1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Eşîra Cês konê piştgiriya bi YPG’ê re veda
Eşîra Cês konê piştgiriya bi YPG’ê re veda,eşîra,cês,konê,piştgiriya,bi,ypg,ê,re,veda

Eşîra Cês konê piştgiriya bi YPG’ê re veda

A+ A-

SERÊKANIYÊ – Eşîra Cês a ereban êrîşa rejîmê ya li ser Hesekê şermezar kir û destnîşan kir ku ew piştgiriya hêzên YPG/YPJ û QSD’ê dikin.

Ji bo piştgirtdayîna YPG/YPJ û QSD`ê Eşîra Cês a Ereban li gundê El-Camûs ê bakurê Serêkaniyê dikeve konê piştgirtiyê veda.

Kon bi alên YPG`ê û pankertên bi nivîsên “ Eşîra Cês bi YPG`ê re ye“ hat xemlandin.

Gelek rûspiyên herêmê, nûnerên Buroya Têkiliyên Giştî ya YPG`ê, Komîteya Lihevanînê, Navenda Biratatî û jiyana hevbeş a Serêkaniyê û Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya girêdayî Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner Fedraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye Mihemed Şihade serdana konê piştgiriyê kirin.

Di konê piştgirtiyê de li ser navê Eşîra Cês Mihemed Izo êrîşa rêjîmê yên li ser bajarê Hesekê şermezar kir û got: “ Ez bi rizgarkirina Minbicê kêfxweş im û em li benda rizgarkirina herêma Babê ne jî.Em kiryarên lidijî mirovahiyê yên ku rêjîma Baas li Hesekê pêk tîne, şermezar dikin. Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndaran re hêvî dikin.“SRK-ESIREYA-CES-SERKEFTINA-YPG-SERKEFITINA-XWE-DIBININ (3)

Izo diyarkir ku kompiloya ku hebûna Sûrî armanc girt, fitnayeke nanxweyî ye û ev tişt anîn ziman: “Armanca vê kompiloyê derxistina şer di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Şerê ku niha li Hesekê rû dide û topbarankirina Hesekê ji aliyê balafirên rêjîma Baas ve pirojeyeke ku berê di navbera Rûsiya, Îran, AKP`ê û hikûmeta Esed ve hatiye pilankirin e.“

Mihmed Izo dazanîn ku ew weke Eşîra Cês piştigirtiya YPG/YPJ û QSD`ê dikin û got ew amade ne ku beriya xwe bidin çeperên şer.

Rêveberê Buroya têkiliyên Giştî yê YPG`ê Çiya Kobanê jî destnîşankir ku biratî û jiyana hevbeş li ser fikara Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye avakirin û got pêwîste hemû pêkhatiyên li ser vê axê dijîn, bi YPG`ê ve bigirin.SRK-ESIREYA-CES-SERKEFTINA-YPG-SERKEFITINA-XWE-DIBININ (4)

Çiya Kobanê diyarkir ku destkeftiyên ku di dirêjahiya van salan de YPG û QSD`ê bi dest xistine, bi saya hevgirtina gelan pêk hatine û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Em kêfxweş in ku Eşîra Cês a ereban em vexwendin va merasîma piştgirtdayîna YPG`ê.“

Çalakî û xebatên konê piştgirtdayînê bi şahî û gerandina govendê li ber stranên foloklorî bi dawî bû.

(xê)

ANHA