme' destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê bi tenê çalakiyeke leşkerî nîne.

Bayik ragihand ku beriya her tiştî pêngava 15'ê Tebaxê îlan kir ku cihê siyaseta înkar û tinekirinê nîne û anî ziman ku sekna li dijî her şêweyê koledariyê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber da zanîn ku bi 15'ê Tebaxê re gelê Kurd çarenûsa xwe xistiye destê xwe û dest bi nivîsandina dîroka xwe kiriye.

Bayik destnîşan kir ku eger îro li ser navê Kurdayetiyê, li ser navê însanetiyê li Kurdistanê tiştek bi pêş ketibe, qonaxek hatibe bidest xistin ev yek bi pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê re derketiye holê û got; "Yê ku aliyê îdeolojîk, siyasî, rêxistinî, leşkerî, çandî û milîtanî yê pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê amade kir Rêber Apo ye. Hevalê Mahsûm Korkmaz hevalekî ku amadekariyên Rêber Apo ji aliyê pratîkî ve plan kiriye û bi awayê herî baş xistiye meriyetê. Dikarim bêjim ku hevalekî tişta Rêber Apo dixwest bike fêm kiriye û li gorî vê fêmkirinê hewl daye bixe pratîkê. Ji ber vê yekê dema 15'ê Tebaxê tê gotin, yekser hevalê Mahsûm Korkmaz tê bîra mirovan. Ji ber ku hevalê ku yekser 15'ê Tebaxê xistiye pratîkê ye. Fermandarê serdestkirina Dihê Mahsûm Korkmaz e. Çalakî plan kiriye û pêk aniye."

‘ARMANCA RÊBER APO AFIRANDINA RASTIYA GELEKÎ ŞERVAN BÛ’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hînê di dema avabûna komê de Rêberê Gelê Kurd xiwest rastiya gelekî şervan biafirîne û got, "Rastiya gelekî ji bo azadiya xwe şer dike, hatiye afirandin. Ti hêz nikare vî gelî têk bibe. Ev yek di kesayetiya Kurdan de êdî îspat bûye. Rastiya gelê ku jib o azadiya xwe şer dike xurt bû û îro li Rojhilata Navîn veguheriye hêza herî diyarker a têkoşînê. Îro li Rojhilata Navîn yê herî diyarker Rêber Apo û rêxistina PKK'ê ye. Ev yek bi pêşengiya rast, nêrîna rast, stratejî, rêbaz, uslûp û tempoya Rêber Apo pêk hat."

‘YÊ XWEDÎ HÊZA ÇEKDAR HEM DIKARE XWE BIPARÊZE HEM JÎ DIKARE SIYASETÊ BIKE’

Bayik da xuyakirin ku eger rastiya îro ya Rojhilata Navîn, di nava vê rastiyê de jî bi taybetî rewşa Kurdistanê li ber çavan bê girtin wê were dîtin ku ji bo Kurdan girîngiya gerîla dewam dike, îro girîngtir e.

Bayik di vê der barê de ev nirxandin kir: "Rewşa li Rojava, rewşa li Bakur, rewşa li Rojhilat, rewşa li Başûr li pêş çavan e. Di rastiya Rojhilata Navîn de hêza kê ya çekdarî hebe, ew dikare siyasetê bike. Ya ku li Rojhilata Navîn rê nîşanî siyasetê dide têkoşîna leşkerî ye. Dibe ku li gelek welatê cîhanê siyaset rê nîşanî leşkeriyê dide, lê belê di rastiya Rojhilata Navîn de rewşeke berevajî tê jiyîn. Kî xwedî leşker û têkoşîna leşkerî be ew dikare siyasetê bike, dikare derfetên siyasî derxîne holê. Em li rewşa îro ya li Sûriye, li Iraqê, li rewşa hêzên li van deveran ên xwedî çek û ne xwedî çek temaşe bikin; ti rêxistineke bêyî hêza çekdarî xwedî bandor nînin, nikarin rê li ber pêşketineke biçûk vekin. Bi xwe jî nikare li ser piyan bisekine. Lê belê yên xwedî hêza leşkerî dikarin deriyên siyasetê vekin, hevsengiyan biguherîne. Ev yek encamek ji ber rastiya Rojhilata Navîn e. Bêguman yên çarçoveya xwe ya siyasî û îdeolojîk li gorî rastiya Rojhilata Navîn in û xwedî hêza çekdarî, bi wergirtina însiyatîfa siyasî de dikarin rê nîşan bidin. Tevgera Azadiyê ya Kurd a di xeta Rêber Apo de têdikoş e, rewşa xwe ya li Rojhilata Navîn bi vî rengî ye."

‘LI KURDISTANÊ DAGIRKERÎ HÎNÊ HEYE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku bi pêngava 15'ê Tebaxê re Kurd bûne xwedî hêzeke karibe xwe pê biparêz e û destnîşan kir ku têkoşîna Kurd dimeşîne, têkoşîna dagirkirina xaka kesekî nîne.

Bayik da xuyakirin ku ev têkoşîn têkoŞîna parastina rewa ye û got, "Ji ber ku li ser navê Kurdayetiyê, li ser navê Kurdistanê çi hebe dixwazin tine bikin. Li Kurdistanê dagirkeriya leşkerî bi tenê nîne; dagirkeriya îdeolojîk, siyasî, aborî, leşkerî û rêxistinî jî heye. Asîmîlasyon bê serî û binî tê meşandin, qirkirina fîzîkî û çandî bêdawî tê kirin. Li cihekî ev hemû hebin, li wir pirsgirêka hebûnê dikeve rojevê. Li wir têkoşîna parastina xwe, parastina rûmeta xwe, hebûn û jiyana xwe, bi pêş dikeve. Ji ber ku bêyî vê azadî nabe. Bêyî azadiyê jî hebûn nabe. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne."

TRAJEDIYA ŞENGALÊ Û GIRÎNGIYA HÊZA PARASTINA REWA

Bayik ragihandin ku gel û ferdên wî gelî yên ewçend hatine parçekirin, li çar aliyên cîhanê hatine belavkirin û ji gel û civakîbûnê hatine derxistin, ancax bi hêzên parastina rewa re dikarin xwe ji vê rewşê rizgar bikin û got, "Ji bilî vê rêyek nîne. Herî dawî trajediya Şengalê ev rastî derxistiye holê. Eger Şengal bi nasnameyên cuda re xwedî xweseriyeke demokratîkbûya, xwedî hêza parastina cewherîbûya, wê ev bihata serî? Trajediya Şengal û Telaferê nîşan dide ku rêveberiyên cewherî yên li ser bingeha xweseriya demokratîk a civakên olî û qewmî yên cuda çiqasî girîng e. Hêza parastina cewherî ya xwe dispêre civaka Şengalê û rêveberiya xweseriya demokratîk a vê hêzê wê heta ferdê xwe yê dawî li ber xwe bide, lê destûr neda rûdana trajediyeke bi vî rengî. Eger Şengal ji aliyê Şengaliyan ve bihata rêvebirin, êrîşên DAIŞ'ê wê ti carî nikarîbûya Şengalê têk bibe. Ev rastî bi tena serê xwe nîşan dide ku rêveberiya cewherî û parastina cewherî ya civakan çiqasî bi qîmet û watedar e."

‘KURDAN BI 15'Ê TEBAXÊ RE DAWÎ LI REWŞA PARÇEYÎ ANÎNE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da zanîn ku bi 15'ê Tebaxê re Kurd bi dînamîkên xwe yên cewherî re bûne xwedî hêzeke ku hebûna xwe ewle kirine û got, "Li ser navê Kurdan hêzeke parastinê hatiye afirandin; şerekî parastinê hatiye meşandin. Kurd ji tinebûnê hatiye parastin. Kesayetî û civakeke parçebûyî ji holê rakiriye. Rastiya gelekî nû di kesayetiya xwe de afirandiye. Ji vê bi qîmettir tiştekî din heye gelo? Ev yek li Bakur bi pêş ketiye û bandor li parçeyên din kiriye."

’15'Ê TEBAXÊ FERASETEKE, RÊBAZEK, JIYANEK Û ŞÊWEYEKE TÊKOŞÎNÊ YE’

Bayik ragihand ku rihê 15'ê Tebaxê ji bo Kurdan tê wateya parastina hebûna xwe û ewlekirina azadî û pêşeroja xwe. Bayik diyar kir ku ji ber vê yekê gelê Kurd 15'ê Tebaxê ji bo xwe weke cejna vejîn û berxwedanê dibîne û her sal pîroz dike.

Bayik anî ziman ku 15'ê Tebaxê feraseteke, rêbazeke, jiyaneke û şêweyê têkoşînê ye got, "Ji ber vê yekê Kurd bi rihê 15'ê Tebaxê niha li Rojhilata Navîn hêza herî diyarker, herî zindî û herî dînamîk e."

‘WÊ KES NIKARIBE LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YA GELÊ KURD BISEKINE’

Bayik da xuyakirin ku tevgera bi rihê 15'ê Tebaxê derketiye holê derketiye qonaxeke ku pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike û ev nirxandin kir: "Gihaştiye wê hêzê ku şûrê jiyana demokratîk û azad li girêka kor, neçareserî û kaosa li Rojhilata Navîn bide. Êş û azara modernîteya kapîtalîst, noker û Îslama dijber a dijminê Îslamê ku di zibilê van de mezin dibe, aniye serê gelên Rojhilata Navîn, wê bi rihê 15'ê Tebaxê ji holê bê rakirin. Bi projeya xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk re destwerdana Tevgera Azadiyê û gerîlayên wê li herêmên bi pirsgirêk ên Rojhilata navîn û berxwedana li dijî paşverûtiyê, ji bo hemû gelan tê wateya pêngava anîna jiyana demokratîk û azad. Ev pêngav nîşan dide ku pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê gihaştiye qonaxeke nû. Ev pêngava nû ya 15'ê Tebaxê wê jiyana demokratîk û azad a gelê Kurdistanê li hemû parçeyan xurt bike û pêşî li rizgariya tevahiya gelên li Rojhilata Navîn veke. Zîhniyet û polîtîkaya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn azad bike, îro di destê gelê Kurd de ye. Gelê Kurd wê bi vê zîhniyet, berxwedan û feraseta neteweya demokratîk a jiyana bi hev re ya gelan re, di diyarkirina pêşeroja Rojhilata Navîn de rola diyarker bileyze."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku weke gel ew bi pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê hatine roja îro û gihaştine vê hêzê û got, "Em bi vî rihî dimeşin, em ê meşa xwe dewam bikin. Ev rih rihê azadiyê ye, rihê demokrasiyê ye, rihê wekheviyê ye. Di şert û mercên îro yên cîhan û herêmê de, ev zîhniyet û rih nirxeke mezin nîşan dide. Mirovên Kurd êdî bûne xwedî vî giyanî."

Bayik got, "Li ser vê bingehê ez cejna vejîn û berxwedanê 15'ê Tebaxê ya gelê me û gelên me, pîroz dikim."