1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bulut: DAIŞ dixwaze modela Rojava xirab bike
Bulut: DAIŞ dixwaze modela Rojava xirab bike,bulut,daiş,dixwaze,modela,rojava,xirab,bike

Bulut: DAIŞ dixwaze modela Rojava xirab bike

A+ A-

AMED (DÎHA) - Rojnameger û Nivîskar Faîk Bulut êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava nirxand û diyar kir ku DAIŞ dixwaze modela tevgera kurd li Rojava ava kir xirab bike. Rojnameger Mehmet Alî Çelebî jî diyar kir ku heke piştgiriya welatên herêmê ya ji DAIŞ'ê re berdewam bike dê hewil bide biçe Derya Spî.

Rojnameger Mehmet Alî Çelebî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji 2'yê tîrmehê li dijî Kantona Kobanê ya Rojava ji aliyê hêzên kurevî ve weke taşeron tê bikaranîn. Çelebî, anî ziman ku DAIŞ li dilê Rojhilata Navîn de xençerek e. Çelebî, da zanîn ku dewletên herêmê û hêzên kurevî li şuna mudaxeleyên leşkerî yên li dijî hinek welatan êdî hêzên wisa taşeron bikartînin û wiha got: "Berjevendiyên hemû kesî hene û li gorî vê yekê çeteyên DAIŞ'ê bikatînin. DAIŞ jî li gorî hedefên xwe vê taşeroniyê dike."

'Dixwaza li Derya Spî belav bibe'

Çelebî, bilêv kir ku DAIŞ'ê piştî Musil dagir kir hîlafeta xwe ava kir û ev yek îlan kir û dixwaze emîriya xwe ava bike berê ev yek li Serêkaniyê û Kobanê ya Rojava ceriband lê serneket û wiha axivî: "Êdî çeteyên DAIŞ'ê şerê li Kobanê winda kir." Çelebî, destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Rakka û Hasekê hêzên xwe kom kirin û dixwaze herêmê kontrol bike û wiha pê de çû: "Ez bêjim dê rojên pêş de hewil bide biçe Deryaya Sipî. Dema diçe jî herêmên Helep, Efrîn, Laske, Vanyasx û Tarsusê, li bakurê jî di navbera hêzên Hizbullah û hêzên Esat de ji bo herêmeke tamponê dibe ku li ser Musilê raweste." Çelebî, destnîşan kir ku divê hemû aktorên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ'ê seferber bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bihêzbûna DAIŞ'ê tenê êşê bi kurdan, suriyaniyan, xirîstiyan û tirkmenên şîî na dê hemû gelên Tirkiyeyê neyînî bi bandor bike. Dê aramî û aştiya hemû gelên Tirkiyeyê taxîp bike."

'Çeteyên DAIŞ'ê avê weke çekê bikartîne'

Çelebî, balkişand ser xebata petrolê û avêê û wiha axaftina xwe domand: "Bajarên herêmê qasî petrolê li ser avê jî disekinin. Kesê avê kontrol bike dê wê herêmê jî kontrol bike. Îro petrol faktorekî gelek bi hêz e lê av hêj bêtir derdikeve pêş. Çeteyên DAIŞ'ê li Helep, Felluce, Musul û Kobanê av weke çeke bikaranî." Çelebî, da zanîn ku heke DAIŞ samîmî be bila li hemberî gelan na li hemberî dîktatoran şer bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çeteyên DAIŞ'ê faktora ol li hemberî hasasiyetên gelan bikartîne û weke amûreke gefê bikartîne. Armanca wê ya sereke jî di bin navê Îslam û xalîfetiyê herêmê kontrol bike û çavkaniyên petrol, av û çandiyê bidestxistin e. Tu derdê wan ê li Suriyeyê rejîmê xirab bikin tuneye. Dixwazin li Rojava û Iraqê kurd, ermenî û suriyaniyan tune bike."

'DAIŞ tilîkêş e'

Rojnameger Faîk Bulut jî diyar kir ku DAIŞ peywira tilîkêşê dibîne û wiha got: "Armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobanê û cihên din ên Kurdistanê pevçûna di navbera kurd û ereban de derxistin e. Dixwaze modela kurdan li Rojava xirab bike." Bulut, anî ziman ku divê oldarên Tirkiye û herêmê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê kîjan hêzan ve tê bikaranîn bibînin û wiha axivî: "Bi eslê xwe îlankirina xîlafeta DAIŞ'ê nîşaneya rahiştan di navbera komên îslamî yên polîtîk de ye. Ev yek piştî demekê di bibe sedema şerê di navbera wan de. Bi taybet îstîxbarata Suudî Erebîstanê van rêve dibe û Amerîka jî tevî vê yekê bûye. Ji xwe ji bilî vê yekê tu tiştên din li benda DAIŞ'ê nayê mayîn."

'Divê dema gelê me diçe tarîkat, cemaet û mizgeftan hişyar be'

Bulut, da zanîn ku derdorên li ser navê îslam û cihadê têkoşînê dikin divê li xwe vegerin û berê xwe bidin xwe û wiha pê de çû: "Divê gelê me hişyar tevbigere. Ji ber ku cihê herî zêde mîlîtanên xwe lê derdixin terîqat, cemeat û mizgeft in. Divê dema gelê me jî diçe cihên wisa li hemberî rêxistinên weke DAIŞ û El Kaîde hişyar be."

Bulut balkişand ser gelek cemeatên li Tirkiyeyê tên bikaranîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li hemberî gotina 'Dê îmana me qamil bibe û em dê biçin mihuştê' hişyar bin. Ji du mifteyên li stuyê xwe dikin yek ya bihuştê ye. Lê divê bê dîtin ku ew mifte yên xwînê ne û yên qetilkirina biratiyêne."

(bd)