1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Buşra Elî: Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî rolek mezin dikeve ser milê jinan
Buşra Elî: Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî rolek mezin dikeve ser milê jinan,buşra,elî,ji,bo,lidarxistina,kongreya,netewî,rolek,mezin,dikeve,ser,milê,jinan

Buşra Elî: Ji bo lidarxistina Kongreya Netewî rolek mezin dikeve ser milê jinan

Buşra Êlî di derbarê hevdîtinên ku heta niha ligel aliyên siyasî pêkanîn de ji RojNewsê re axivî

A+ A-

HEWLÊR/ROJNEWS Endama şanda KJK û KCK’ê ya ku ev çend rojin li başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina Kongreya Netewî dest bi hevdîtina kirine, Buşra Êlî di derbarê hevdîtinên ku heta niha ligel aliyên siyasî pêkanîn de ji RojNewsê re axivî. Elî ragihand ku ji bo lidarxistina Kongreya Netewî roleke herî mezin dikeve ser jinên Kurd.

Pêwîste her alî rol wergirin

Endama şanda KJK û KCK’ê Buşra Elî bal kişand ser hevdîtinên heya niha li başûrê Kurdistanê pêk anîne û da xuyakirin ku ew hevdîtin erênî derbas dibin. Elî got ku heya niha bi 5 aliyên siyasî re rûniştine û pêwîstiya li darxistina kongreya netewî guftogo kirine. Elî di berdewama axaftinên xwe de balê dikişîne ser şert û mercên îro û wiha pêdeçû: “Lihevkirinên erênî hene ku bi giştî pêwîstiya Kongreya Netewî ji her demê zêdetir derketiye pêş. Şert û mercen ku îro derdikevin pêş, nîşan dide ku pêdiviya me wek gelê Kurd bi kongreyek netewî ji her demê zêdetir heye. Berê jî hebû, lê niha ev pêwîstî ji her demê zêdetir derdikeve pêş. Di wî alî de rêkeftinek çêdibe. Di wan hevdîtinan da ti nerînekî cûda li ser vê yekê nebû.”

Her aliyekî siyasî di mijara kongredê berpirsiyare

Buşra Elî di berdewama axaftinê xwe de bal kişand ser rol û berpirsyartiyên aliyên siyasî û wiha got: “Mijarek din ya ku di wan hevdîtinan de derdikeve pêş, berpirsiyarî û rolê ku aliyên siyasî bigrin ser xwe ye. Divê her aliyekî siyasî rolekî çalak bileyîze, ji bo kongreya netewî bi serkeftî were li darxistin. Xalek din ya giring ku me wek KJK û KCK’ê bal kişandî ser jî, mixabin di cihanê de her tim rêkeftinê siyasî li pêşîn û piştî wê rekeftinên leşkerî û yên din li pey wê tên. Lê di ya Kurda de hinekî berovajî çêdibe. Ew jî taybetmendiyek cûda ye. Şert û mercên roja îro ku em wek gelê Kurd tê re darbas dibin, êrîşê dijwar ên ku li ser gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd tên pêşxistin û ev êriş di şexsê DAİŞ’ê de çêdibin. Vê yekê nîşan da ku bi rastî jî him di aliyê leşkerî de êdî tu rê wek gelê Kurd li pêşiya me tune ye, derveyî yekîtiyê.”

Gêrîlla û pêşmerge bi hev re şer dikin

Endama şanda KCK û KJK’ê wiha got: “Di roja îro de gêrîla û pêşmerge çi li başûr çi jî li rojava mil bi mil şer dikin. Herwiha YPG, YPJ, YJA-Star li her deverî li bakur, li başur û li rojava li hemberî êrîşên ku têne pêşxistin bi hev re şer dikin û bi hev re wan deskeftiyan di parêzin. Ev ji me re cardin nîşan dide ku weke partî û aliyên siyasî, wekî bangawaziyekî ji derveyî yekîtiya netewî tu rê li pêşiya gelê Kurd nîne,. Ti rê li pêşiya part û aliyên siyasî yên Kurdan nîne. Ev berpirsiyartiye me hîn zêdetir giran dike. Ger ev kongre îro bê lidarxistin ji sibe baştire û wê destkeftiyên ketine destê me de, wê serkeftinên hîn mezintir bi xwe re bêne. Ji bo em bikarin pêşî li êrişên dijwar ên li ser gelê kurd bigirin û vê rewşê bi zererekî kêm derbas bikin. Ji bo bikarin gavên hê mezintir bavêjin.”

Ji herkesî zêdetîr pêwistiya jina kurd bi yekitiyê heye

Endama şanda KJK û KCK’ê Buşra Elî destnîşan kir ku ji bo li darxistina kongreya netewî û avakirina yekitiya netewî rolê herî mezin dikeve ser milê jinên Kurd. Elî bal kişand ser qirkirina bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên ku li ser jina kurd pêşdikeve û bangewazî li jinên Kurd kir ku xwe ji bo yekitiya kurdan xwedî rol bibînin.

Buşra Elî di vê derbarê de wiha got: “Ji bo em bikaribin li beranberî wê jenosîda li ser jinan rawestin û bikaribin rê li pêşiya xwîna ku diherike rawestin, pêdivî bi lidarxistina vê kongreyê heye. Lewa divê jin jî divê di her aliyekî siyasî û partiyekê de ji bo lidarxistina kongre û yekîtiya netewî rolê serekî bileyîze. Dîrokekî dirêj ya ji bo lidarxistina kongreya netewî heye. Di vê derbarê de demekî dirêje bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Ev kongre ji aliyê KCK û KJK’ê ve wekî stratejiyekê tê destgirtin. Hêviya me ewe ku karê berê di nîvî de mayî, vê carê temam bibe û em bikaribin vê carê vê yekitiya netewî bi rengekî serkeftî û bi kêm astengî derbas bikin û di wextekî kurt de vê yekê serbêxin.”

Derfetên dîrokî ketine destê me

Endama şanda KJK û KCK’ê Bûşra Elî ragihand ku niha derfetên dîrokî ketine destê gelê kurd û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em di demekî pir dîrokî re derbas dibin. Derfetê dîrokî niha wek gelê Kurd ketiye destê me de. Ev hemû ji bo lidarxistina Kongreya Netewî dibin bingeh. Ez hêvîdarim ku em bikaribin wê berpirsiyartiyê jî pêkbînin û vê carê jî hêviyên gelê xwe bi cih bênin.”