1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di gorên komî yên Mutkî de 130 cenaze!
Di gorên komî yên Mutkî de 130 cenaze!,di,gorên,komî,yên,mutkî,de,130,cenaze

Di gorên komî yên Mutkî de 130 cenaze!

A+ A-

11:08 22.04.2014 1 / 2 MEHMET ŞAH ORUÇ

BEDLÎS (DÎHA) - Di encama lêkolîna 2011-2012'an gorên komî yên Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê de cihê 260 gorên komî hatin tespîtkirin. Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan diyar kir ku di gorên komî yên aîdî PKK'yî û sivîlan de hestiyên aîdî 130 kesan hatine dîtin.

Li herêma Serhedê di şerên salan de bi sedan PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dan, li herêmên operasyonan bi komî hatin veşartin. Li navçeya Mutkî ya Bedlîsê di 5'ê Çileya 2011'an de di kolandinên li herêma Fermandariya Jendermeyan a Mutkî de piştî hestiyên aîdî 12 kesan ku 9 ji wan sivîl bûn hatin dîtin, di kolandina nuqteya duyem a li herêma sergo, hestiyên aîdî 8 kesan hatin dîtin. Ji wan, hestiyên 6 kesan hatin derxistin ên 2 kesan nehatin derxistin. Hestiyên hatin derxistin bi sedema nasnameya wan nehat diyarkirin li heman cihî hatin veşartin. Nûnerê ÎHD'ê yê DÎHA Hasan Ceylan got ku di encama lêkolîna 2011-2012 gorên komî yên Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê de cihê 260 gorên komî hatin tespîtkirin.

Di gorên komî de 130 cenaze

Li gor agahiyên Ceylan, di gorên komî yên Mutkî de 130 cenaze hene. Ceylan gorên komî yên cenaze lê hatine veşartin wiha bi rêz kir, "Di navbera 2004-2005'an şerê li girê Merkok de 3 PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dan li wir hatin veşartin. Cenazeyê kesekî ji Misircê yê di navbera 1995-1996'an de hat qetilkirin li gundê Kerp hat veşartin. Di navbera 1993-1994'an de li Vare Hîmode, cenazeyên 9 PKK'yiyan hat veşartin. Cenazeyê 13 PKK'yiyan li nêzî pira ku diçe bajaroka Kavakbaşi ya girêdayî Mutkî hat veşartin. Ji ber Şîrketa Întel Yapi, hafriyata aîdî rêyan li wir rijand cenaze di bin de mane. Li çoltera gundê Senesor cenazeyên 19 PKK'yiyan hene. 22 PKK'yiyên di şer de jiyana xwe ji dest dan, li baxçeyê Fermandariya Alaya Jendermeyan a Mutkî hatin veşartin. Dîsa li Qereqola Meydan di 4 nuqteyên cuda de cenazeyê 8 PKK'yiyan hene. 27 PKK'yiyên di salên 1990'an de jiyana xwe ji dest dane, li çiyayê Mereto hatine veşartin. Li gundê Deresîp 4 PKK'yî û li gundê Kizank 4 ferdên malbatekê li vir hatin veşartin. Li mezraya Îçxanan a gundê Salman cenazeyên 2 PKK'yiyan hene. Li çoltera bi navê xwe yê kevin Ahsa, bi navê xwe yê nû Ustyayla Nazgiran, cenazeyê 18 PKK'yiyan hene.

'Êşkence li cenazeyên PKK'yiyan hat kirin'

Ceylan anî ziman ku PKK'yiyên hatine qetilkirin li nêzî sergoyan hatine veşartin û got, "Dewletê bi zanebûn cenaze di sergoyê de veşartine." Ceylan got ku li ser cenazeyên PKK'yiyan rastî şopên êşkenceyê hatine.

'Dewletê li herêmê sûcê şer kiriye'

Ceylan da zanîn ku Tirkiye di sala 1948'an de têkildarî sûcê mirovatiyê nake, peymana navneteweyî îmze kiriye û ji ber sûcê mirovatiyê kiriye naxwaze gorên komî veke. Ceylan wiha dirêjî da axaftina xwe, "Dil dixwest, dewletê çawa sûcê mirovatiyê kiriye bikeve raporên fermî. Lê dewlet naxwaze hesab bide. Wek parêzvanên mafê mirovan em ê timî li pey vê bin."

'Sextekariya herî mezin di Saziya Tiba Edlî de ye'

Ceylan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û got ku divê dewlet bi rabirdûya xwe re rû bi rû were. Ceylan diyar kir ku ji bo gorên komî ji nû ve vebin wê serlêdanê bikin û got, "Lê, em naxwazin hestiyan bişînin Tiba Edlî. Niha sextekariya herî mezin di Saziya Tiba Edlî de ye."

(yş)