1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Enwer Muslim: Ev şer cîhanê rasterast eleqedar dike
Enwer Muslim: Ev şer cîhanê rasterast eleqedar dike,enwer,muslim,ev,şer,cîhanê,rasterast,eleqedar,dike

Enwer Muslim: Ev şer cîhanê rasterast eleqedar dike

A+ A-

MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK / ÎBRAHÎM ASLAN

KOBANÊ (DÎHA) - Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim diyar kir ku 3 meh in li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dimeşînin û balkişand ser şertên zivistanê û rewşa welatiyên sivîl ên li bajar. Muslîm anî ziman ku divê korîdora alîkariyên însanî bê vekirin û wiha got: "Li Kobanê şerê jiyaneke mirovahî û demokrasiyê tê dayîn û şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo hemû mirovahiyê gef e hemû mirovên cihanê eleqedar dike."

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê meha sêyemîn li pey xwe hişt. Şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa li dar xistin û êrîşên çeteyan şikandin û derxistin derve. Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên sê mehan, berxwedana gelê Kobanê, rewşa Kobanê û tiştên bên kirin nirxandin.

'Êrîş şikestin lê gefên DAIŞ'ê hêj didomin'

Enwer Muslim diyar kir ku berxwedana Kobanê di meha sêyemîn der bedewam dike û şer jî didome. Muslim têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza li cihanê kom kir û bi çekên giran, tank û hewanan li Kobanê bû sedema hilweşîneke gelek cidî. Bi deh hezaran mirov li sînoran û wergehan di şertên nebaş de dijîn. Hêj jî li bajar bi hezaran welatiyên sivîl ji ber hewanên çeteyan di bin gefên mirinê de ne. Hêj gefên DAIŞ'ê berdewam dike û di encama berxwedana YPG'ê de êrîşên çeteyan şikestin. Ne tenê di aliyê leşkerî de, di aliyê siyasî û moral de jî şikestin. Li Kobanê ligel şerê leşkerî şerê demokrasî, biratî û nirxên mirovahiyê jî tên dayîn. Berxwedana YPG û YPJ'ê û piştgiriya pêşmerge û koalîsyonê berdewam dike. Serkeftin û serfirazî dê ya jinên ciwan, ciwan ên di nava YPG û YPJ'ê de şer dikin û gelê me yê sivîl ên ku li Kobanê ji bo parastina axa xwe têdikoşin be. Çeteyên DAIŞ'ê dê li Kobanê winda bikin."

'Em ê wan bişînin ji cihê lê hatin'

Muslim da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê ji Mûsil, Rakka û Tabkayê çekên giran naynin Kobanê êrîş pêkanîn û şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî van êrîşan bi çekên xwe yên ferdî parastina demokrasiyê û nirxên mirovahiyê kirin û wiha axivî: "Em weke mafdar axa xwe diparêzin û em ji xwe dê li hembeîr çeteyan operasyonên paqijiyê bidin destpêkirin. Heya çeteyê dawî ji axa me tê darxistin dê operasyonên paqijiyê bidomin. Em ê wan bi temamî ji rojhilat, bakûr û rojava derbixin û wan bişînin cihên lê hatin. Em ne tenê ji bo Kantona Kobanê ji bo hemû bawerî, pêkhate û neteweyên di nava aştî û aramiyê de bi awayeke azad bijîn û Suriyeyekî demokrasî têkoşînê didin û şer dikin."

'Gelek hewcehî hene û me gelek caran got bila korîdora mirovahiyê bê vekirin'

Muslim bilêv kir ku rewşa bi hezaran sivîlên li Kobanê ji ya kesên li hemberî çeteyan şer dikin cuda nîn e û wiha pê de çû: "YPG li hemberî êrîşên DAIŞ'ê di mewziyan de ne. Lê şertên zivistanê rewşa bi hezaran sivîlan û şervanan bi bandor dike. Li bajar bi hezaran zarok û kesên pîr di nava avahiyên xirab de ne û pirsgirêkan dijîn. Li xeta sînor û wargehan bi hezaran kes di şertên zor de têkoşîna jiyanê didin. Li bajar gelek hewcehî hene û me gelek caran got divê demildest korîdora mirovahiyê bê vekirin. Ne tenê ji bo şervanan ji bo sivîlan jî heya niha tu daxwazên me ji aliyê hêzên navneteweyî û welatên cîran ve erenî nehatin dîtin. Êrîşên li hemberî Kobanê tenê bi sê mehan bi sînor nîn e saleke berdewam dike û ambargo hebû. Lê li hemberî vê yêkê ne hêzên navneteweyî û ne jî saziyên mafên mirovan tu alîkarî neda me. Êdî şerê me di nava hemû cîhanê de rewatiya wê hate dîtin û hate qebûlkirin. Hêvî dikim qet nebe di şertên zivistanê de dê alîkariyê bidin welatiyên me yên sivîl û korîdora mirovahiyê vebikin."

'Divê xebatên alîkariyê tenê ji şaredariyan û saziyên civakî yê sivîl re neyê hiştin'

Muslim bilêv kir ku xebatên gelê bakurê Kurdistanê, şaredariyên herêmê û saziyên sivîl ên civakî yên ji bo Kobanê gelek watedar in û ev yek bi tenê kêm e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku divê hewcehiyên welatiyên li bajar û wargehan bên dîtin. Xebatên alîkariyên divê tenê ji şaredarî û saziyên sivîl re neyên hiştin. Divê YE û saziyên navneteweyî têkevin dewreyê. Dîsa li gelek cihên cîhanê karsazên kurd hene û divê alîkariyan bikin."

'Divê hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê siyasî de piştgiriyê bidin'

Muslim destnîşan kir ku li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hemû nirxên mirovahiyê binpêdikin şer dimeşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yêkê divê hemû welatên cihanê hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê siyasî de piştgiriyê bidin. Ji ber ku li Kobanê şerê demokrasiyê û jiyaneke bi mirovahî tê dayîn. Li hemberî gefên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo tevahiya mirovahiyê xetereye şer tê dayîn. Ev yekê raste rast hemû mirovahiyê eleqe dike."

(bd/wk)