1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran welatî ber bi sînorê Başûr ve derketin rê
Bi hezaran welatî ber bi sînorê Başûr ve derketin rê,bi,hezaran,welatî,ber,bi,sînorê,başûr,ve,derketin,rê

Bi hezaran welatî ber bi sînorê Başûr ve derketin rê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN– Ji bajarên Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hezaran welatî, ji bo ku kolana xendekên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de û kuştina sivîlan a ji aliyê pêşmergeyan ve şermezar bikin, ber bi sînorê Başûr ve derketin rê.

Di saetên serê sibehê de ji bajarên Hesekê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê bi hezaran welatî, bi wesayitan ber bi bajarê Dêrikê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye ve derketin rê.

Di dema derketina rê de welatiyên ku di nava wan de yên pîr jî hebûn, dirûşmeyên wekî, “Xwîn yek e, can yek e xiyanet neke”, “Kurdistan yeke parçe neke” berz kirin û pankartên bi heman naverokê vekirin.

Girseyên ku dê li bajarê Dêrikê bigihîjin hev, wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

(ekip/aq)